Diyarname
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan ku li dijî "Dîwarê şermê" ketibû rojiya mirinê îro çalakiya xwe bi dawî kir û ji bo bê başkirin rakirin nexweşxaneyê.
Gokhan ev 9 roj bûn li ser sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de ketibû rojiya mirinê.
Di vê navberê de rayedarên BDP'ê ji bo betalkirina dîwar her bi rayedarên hikumetê re di nav têkiliyê de bûn. Rayedaran soza dê dîwarê lê nekin da û li ser vê yekê Gokhan îro dawî li çalakiya xwe anî. Piştî dawîlêanîna çalakiyê dixtorên TTB'ê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Gokhan niha di bin çavdêriya dixtoran de ye.


