Jan Dost, wêje û penîr
Þengul Ogur
Di lêgerîna wêjeya kurd de Jan Dost ji dêvla wêjeya kurdî penîr dît; penîrên bi nav û deng ku heta bi welatên gelek dûr çû bû! (ji bo vê mizgîniya wî spas!!)
Jan dost piþtî ku mêjiyê xwe bi mêjûnivîsên ereb dagirt, li gor xwe, wî jî tarîxa kurd û wêjeya kurd sîstematîze kir:
1) Di "kitêbên destpêkê/ewil/kevn" de kurd û wêjeya kurdî
2) Di "kitêbên rêza duyem" de kurd û wêjeya kurdî. Bi rastî em fêm nakin ka bê bi bêjeyên "destpêk", "ewil", "kevn" Jan Dost dixwaze çi bibêje! Ev destpêk destpêka çi ye û ji bo kê destpêk e!?
Ku ji vê "destpêkê" armanc, yekem car pirtûkên ku tê de behsa kurdan tê kirin be. Ev ne destpêk e.
Lê wisa dixuye ku Jan Dost jî nizane bê ev çi destpêk e, ji bo vê jî nasnameya vê destpêkê diyar nekiriye.
Ku em bi termînolojiya Jan Dost berdewam bikin, di van "pirûkên destpêkê" de kurd koçer in (Jan dost jî vêya qebûl dike) û ji bo vê sedemê jî tu wêjeya kurdî peyda nabe (encama ku Jan Dost bi dest xistiye). Lewma, koçer û edebiyat!?
Di "pirtukên rêza duyem" de kurd êdî hêdî hêdî ji çiyan dadikevin, dibin bajarî û bi nivîsê re têkildar dibin, kelehên wan çê dibin...
Birêz Jan Dost! Ev nabe, koçer wê demê nebûn û penîr çênedikirin. Berî niha bi çend salan jî koçer li zozanan zahf bûn û penîrê wan dîsa navdar bû!. Lê dema ku koçerên kurd li zozanan hebûn, kurdên ne koçer li deþtan, li bajaran jî hebûn!
Qralê Sasaniyan Ardeþîr di konên koçerên kurd de nanxwarî ye, eynî Ardeþîrî piþtî ku bûye Qralê Sasaniyan, bi "Qralên Kurd" Madîgî re þer kiriye (veguhizînêr Siraç Bilgin). Yanî miletek di heman demê de hem dikarin koçerên xwe hebin, hem jî dikarin bajarvanî bin û qralê xwe hebin!
Berî ku mêjûnûsên ereb (koçer) behsa kurdan bikin, hin kitabên din ê "destpêk"ê hene ku tê de tabîra "qralê kurd" derbas dibe (di Þahnameya Fîrdewsî, di Karnamag-i Ardaþiri Babagan, deveguhizînêr Siraç Bilgin, behsa Þerê Ardeþir û "Qralê Kurd" Madîgî). Gelo nabe ku di vê qraliyetê de çend rûpel nîvîs hatibin nivisîn?
Birêz Jan Dost! Heta berî niha bi çend salan di gelek pirtûkan de ji me re digotin, 'kart,kirt û zimanê wan ji vir tê û bi eslê xwe ew tirk in, tirkê çiyayî.' Gelo çi cudahî di navbera "pirtukên destpêkê" ên we û "pirtûkên niha" de hene? Gelo em jî "rastî"ya "tirkên çiyayî" bûnê qebûl bikin?
We hewl daye ku dîroka kurd û wêjeya wê ji pirtûkên ereban bixwînin. We ev pirtûk bi tenê ne xwendine lê we ew tiþtên tê de qebûl jî kirine. (koçerbûn, bêwejêbûn, qismekî jî ereb-bûn)
Hûn dizanin ev "destpêk"a we destpêka çi ye? Destpêka afirandina lîteratura ereban e.
Pêxemberê Îslamê Mihemed: "Ereb qewmekî cahil ê ku ne dizane bixwîne, ne dizane binivîsîne ne jî dizane hesaban bike" (Buhari, veguhizînêr Prof.Dr.Muhammet Hamidullah, Îslam Peygamberî)
"Di Erebistana berî îslamê de miheqeq e ku nivîs pir hindik dihat bikaranîn. Diroknûsên îslamê ên klasik bi israr dibêjin ku, di heyema ku îslamiyet nû derdiket de li Mekkeya ku wê demê bajarê herî pêþketî bû, kesên ku dizanibûn xwendin û nivîsandinê panzdeh bîst kes bûn" (Prof.Dr.Muhammet Hamidullah, Îslam Peygamberî). Li vir baþ diyar dibe ka bê kî bi "kaxet"an ewle nabin!!!
Ereb (koçer) bi îslamiyetê dest bi nivîsê kirine. Ji bo vê jî nepêkan e ku em bikaribin dîroka kurd û wêjeya wê ya "rast" ji van pirtûkan bixwînin.
Birêz Jan Dost ji tiþtê ku nedîtî bawer nake û ji tiþtê ku nedîtiye re dibêje, nîn e. Belkî we ew pirtûkên bi zimanê kurdî nedîtibin, lê ev nedîtina we nayê wê wateyê ku berî îslamê bi kurdî nivîs nîn bû.
Jan Dost behsa zanistê dike. Di hiþê Jan Dost de zanist bi tenê ew pirtûkên mêjûyî ên ji destê ereban derketine ne. Li gor Jan Dost, derveyî agahiyên ku ji "pirtûkên destpêkê" û "pirtûkên rêza duyem" dertên hemî agahiyên din ji "rastî"yê dûr in û xwe naspêrin "dîwarê zanistî".
gernus@msn.com**
Nivîsên Þengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- TRT 6, Kurdolojî û pozîtîvîzma tirk û guherîn
- Li Yewnanistanê çi diqewime -2-
- Li Yewnanistanê çi diqewime?
- Bersiva Xanî ji bo Gazalî
- Di du rêzikan de xwendina Cizîrî
- Obamayê spî û hêviyên reþik
- Wekî fenomen kurdî
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
- Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewþenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweþê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên þikestî
- Giriyê Mirinê
***
Nivîsên Jan Dost ku di li ser vê mijarê hatine nivîsandin:
- Wêjeya Kurmancî ji serdema Îslamê heta qonaxa Cizîrî - 4
- Wêjeya Kurmancî ji serdema Îslamê heta qonaxa Cizîrî -3
- Wêjeya Kurmancî ji serdema Îslamê heta qonaxa Cizîrî
- Wêjeya Kurmancî ji serdema Îslamê heta qonaxa Cizîrî, rawestandinek kurt û mêjûyî -2-