10 weþanxaneyên kurd û saziyên sivîl li Fûara Amedê ne
Diyarname
Fûara Pirtûkan a Amedê gelek weþanxaneyên kurd, saziyên sivîl ên kurd dike mêvanên xwe.
Li ser axa kurdan fûara pirtûkan a herî mezin Fûara Pirtûkan a Amedê ye ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin. Wekî salên borî îsal jî gelek weþanxaneyên kurd di fûarê de amade ne.
Fûara Pirtûkan a Amedê îsal 4'emîn car wê deriyên xwe ji bo mêvanan veke. Fûar îsal roja 14'ê vê mehê lidar dikeve û heta 19'ê mehê dêl dar be. Diruþma fûarê "Rêwîtiya ber bi erdnîgariya qedîm a nivîsê ve" ye. Îsal lidor 150 weþanxane û saziyên sivîl dê standê vekin û li dor 300 heb jî çalakiyên çandî dê lidar bikevin. Di nav çalakiyan de gelek çalakiyên bi kurdî jî hene.
Di fûarê de 10 weþanxaneyên kurdan ên wekî Weþanên ARAM (Salon 2, no 201 B), Weþanên AVA (Salon 2, no 103 B), Weþanên AVESTA (Salon 2, No: 704), Weþanên BELKÎ (Salon 2, No: 103 C), Weþanên DENG (Salon 2, No 305 B), Weþanên LÎS (salon 2, No: 604 A), Weþanên NUBIHAR (salon 2, No: 605) Weþanên RONAHÎ (Salon 2, No: 804 D), Weþanên VATE (Salon 2, No: 103 A) û Weþanên ZÎBEQ (Salon 2, No: 205 B) standê vedikin.
Her wiha Weþanên Evrensel ku weþanxaneye çepgir e û bi kurdî jî pirtûkan çap dike dê di fûarê de (salon 2, no 602 A) standê veke.
Ji saziyên kurdan Weqfa Îsmaîl Beþîkçî, TZP û Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd û Nûneriya PEN'a Tirkiyeyê ya Amedê dê dê standê vekin.
Ji bilî van, di warê kovaran de jî kovara "Kurt Tarihi" û kovara Tîrojê dê di fûarê de standê vekin û danasîna xwe bikin.
Ji þaredariyên kurd jî Þaredariya Kayapinarê û Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî beþdarî fûarê dibin.
Têbinî: Di nûçeyê de me navê Weþanxaneya APEC'ê nenivîsandibû. Em hatin hiþyarkirin ku Weþanxaneya APEC'ê jî beþdarî Fûara Amedê dibe. Em vê kêmasiya xwe sererast dikin. (Ev not roja 12.05.2013'yan de il vê nûçeyê hatiye zêdekirin.)
***
Nûçeyê eleqedar:
- Weþanên Avesta bi çalakiyan li Fûara Amedê ye
- Ahmed Arîf vê carê bi lîstikek þanoyê li Amedê ye
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.