Diyarname
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo serokdewletî hilbijartin heye. Amerîkî ji bo 47'emîn serokdewletî hilbijêrin çûn cem sindoqên.
Va ye xal bi xal hilbijartiya DYA'yê:
- Li DYA'yê 4 salan carek roja duşema pêşî hilbijartin li dar dikeve.
- Berî hilbijartinê partî di kongreyên xwe de berendamê xwe diyar dikin.
- Berendama Demokratan Kamala Harris, Berendamê Komarparêzan Donald Trump e.
- Harris cîgira serokdewletê niha Joe Biden bû. Trump serdemek berê serokdewlet bû, lê 4 sal berê li hemberî Biden têk çû.
- Li DYA'yê "Electoral College" (Lijneya Yên Hildibijêrin) heye. Sala 2000'î George W. Bush ji reqîbê xwe hindiktir deng girtibûn Lê dîsa jî ew hat hilbijartin. Di sala 2016'an de Hilary Clinton ji Trump zêdetir deng girtibû lê Trump çû koşkê. Ji ber ku ev "Lijneya Yên Hildibijêrin" encam diyar kir.
'LIJNEYA YÊN HILDIBIJÊRIN' ÇI YE?
- Ev Lijneya Yên Hildibijêrin çi ye? Ev lijne ji 538 endamên bijarte pêk tê ku ew ji aliyê gel ve têne hilbijartin. Ev lijne serok û cîgirên serok diyar dike. Yên ku Zagona Bingehîn amade kiribûn ji bo eyaletan xurtir bike û ji bo pêşî lê bigire ku Kongre nikaribe yê/a serketî diyar bike biryara lijneyeke wisa daye. Ev lijne demokratik e yan na her bûye mijara nîqaşê.
- Dema hilbijêr diçin cem sindoqan raste rast deng nadin berendamê/a serokdewletî û cîgirê/a wî/ê, ew deng didin vê "Lijneya Yên Hildibijêrin" û wan hildibijêrin, loma jî di encamê de berendamek çiqas dengî digire wêdetir, di vê lijneyê de kî zede den girtiye girîng e.
- Berendamek ji bo bi ser bikeve ji 538 divê dengen 270 ev deleyên Lijneya Yên Hildibijêrin bigire.
- Ev 538 "Electoral Collage" di heman demê de temamê Senato û Meclisa Nûneran e. Ew di hilbijartinê de têne hilbijartin.
- Nûnerên Senatoyê ji bo 6 salan têne hilbijartin ku di her du salan carek ji sisêyan yekê vê beşê tê nûkirin. Li Meclisa Nûneran jî 2 salan carek hilbijartin li dar dikeve. Ji ber ku piştî hilbijartinê bi 2 salan carek din Hilbijartina Meclisa Nûneran li dar dikeve, ev hilbijartina ji bo serokê li ser kar jî girîng e ka alîgirên wî bi ser dikevin yan na.
REWŞA 'MECLISA NÛNERAN' Û SENATOYÊ
- Delege li gor serjimariya eyaletê têne diyarkirin. Mînak Kalîforniaya ku dor 40 mîlyonî nifûsa wê heye bi 54 delegeyan li nav Lijneya Yên Hildibijêrin de tê temsîlkirin, eyaletên nifûsa wan mîlyonek an kêmî mîlyonekî ye bi 3 delegeyan têne temsîlkirin. Kalîfornia, Teksas û New York eyaletên ku zede li meclisê têne temsîlkirin in. Li Meclisa Nûneran rewş bi vî awayî ye, lê li Senatoyê her eyalet wekhev tê temsîlkirin, yanê bi heman hejmarî nûnerî dişine Senatoye. Ev yek di dîroka Amerîkayê de wekî "Great Comprimise" (Lihevkirina Mezin) hatiye bi navkirin.

EYALETÊN RADÎKAL
- Li eyaletên ku Demokratên radîkal, yan jî Komarparêzên radikalin de encam diyar nabe, berevajî dengên eyaletên Swing States' (eyaletên bê biryar) diyarker dibe. Meyla wan ber bi kîjan berendamî/ê ve here, ew bi ser dikeve.
Nota dawî: Li gor saeta Tirkiyeyê li DYA'yê dengdanê dest pê kiriye, lê dîsa li gor saeta Tirkiyeyê encam êvara çarşemî, yan serê sibeya pêncşemî dê zelal bibe.
ÇEND NOT LI SER ANKETAN
- Real Clear Politics (RCP) di serdema hilbijartine de u ji eyaletan anket dane hev, encamek ji wan derxistiye. Li gor danheva ji 14 anketên bi giştî sedî 48.4 Trump li pêş dixuye. Li gor van anketan sedî 48.1 Harris dixuye. Yanê ferqek gelek biçêk li holê dixuye.
- Heta nava meha kewçêrê Harris her li pêş dixuya lê di du hefteyên daWî de Trumpî atak kiriye û Harris li dû xwe hiştiye. Pispor dibêjin her du berendam ser bi ser diçin.
- Pispor berê xwe didin "Eyaletên Bêbiryar" (Swing States) û diyar dikin ku ev eyalet dê encamê diyar bikin.

***



