Merîwan
Festîvala Şanoya Kolanan a Merîwan a ser bi parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê di roja duyemîn de bi pêşkêşkirina 39 şanoyên navxweyî û navnetewî dewam kir.
Îro li Qada Bawereş a bajarê Merîwan bi pêşkêşkirina şanoya ‘Li vir kameraya şopandinê heye’ duyemîn roja festîvala şano dest pê kir.
Piştre li Parka Şano, Qada Stadyum, Deriyê Zêrebar, Parka Şine, Gundê Nê, û bajarokê Berdereş û gelek şanoyên din hatin pêşkêşkirin.
Şanoya dawî ku îro hat lîstin, şanoya ‘Newros’ ji welatê Ukranya bû. Ev şano li Deriyê Zirêbar hat lîstin û ji aliyê xelkê ve rastî eleqek baş hat.
Ji Rojnewsê hatiye girtin