Meseleya donê gur
Cihan Roj
Jiyana kurdan, nexþ, motîf û tabloyên jiyana Kurdan, di edebiyata kurdî de bi kurdan balkêþ nayê. Ev bo pirofîla nivîskarî û xwendevaniya kurdî rewþeke muhîm e ku bi gelmeperî wisa ye. Wextê ew tablo bi zimanên biyanî, di edebîyatê de têne nivîsîn gellek bala xwendevanên zimanê biyanî dikiþînin. Li pey navdariya wan qeleman, xwendevanên kurdî, heta hin meþhûrên kurdan jî vedigerin, bi wan qeleman "xwe tatmîn" dikin! Di serî de medya, pê serbilind dibe lê navê wê rastiyê qewîkirina dîwarên li hemberî kurdî ye!
Mi di medyayê de xwend ku Kawa Nemir û Selamî Esen kitêveke Murat Ozyaþar (Ew nivîskarekî edebîyata tirk e, Amedî ye, kitêbeke wî bi navê "Sarikahkaha" bi tirkî hatiye weþandin di sala 2006'an de. Mi heya niha berhemên wî nexwendin e lê xwedî xelat e, her kes ji nivîskariya wî gellek razî ye. Tê gotin ku berhemên wî li zimanên dîtir têne wergerandin.)
Di wêneyê berga paþ a Kelogirî de ev hevok ji kitêvê hatine par vekirin:
"Her kes li dû miriyê xwe dike tîqetîq. Ev e; tu nebê navê vê krîzê, navê vê tîqetîqê ye kenê bêxwê."
Ew tablo di jiyana kurdan de gellek balkêþ e. Heman tabloyê mi di sala 2008 an de di helbesta, Ken Li Dû Miriyan( Aqil Diçe Sewda Dimîne, Weþanên Do) de bi vî awayî lêkiribû:
"(mirî vediþartin û hemî hêstran bi kenên tîr re diherikandin)
……………………
mirî vediþartin û li dû dikeniyan...
niha ez her roj dikenim piþtî ku hin ristan vediþêrim.... "
(Ji helbesta "Kenê Li Dû Miriyan", Aqil Diçe sewda Dimîne ,2006)
Nîyeta mi ew e bi bîr bixim jiyana Kurdan, di edebîyatê de, bi Kurdî bala Kurdan nakiþîne, çimkî bi wan nas tê an jî ew dijîn, wexta çav bi wan tabloyan dikevin dev ji cîhana edebî a metnê de berdidin, ti sir û raza metnê bo wan namîne! Ev xêz û tabloyeke muhîm a edebîyata Kurmancî a dema me ye! Gerînekeke din jî "polîtîka" ye ku di gellek nivîsan de mi hewl dabû balê bidimê.
Wexta ew jiyan bi zimanê biyanî tê nivîsîn ji alî xwendevanên biyanî ve xweþ tê pêþwazî kirin, balkêþ tê dîtin çimkî cîhana xwendevaniya biyanî ji derî qalib, ezber, rewþa polîtîk û hin agahiyên oryantalîst hay ji detay û kelûpelên jiyana kurdan nîn in. Ew metn û qelemên metnan têne nasîn. Nivîskarî û xwendevaniya kurdî (ji ber gelek sebeban ku hê jî bi xwe ne beled e, an jî ji ber ku nayê nasîn…) vedigere xwe li wan metnan digire bo avakirin, hebûn û belkî tatmîna xwe a edebî, polîtîk bo xwespartinê !
Yaþar Kemal yek ji wan kesan e ku hem nivîskarekî edebîyata dinyayê ye hem jî referansên edebîyata wî, þêwaza wî, teknîka nivîskariya wî bo edebiyata me balkêþ e çimkî wî gelek sûd ji kultura devkî a kurdî girtî ye. Mi nivîsek du nivîsên di derheq "Kelogirî" de xwendin, tê gotin ku Murat Ozyaþar jî ji kultura devkî sûd werdigire.
Li vir gengêþî, polemîkên ji bo "Kurdî-Tirkî", nivîskariya wan didim hêlekê. Vê pirsê dikim;
"Jiyana kurdan bi kurdî xweþ tê îfadekirin an bi zimanekî biyanî?" Baþ e, (bawer nakim di serî de ew nivîskarên bi zimanê biyanî dinivîsînin jî bêjin, bi zimanekî biyanî xweþtir tê nivîsîn… Helbet taqeta edebî, meselên nivîskariya ên din jî hêmanên sereke ne.)
Heke wisa be, çima berhemên bi kurdî li zimanên biyanî nayên wergerandin, bi wî awayî, jiyan û coxrafya kurdan, a kurdî bi xwendevanên biyanî nadin naskirin? Bersiv basît e, di serî de, hin wergêrên kurdî ne bi wê baweriyê ne ku di kurdî de berhemên mirov karibe li zimanên dîtir wergerîn e nîn in! Wisa difikirim ku ew li gorî pêdiviyên wergerê kurdî naxwînin, ev ne îtham e, karwanî dibe sebeb em bigihijin encamên wisa… A din, wergerandina berhemên kesên naskirî avantajên rojane û deng tîne bi xwe re, ev jî wekî rexneyeke çors xuya bike jî, bi salan e ji ber sekn û nêzikahiyan, em lê difikirin!
Ji dilûcan mereq dikim bê "Sarikahkaha" û "Kelogirî" heman tesîrê li xwendevanên kurdî dikin an na (helbet serkeftina wergerê muhîm e, tesîra wê ê hebe) Bersiv na ye çimkî ew jiyan an jî metn bi awayek bi gelek hêlên xwe ê bi xwendevanên kurd ne biyan bin û ê tesîrê li wan neke! Heta ez pirsê bi wî awayî bikim; gelo Murat Ozyaþar bi heman taqeta xwe a edebî wan berhemên xwe bi kurdî binivîsîya ê çawa bihata pêþwazîkirin? Bi îhtîmaleke mezin ê bigotina, berhemên wî giran in!
Xemgîn im ku Kawa Nemir li detayên wisa nafikire; ew li hêlekê, her hevoka xwe li ser azadiyê saz dike heta xemgîn e ku ala kurdan nîn e lê li alî din nakokiyên wisa ecêb dijî! Belê, gavên wisa ji bo Kawa Nemir wekî nakokî dibînim!
Ne li dij im ku Murat Ozyaþar bi tirkî dinivîse, bi gotinên basît nabêjim bila bi kurdî binivîse, ew, nivîskariya wî xwedî rastiyên xwe ne û ê gelek kesên mîna wî wê nivîskariya xwe bidomînin çimkî nivîskarî bi tenê ne tercîh e. A muhîm ew e ku Kawa Nemir û ew medyaya azadîxwaz bi awayek ji nivîskar û xwendevanên kurdî re dibêjin, binihêrin, çareya meþhûrbûn û naskirinê ew e ku hûn bi zimanekî biyanî binivîsînin! Medyaya li pey ajîteyê ye, bo diruþmeyekê dikare ziman û hezar tiþtî bike qurbana "xwe"!
Ruh bi hezîmet be, çav girtî bin, gotin çiqas qure û fîþalî bin jî mehneya xwe nîn e. Sekna mirovan a siyasî, mafdariya wan, temsîliyeta ku ew dikin meselên dîtir in lê ji salên nodî de em þahidî jê re dikin ku "gêjgerînekeke wisa" heye!
Kurdên bi zimanên biyanî dinivîsînin, tu gotin bo wan nîn e. Wekî me gotî, nivîskarî bi tenê ne meseleyeke ji tercîhê ye. Daneheva wan kesan, fêdeya wan kesan, taqeta qelemên wan, têkiliyên qelemên wan meselên dîtir in mirov dikare lêbikole, bigengêþe…
Li ku ye bêjim, "mixabin" edebîyateke kurdî heye, hûn ê biavêjin ser kê û bikin qurbana çi hewesan !
Þêxo Filîk gaveke xweþ avêtibû, ji çîrokên kurdî bijarteyekê amadekiribû li tirkî weregrandibû. Gelo Kawa Nemir nikare heman gavê di îngîlîzî de biavêje? Çima jiyana kurdî bi saya wergerên ji kurdî di ziman û edebiyatên din de nayê gengêþîn, nayê jiyîn!
Em hev nexapînin, an hûn bi edebiyata kurdî ne bawer in, hûn berhemên hêja ên ji bo wergerê nabînin an jî hûn bi kurdî naxwînin, lêkolînan nakin, haya we ji edebiyata we nîn e ku hûn di qada wê edebiyatê de doza azadiyê dikin!
Gotina tehl bila bimîne li min, heyf e! Heke min bi îngilîzî zanibûya di serî de min ê ji alî edebî û hunerî ve bi kêfxweþî çend helbestên Kawa li îngilîzî weregrandina ku bi wî awayî helbest di helbestên gelek helbestvanên kurdî de hene ku mirov karibe guldesteyekê jê amade bike û li zimanên din wergerîne. Baþ e, çima Kawa û kesên wekî Kawa di wergerê de kêrhatî û bi çîk in nakevin nav hewl û înadeke wisa!
Mesele kurt e, rewþenbîrî, entelektuelî û hin ji nivîskariya kurdî, Evdalê Zeynikê naxwîne, pêxim bi Siyabend û Xecê naxe lê dikare bi kurdbûna Yaþar Kemal tatmîn be. Heman kes, bi awayek derûnî û vehesînî ve, îhtîmal lê nagirin di kurdî de jî jiyana kurdan, bajar û takekesiya kurdan bi awayek edebî tê nivîsîn lê wexta detayên jiyana wan bi zimanên dîtir tê nivîsîn û di zimanên din de tê qebûlkirin ew pê tatmîn dibin!
Behsa birînekê dikim, ne wisa be ez berî her tiþtî berheman, taqeta edebî muhîm dibînim, her nivîskar li gorî qelema xwe bimehne ye lê bêyî xwe li gotinên teyîsok û manîpûleyî bigirim dibêjim, zimanê min ê edebî kurdî ye, jiyana kurdî, arîþeyên wî, azadiya wî, hewlên bo kurdî bo min gelek muhîm in…
Di vê çarçoveyê de, donê gur di serê gur didin, bi wî awayî zimanê kurdî di qada edebî de derfetan li xwe geþ nake. Bila ew berhem jî werin wergerandin lê wexta mirov navê Kawa Nemir dibihîze hêviyên mirovan, daxwaz û bendewariyên mirovan diguherin.
Wekî kevanekê vê bêjim ku Kawa Nemir yek ji fîgûrekî muhîm û balkêþ ê nifþê nodî ye. Kesekî gelek jêhat, kêrhatî û bi feraset e. Ji kovargeriyê bigire heya helbestvaniyê ew qelemek hêja ye. Herçî werger e ew her li ciyê xwe ê birûmet e. Lê heya niha gotin û nivîsên wî ên di derheqê romanên kurdî de, berhemên kurdî de hîç bala min nekiþand çimkî giþ gotinên "alîkariyê" bûn ji ber wê jî diruþmeyî bûn, exlebe gotinên di derheqê romana kurdî de giþ sayakî bûn… Bi qasî xeyalên xwendevanan nas û dostên mirovan jî bo mirovan bi xeyal in, bi hêvî ne, carna mirov li xwe vegere û li wan xeyal û bendewariyan bifikire belkî mirov hin li pirsan bifikire. Zanîn, behredarî û berhemdarî tiþtek in, kêlîkekê hay lê bûn tiþtekî din e, ferqa di navbera þîret û rexneyê de, a rastî pirsan de ew e, rexne û pirs dibin sebeb mirov li xwe vegere þîret qalib in û têkiliyeke çors dide der. Hewla vê nivîsê ew e, bibe sebebê pirsan.
Kawa Nemir têra xwe tê nasîn, navdar e, hewcedariya wî bi gav û gotinên "flaþ" nîn e, îcab nake ku mirov bi bîra mirovên wisa bixe bê me destê xwe xistiye bin kevirê çawa? Dilsozî, hestiyarî, xatir, ego, carna valahiyên ku mirov dikeve nava wan… giþ normal in, însanî ne lê kurdî û nalînên ji wî warî tên… Belê rengê hevokan ji hestiyariyê tê xuyakirin ger wisa be jî têra xwe hiþî ne!
Texmîn dikim, ê li ser maseyan bêjin, neteweperwerên me ecêb in, kitêva Ozyaþar li kurdî hatiye wergerandin bertekî rê didin! Bila wisa bêjin, ew gotinên wan ji bo vê nivîsê bibin delîl bê halê wan çi hal e, bê çawa bi sayakî û bi manîpûle û bi "heyranîyan" re bi def û bi zurne ne! Qet nebe çend kes dizanin bê ez çawa serê xwe bi nivîskariya Yaþar Kemal re diêþînim da ku karibim têkiliya qelema wî û wê kultura rengîn a devkî a kurdî têbigihîjim… Heke derfet bibînim ez ê wê kitêva Ozyaþar jî bi heman nîyetê bixwînim, lê, ne mîna we ye heyran!