Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş li ser daxuyaniya hevbeş a heyetên HDP û AKP'ê ya li ser pêvajoya çareseriyê axivî. Vaye ji axaftina Demîrtaş:
- Her du aliyan bi hev re gav avêtiye. Ji bo azadbûna Tirkiyeyê û aştiyê em derbasî asteke krîtîk bûne.
- Em gelên tirkiyeyê bi hev re aştiya xwe çareser bikin
- Ji aliyê demokrasî û azadiyan ve hikumet mecbûr e gavan biavêje. Dê paketa ewlehiyê ku niha li meclisê de çi bibe emê bibînin. Hikumet bi paketa ewlehiyê nikare ber bi aştiyê ve here. Di vî warî de hikumet dê gavên erênî biavêje yan na, emê bibînin û li gor wê dê gav bêne avêtin.
- Gere gavên ji bo zagona bingen a nû bêne avêtin.
- Ev gav ne xilaskirina desthilatdariyê ye, ne jî ji bo AKP'ê şêlafî ye, kî wisa bibêje dê eyb bike. Ev gav gava aştîxwazên Tirkiyeyê ne, ne diyariya hikumetê ya ji bo me ye.
Li ser pirsa "PKK dê kengê kongreyê li dar bixe" jî Demirtaş wisa got: "Dema li ser 10 xalan konsensus çêbû dê banga kongreyê bê kirin."
**
Nûçeyên eleqedar:


