Diyarname
8'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Cizîrê îsal bi diruşma "Ziman û Çand sînoran nas nakin" ji bo Cejana Zimanê Kurdî di navbera 15-18'ê gulanê de li dar dikeve.
Di çarçoveya festîvalê de 4 roj wê li nava Cizîrê û gelek gundan wê çalakî li dar bikevin.
Festîval ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve tê organîzekirin. Di festîvalê de gelek çalakî hene. Pêşengehên wêneyan, gerandina govendê, lîstina lîstikên şanoyê, pêşbirkên zanyariyê, guhdariya helbestan, dîwana dengbêjan û konser, di çarçoveya festîvalê de dê bêne li dar xistin. Ligel van dê panelên wekî "Civak û Ol", "Civak û felsefeya ziman", "Bûyerên kiryar nediyar", "Jin û neteweya demokratîk" û "Qirkirina çandî û asîmîlasyon" jî bên lidarxistin.
Wekîlê Şaredarê Cizîrê Metîn Bayik li ser festîvalê wisa got: "Cizîrê ji bo pêşketina dîroka zimanê kurdî gelek tişt kirine. Cizîr welatê Celadet Bedîrxan e; bi vê wesîleya em kêfxweşin ku ji bo Cejna Zimanê Kurdî festivalek li dar dixin. Em dixwazin balê bikşînin ser polîtîkayên asîmîlasyon ên li ser çand û zimanê kurdî. Em dixwazin festîvalê bikin cihê lêgerîna çareseriya pirsgirêkan. Em dê di festîvalê de çandên cuda jî bikin mêvan."
Vaye roj bi roj bernameya festîvalê:
15 Gulan, Pêncşem
Meşa Festîvalê
Cih: Kurdî-Der- Parqa Cizîrê
Saet : 10.00
Vekirina Kona Çand û Pêşengehê
Pêşangeh
Mijar: Reng û çanda Kurdistanê
Wênekêş: Mehmet Masum Suer
Cih: Parqa Şaredariyê
Saet: 11.00
Pêşangeh
Mijar: Pêşengeha wêneyên Ş. Welat û Ş. Şervan Hêvî
Cih: Parqa Şaredariyê
Saet: 11.00
Destpêkirina Festîvalê
Axaftina destpêkirina festîvalê
Lîstina govendên gel ên heremî
Koma Govendê ya Serhat
Koma Govendê ya Edene
Koma Govendê ya Riha
Koma Govendê ya Cizîr
Cih: Parqa Şaredariyê
Saet: 11.00
Panel
Mijar: Qirkirina çandê û asîmîlasyon
Beşdar: Erol Balci, Feleknas Uca, Faysal Sariyildiz.
Moderator : Bulent Turan
Cih: Parqa Şaredariyê
Saet : 14.00-16.30
Şano
Kom: Navenda Çandê ya Şaredariyê
Lîstîk: Qimil
Derhêner: Mehmet Karakiş
Cih: Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û zînê
Saet : 17.30-18.30
Konsera destpêkirinê
Koroya Botanê
Meral Tekçî
Karmate
Chopy
Koma Hezex
Cih: Stadyum
Saet : 19:00-23:30
16 Gulan, În
Lîstikên heremî yên Botanê
Birrê , Dîk Dîkê Kulekuk, Şerê Gur, Şibelbel, Buku Zawa
Derhêner: Nazmî Duygu-Şengul Ay Yilmaz
Cih: Salona Sporê ya Girtî
Saet : 10:00-12:00
Panel
Mijar: Netewa demokratîk û jin
Moderator : Ferda Yilmazoglu
Beşdar: Selma irmak, Ayşe Gokkan, Mekiye Ormanci
Cih: Parqa Şaredariyê
Saet : 13:00-15:00
Guhdariya Muzîkê
Rojda
Cih: Parqa Şaredariyê
Saet: 20.00
Bernameyên gundan
Şano
Kom: Saziya Mem û Zîn
Cih: Cibriyê
Saet : 17:00 - 17:30
Konser
Koma Nergizê Botan
Hivron
Cih: Cibriyê
Saet :17:30-19:00
17 Gulan, Şemî
Panel
Mijar: Bûyerên kiryar-nediyar
Beşdar: Veysî Altay, Saadet Dayan, Mele Kasım Yîgît (Cizîr Meyader)
Moderator : Şerafettîn Elçî
Cih: Parqa Şaredariyê
Saet :10:30-12:00
Pêşbirka zanînê
Rêxistinên civakî yên sivîl: Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zîn, Mala Piştgirî û Perwerdehiyê ya Melayê Cizîrî, Kovara Hawar, Platforma Kedê, Yekîneya Karên Civakî û Şaredariyê
Derhêner: KURDÎ-DER
Cih: Parqa Şaredariyê
Saet : 13:00-15:00
Panel
Mijar: Civak û felsefeya ziman
Beşdar: Ferhatê Dengizî, Enise Ekincî, Hasîp Yanliç
Moderator : Yunus Orak
Cih: Parqa Şaredariyê
Saet : 15:30-17:30
Kom: Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Navê lîstikê: Xwezgînî
Derhêner: Şalîko Bêkes
Nivîskar: Şalîko Bêkes
Cih: Navenda Çand û Hûnerê y a Mem û Zîn
Saet: 19.00-20.00
Dîwana Denbejan
Kurdêya Spêrtî, Henîfa Şirnexî, Cemalê Mihê, Silêmanê Sofî, H. Ehmedê Şilyanî, Ape Yusuf, Dengbêj Muqades, Alîcane Pasûrê, H. Yusufê Farê.
Pêşkêşvan: Rêzanê Batû
Cih: Stadyum
Saet : 20:0-23:00
18 Gulan, Yekşem
Panel
Mijar: Civak û ol- alimên olî yên Botanê
Beşdar: Nurettîn Turgay, Ayhan Bîlgen, R. Îhsan Elîaçık
Moderator: Îsmaîl Yanik (Din-Der )
Cih: Parqa Şaredariya Cizîrê
Saet:10:00-12:00
Bernameya zarokan
Koroya Zarokan a Mem û Zîn
Şano
Pirtûkên çîrokan ên zarokên kurdan
Cih: Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zîn
Saet: 15:00-18:00
Guhdariya helbestan
Selamî Esen
Şervan Hêvî (tomara deng)
Welat Dilken
Moderator : Selamî Esen
Cih: Parqa Şaredariya Cizîrê
Saet: 17:00-18:00
Konsera dawî
Koma Sorxwîn
Xemlî Mor
Tahsin Xidir û Celo Qasim
Amel Mathlouthî
Cih: Çarkendal
Saet: 19:00-23:30
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Kurt Tarihi meseleya nasnameya kurdbûnê ya Bedîuzzeman digire dest