Diyarname
Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş ku di heman demê de li ser navê DEM Partî berendama Şaredariya Sêrtê ye hat binçavkirin.
Alagaş îro dema ji Sêrtê dihat Amedê li ser rêya Bismila Amedê hat binçavkirin û ew li Bismilê birin qereqolê.
Hat gotin ku sedema dosyayek ku di sala 2011'an de der barê wê de hatibû vekirin, hatiye binçavkirin.


