PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ
Cîhan Roj
Îro, ji alî heyetên hikumet û HDP ê ve daxuyanî hate dayîn. Gavên wisa helbet ji bo her kesî, her sazî an jî derdorî mehneyên xwe hene.
Ji kêfxweşiyê, belkî ji hêviyê ji dilê min hat nivîsekê lêkim. Di serî de dikarim bêjim, dem ew dem e ku kurd li her parçeyî, li dinyayê ber bi jiyaneke xweş û demokratîk ve gavan diavêjin. Heya berî çend salan wextê me peyva “kurd” dibihîst kurdên bajariyên me, kurdên bakur bi yekcarî dihat hişê me. Îro wextê em peyva kurd dibihîzin, Êzidiyek Şengalî, xortê Rojhilatî yê kap li stuyê wî, ala li Başûr, Kobanî, dayikên aştiyê, Suryanî, Alewî, Tirkmen pê re têne bîra me. Ev diyardeyek e ji bo kurdan; Ji Selahadînê Eyûbî heya rêberên dema me serokên kurd li ser fikir û humanîzmayê hedefên xwe saz kirine. Ji bo mehne û meriyeta wê diyardeyê, roja me û halê însanetiyê, demokrasiyê li me ferz dike.
DAIŞ rastiyek e ku bi tevî halê pêşkeftî yê însanetiyê, di dema me de, ne belî ye bê çi wextî çi bela li serê me û serê însanetiyê xwe bidin der. Bi pêşkeftinên teknolojîk re, bi halê bi qeyran yê însanetiyê re, rîsk jî tije ne. Helbet, li Rojhilata Navîn kurd, gavên ku kurd ji bo hev, ji bo gelên din diavêjin muhîm in.
Bi tevî rîskan li Kobanî rastiyek din hate selmandin ew jî ev e ku wextê rîsk xwe bidin der, kurd û mirovahî dikarin li nirxên însanî xwedî derên. Wekî nivîskar, derdorên sîvîl, rewşenbîr… Ji bo jiyaneke azad xweştir li Kurdistanê û li herêma me û li dinyayê hêvî muhîm in.
Helbet bi qasî siyasetmedaran nêziktêdayîn û fikrên saziyên sivîl muhîm in. Kî çawa difikire nizanim lê li gorî min di hin gav û qeraran de divê em bi bawer bin ku yên li Başûr, yên li Şengalê, li Rojava, Rojhilat bi qasî ku canê xwe bidin têkoşiyabin helbet ji bo welatê xwe ji gelek kesan hesastir in.
Helbet pêşî demokrasiya di nava kurdan de muhîm e û li gorî min ji bo vê gelek gav hatine avêtin, têne avêtin, di meriyetê de têkilî xurttir dibin. Lê em dizanin ku şertên parçeyan yên xweser hene. Bêyî dirêj bikim, heke proje û fikrên kî hebin, rexneyên kî hebin wê ji bo demokrasiyê û gavan bi fêde bin. Lê bi klîşe û bi hêrs û nefreta siyasî gerek em nêzîkahî li hev nekin. Jiyan bi fikir, siyaset, çand û hunerê şikil digire…
Pir kêfxweş im ku wê xwîna ciwanan neherike. Helbet çîrokên nû dest pê dikin. Kî wê çawa çîrokên jiyana siyasî lê bike em nizanin, bi tenê destpêkek mijar e. Ya muhîm ew e ku zînetek fikrî ya demokratîk li her deverî esas tê girtin yan jî tê îfadekirin.
Wekî kesên bi qelemê re mijûl qenebe em karibin zimanê xwe ji klîşeyan bikin, ji bo zimanê xwe li jiyaneke demokratîk û bedewtir bifikirin ê hêviyên me xurttir bin.
Wekî nûçeyeke bixêr, vê sibehê, bi halê bi heyecan tevgeriyam… Ev jî halek jiyanê ye.


