KOBANÎ - ANHA
Hêzên YPG’ê li pişt girê gundê Menazê yê başûr rojavayê herêma Kobanî tangeke çeteyên DAIŞ’ê rûxand.
ANHA’yê ragihand ku şer û pevçûn li hersê aliyên herêma Kobanî bi hemû dijwariya xwe berdewam in. Îro saet li dor 20.30’an, li nêzî gundê Menazê yê başûr rojavayê herêmê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar rû dan. Di encamê de şervanên YPG’ê li pişt girê heman gundî tangeke çeteyan rûxand.
Şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe berdewam in.