Diyarname
Rêyên Hewayê yên Tirk (THY) piştî 17 salan sefera ji bo bajarên Iraqê ji nû ve da dest pê kirin.
Sefer dê tenê ne li bajarên Iraqê be, dê ji bo bajarên kurdan jî li dar bikeve.
Li gor daxuyaniya Wezîrê Ragihandinê yê Tirkiyeyê hefteyê sê rojan dê THY seferên xwe ji bo bajarên wekî Bexda, Silêmanî, Hewlêrê pêk bîne.
THY'ê herî dawî di sala 1991'ê de sefera xwe ya dawî ji bo Bexdayê pêk anî bû.


