Diyarname
Belgefîlmê derhêner Aziz Çapkurt "Diya Min Aştî Dixwaze" dixwaze di çarçoveya 30'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de tê nîşandayîn.
Belgefîlm roja 13'ê mehêy, saet 19,00'an de li Muzeya Perayê ya Stenbolê tê nîşandayîn.
Çîroka belgefîlm: Di dema ku şer bi hemû gurahiya xwe êşan dide kişandin de hêviya dayikan her ew e ku bigihîjin zarokên xwe.
Belgefîlm li Amed, Stenbol, Mêrdîn û Îzmîrê hatiye kişandin. Dayikek ku kurê wê 16 sal in di girtîgehê de ye, dayikek ku kurê wê bar kiriye Stenbolê û dayikek ku kurê wê li leşkeriyê ye li benda zarokên xwe ne. Belgefîlm çîrokan wan pêşkêş dike.
Kunye:
Nav: Diya Min Aştî Dixwaze
Derhêner: Aziz Çapkurt
Ziman: Kurdî (Bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî)
Mawe: 52 deqîqe
Sala kişandinê: 2011
***
Nûçeyên eleqedar:
- "Destaneke Serhildanê: Bêrîvan" tê nîşandayîn
- Bela Tarr: Ji bo hînbûnê fîlman bikişînin
- Festîvalê bi merasimekê deriyê xwe vekir
- Di du rojan de 60 hezar bilêt hatin firotin
- Bilêtên festîvalê têne firotin
- Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên kurdan derdikevin pêş


