Peyvên ji bo têkiliya cinsî ya nêr û mê
Zeynelabidîn ZINAR
Çendî ku ev babet mustehcen e jî, lê di meseleyên olî û zanistî de þerm, eyb û mustehcentî tune ye.
Vê sibehê kevneserokê Komeleya Nivîskarên Kurd a li Swêdê rêzdar Slêman Demir, pirsek li ser babetê têkiliya hesp û mehînê ji bo min hinartiye. Ez xwe xwe sêwirîm û min got ku nexwe pêdivî bi weþandina nivîseke li ser babetê têkiliya nêr û mê jî heye.
Piþtre min jî telefonê Pîrê Xerzanê rêzdar Ebdulah Celanî kir û alîkarî jê xwest. Spas ji bo herdu biraderan.
Diyar e ku têkiliya nêr û mê, çi meriv û çi jî sewal û ajal bin, normal bi hevûdu re çêdibe. Ez ê navê têkiliya wan li jêrê binivîsim.
Pêþî sewal û ajal:
ÇÊLEK:
Dema ga yan conega radibe ser çêlekê, ji wê têkiliyê re GON tê gotin: Çêlekê GON xwar. Ga yan jî conega li çêlekê DAKET.
MIH û BIZIN:
Dema beran radibe ser miyê, tê gotin ku miyê GON xwar.
Ji bo bizinê jî, GON tê gotin.
MEHÎN:
Dema hesp radibe ser mehînê, tê gotin ku mehîn hate KIÞANDIN.
Lê dema hesp radibe ser mehînê, ji bo karê wî LÊDAKETIN tê gotin.
Hin caran li Kurdistanê mehîn ji keran jî têne kiþandin û navê zarûka ku ji mehînê çêdibe jî HÊSTIR e.
MIRÎÞK:
Ji bo gona mirîþkê çi tê gotin nizanim, lê ji bo dîk FISSkirin tê gotin. Yani dîk fiss dike mirîþkê.
Dibe ku ji bo kevok û kew jî, FIS tê gotin.
PISÎK:
Di meha sibatê de, dema gonê pisîkan dest pê dike. Ji bo wan GONEVÊN tê gotin. Lê li hin herêmên Kurdistanê ji bo wan TIRNAWÎ jî tê gotin. Yanî dema TIRNAWÎya pisîkan e.
DÊLIK:
Dema gonê dêlikan tê û seg radibe serê, jê re BA tê gotin.
Gotineke Pêþiyan jî li ser wê yekê heye: ”Eger dêlik bi BA be, seg ji Bexdadê tên.”
DÊLEGUR:
Ji bo dêlegurê çendî ku BA jî tê gotin, lê bi piranî GONÊR tê gotin: Çaxê GONÊRa guran e.
Çawa ku nemir Ehmedê Xanî jî di Nûbihara Biçûkan de diyar kiriye, ji bo mirovan jî wiha tê gotin.
JIN Û MÊR
Navê têkiliya jin û mêr a cinsî, GAN e. Di karê GANê de, mêr NIYANdin dike.
Eger ew kar bi razîbûna jin û mêr be, GAN û NIYANdin têne gotin.
Ji bo wî karî çendî ku KUTAN jî tê gotin, þaþ e. KUTAN tenê di du rewþan de tê gotin:
a) Eger têkiliya cinsî ne bi razîbûna jinê be, ji bo mêr tê gotin ku filankeso KUTA filankesê.
b) Di çanda dijûn sixêfan de tenê KUTAN tê gotin.
Hêvîdar im ku ciwanên me li ser babetên wisa lêkolîn bikin û navê her tiþtî bi rêk û pêk sererast bi kar bînin.
Zimanê kurdî pir dewlemend e…
11/ 09/ 2020