Diyarname
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) îro daxuyaniyek weşand û pirsa rêveberê rêxistina DBP'ê ya Şirnexê Hurşît Kulter kir.
Kulter roja 27'ê vê mehê hat binçavkirin û ji wê rojê de tu agahî jê nehatiye girtin. Mebûsên HDP'ê ji Wezareta Karên Hundir, Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê pirsî, malbatê serî li dozgerî da lê ji tu cihan ve agahî jê nîn e. ÎHD'ê jî îro daxuyanî weşand, pirsa "Hurşît Kulter li ku ye?" kir. Komeleyê got ku bavê wî serî li komeleya me daye, bang li Saziyên Sivîl kiriye ku ew ditirse kurê wî di encama kuştinek kiryar nediyar de bê winda kirin û westiye ji bo vê yekê serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê kirin.
Komeleyê bi banga lezgîn bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê kir ku bikevin nav tevgerê.
Her wiha di axaftina Koma Meclisê de îro Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî îro Kulter anî rojevê û got ku ger Wezîrê Karên Hundir xwe wezîr dibîn bila binêre rêvebereyekî partiyê ev çar roj in winda ye.


