logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Serdemeke nû: HDP û AKP'ê bi hev re daxuyanî dan

Heyeta Îmralî û nûnerên AKP'ê îro li Qersa Dolmabahçe ya Stenbolê hatin ba hev û li ser pêvajoya çareseriyê bi hev re da

  • Dîrok: 28/02/2015
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Heyeta Îmralî û nûnerên AKP'ê îro li Qersa Dolmabahçe ya Stenbolê hatin ba hev û li ser pêvajoya çareseriyê bi hev re daxuyaniyeke dan çapemeniyê. 

Ji Heyeta Îmralî ya HDP'ê Pervin Buldan, Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken ligel nûnerên hikumeta AKP'ê, Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Efkan Ala li Dolmabahçeyê bi hev re daxuyanî dan.

Pêşî Onder dest bi axaftinê kir û metna nivîskî xwend. Onder got ku ew li serdemeke dîrokî ne, ji serî heta îro pêvajo bi guherandina dewletê ve girêdayî ye. Onder wisa got: "Heta niha fikra serdest a dewletê ev mesele tenê wekî amûra desthilatbûnê bikar aniye, kiriye qurbanê şîdeta naguhere. Heta ku têkilî ligel aştî û demokrasiya navneteweyî neyê girêdan, nikare di asta dewlet û gel de aştiya demokratîk, maf, edalet û wekhevî çêbibin. Pêvajo divê li gor qebûlkirina hebûna hemû derdorên di dîroka komarê de hebûna wan nehatiye qebûlkirin bidome. Berpirsiyariya ku dîrokê daniye ser milê me çareserî jî, xitimandin jî teNê bi axa me ve negirêdayiye, ev yek dikare bandorê li herêmû her wiha li dinyayê jî bike."

Di daxuyaniyê de balê dikişîn eser guherîna hevkêşeyên ku sed salin didomin û tê gotin ku pêvajoya diyalogê hatiye astake cidî, berpirsiyarî û fermî.

Onder gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wisa ragihand: "Pêvajoya çareseriyê ya 30 salan dom kiriye me ber bi aştiya mayinde ve dibe, hedefa me ew e ku çareseriya demokratîk çêbibe. Li ser xalên li hevkirî ji bo biryara dîrokî û stratejîk bê girtin ez bang li PKK'ê dikim ku biharê kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Ev vexwendin ji bo ji dêvla têkoşîna çekdarî vexwendina têkoşîna siyaseta demokratîk e."

Hem ji aliyê demokrasî, hem ji aliyê aştiya mezin ve şalên ku li ser sekinîne:

- Siyaseta demokratîk, pênas û naveroka wê.

- Li qada herêmî û neteweyî çareseriya demokratîk bê naskirin.

- Ewlehiya demokratîk û zagonê ya ji bo hemwelatiya azad.

- Têkiliya demokrasiyê ya bi dewlet û civakê re û ji bo ev yek xurt bibe sernavê li ser bêne nîqaşkirin.

- Asta sosyo-ekonomî (civakî-aborî) ya pêvajoya çareseriyê.

- Têkiliya çareserî ya demokrasî û ewlehiyê, ji aliyê sazkirina ewlehiya raya giştî û parastina azadiyan ve bê nîqaşkirin.

- Çareseriyên zagonî yên ji aliyê ekolojî, çand û jinê ve û ewlehiya wan.

- Têgeha nasnameyê, pênaseya wê û ji bo naskirina wê pêşxistina fikra demokrasiyê.

-  Pênasekirina bi pîvanên demokratîk a milet, welatê hemdem û komara demokratîk, di nav pergala pircureyî ya demokratîk de sazkirina ewlehiya zagonî û zagona bingehîn.

- Zagona Bingehîn a nû ku van hemû gavên demokratîk bigire nava xwe.

Endamên Heteyê Sirri Suryeya Onder got ku di vê gavê de ew wekî HDP bang li hemû derdorên demokratîk bibin, piştgiriya muzakereyên demokratîk û pêvajoya çareseriyê.

Piştî Onder, Cîgerê Serokwezîrê Tirkiyeyê û nûnerê hikumetê Yalçin Akdogon axivî û got ku di pêvajoya çareseriyê de bi jidilbûn û dilpoliyê emê bigihîjin encamê û wisa dom kir: "Ji bo destjêberdana çekan xebat lez bigirin, ji bo bi temamî çalakî bêne rawestandin û siyaseta demokratîk wekî rêbaz bê pêşxistin, em vê daxuyaniyê girîng dibînin. Çek ji holê rabin dê pêşketina demokratîk jî lêz bigire."

Akdogan her wiha got ku zagona bingehîn a nû dê ji bo gelek pirsgirêkên bingehîn û pirsgirêkên ku hatine asta nayên çareserkirin bibe firsenda çareseriyê.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Cengiz Çandar li ser 'Pêvajoya Aşitî û Çareseriyê' diaxive

ad

Hejmara şaredariyên kurd ên kayyûmê dest danîne ser

ad

Amed Spor bi 3 golan derbasî Dora 4'an bû

ad

EZ(adî)

ad

Kurd bi Feqiyê Teyran serbilind in

ad

Tîmên kurdan ên di Kûpaya Tirkiyeyê de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname