Diyarname
Mebûsê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan roja 23'yê mehê çû Îmraliyê û ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anî.
Ocalan bi ser hesabê xwe yê X'ê re ev çûyîn ragihand û got, "Ev hevdîtin di çarçoveya hevdîtina malbatî de bû. Birêz Ocalan bi giştî li ser pêşketinên siyasî axivî û ji bo raya giştî got, 'Tecrîd didome. Ger rewş çebibe em dikarin vê pêvajoyê ji pevçûn û şîdetê veguherînin bingeha hiqûqî û siyasî. Ji aliyê teorik û pratîkê ve di vî warî de hêza min heye.' Rewşa tenduristiya wî baş bû, ji bo her kesî silav şand."
Abdullah Ocalan apê Omer Ocalan e û ev hevdîtin bi vî awayî di warê hevdîtina malbatî de çêbûye. Ev 43 meh bûn ne malbatê, ne parêzerên Ocalan ligel Ocalan hevdîtin çênekiribûn, piştî 43 mehan yekem hevdîtin çêbû.


