Diyarname
Prof. Kadri Yildirim jî di nav de 51 kes sewqî dadgehê kirin. Dozgeriyê ji bo 29 kesan daxwaza tewqîfkirinê xwest.
Kesên di çarçoveya operasyona dijî Zanîngeha Artûklûyê ku bi îdîaya di îhaleyan de karên nelirêtî (fêlbazî, gendelî) hatiye kirin nezî 70 kesî hatibûn binçavkirin.
Duh ber êvarkî li Edliyeya Mêrdinê 51 kes dozger girtin bin lêpirsînê. Lêpirsîn heta sibê dom kir û îro jî didome. Dekanê Beşa Hunerên Bedew Prof. Dr. Zekiye Sarikartal jî di nav de 22 kes hatin berdan.
Cîgirê Rektor û Midûrê Enstîtuya Zimanên Dijîn Prof. Dr. Kadri Yildirim jî di nav de 29 kes bi îdîaya "ji bo sûcê bikin rêxistin ava kirine, endamê rêxistinê ne, di çarçoveya rêxistinê de di îhaleyan de fesadî kirine, li hemberî saziyê karê nelirê hatiye kirin, agahiyên veşarî eşkere kirine" ew şandin ber dadger. Dozgerî ji bo van 29 kesan ji dadger xwest ku wan tewqîf bike.
Lêpirsîna wan îro jî didome. Li bendê ne ku heta êvarî rewş zelal bibe.
Di vê navberê de parêzer Mehmet Emin Aktar ku di heman demê de parêzeriya Prof.Yildirim jî dike duh çû cem Yilidirim û dûre di twittera xwe de ragihand ku tu pirsên karên nelirêtî ji Yildirim nehatine kirin.
Têbinî: Ev foto jî ji Twittera Aktar hatiye girtin.
...Agahiyên nû her ku bên emê ragihînin...
***
Nûçe û nivîsên eleqedar:
- OPERASÎYONÊ ARTUKLÎYÎ
- Komeleya Nivîskarên Kurd xwest Prof. Kadri Yildirim bê berdan
- Zanîngeha Artûklû daxuyaniyeke weşand