Diyarname
Dengbêj Kazo roja 28'ê mehê borî li Stenbolê rakirin nexweşxaneya "Ozel Gaziosmanpaşa"yê û piştî rojek ji çar damarên wî yên xitimandî emeliyet kirin.
Dengbêj Kazo hê jî li nexweşxaneyê ye. Li gor agahiyên ku îro me ji kurê wî Ridwan girtin emeliyet baş derbas bûye, lê ji ber enfeksiyon negire û hinek din bê ser xwe dê demek din jî li nexweşxaneyê be. Îhtîmal ew e heta hefteyeke ji nexweşxaneyê derê.
Dengbêj Kazo li nexweşxaneyê odeya taybet de ye û ji ber vîrusê pê nekeve, yan enfeksiyon negire ji bilî malbatê kesî nagirin cem.
*
Nûçeyê Eleqedar:
- Dengbêj Kazo îro wê emeliyet bibe
- Dengbêj Kazo û xanima wî jî bi vîrusê ketin


