Diyarname
Kedkarê çapemeniya kurd Mehmûd Onder bi gotina hevalên wî "Mamoste" ku ev salek bû nexweş bû û dihat dermankirin, di encama salek de rewşa wî negherî û niha dest bi kemoterapiyek din kir.
Mehmûd Onder ev 37 sal in rojnamegerî dike. Di sala 1977'an de li Amedê bi nivîsandina gotaran dest bi kar dike, di nav DDKD'yê de cih digire, demekê li Amedê Serketeriya Diyarbakir Yol-îşê dike, di dema Derbeya 12'yê Rezberê de gelek caran tê girtin û rastî îşkenceyan tê û berê xwe dide sirgûniyê. Onder bi gotina hevalên wî "Mamoste" li Danîmarkayê bi cih dibe.
Di sala 1995'an de di Med TV de dest bi kar dike û heta salek berê di hemû televîzyonên kurdan ên li ser vê xetê de kar dike. Nûçe pêşkêş dike, bernameyan saz dike... Lê Mamoste salek berê dîsa vê mehê bi nexweşiya qansêrê dikeve. Dixtor piştî teşhîskirina nexweşiyê dest bi dermankirina wî dikin. Bi sarelk derbas dibe lê dibêje ev dermankirin bi kêr nehatiye û tumor di laşê wî, ango di hestiyan de belav bûye. Dixtor ji bo Mamoste Mehmûd Onder pêşniyara guhartina rêbaza dermankirinekê dikin û pêre dest bi kemoterapiyê dikin.
Niha Onder ji ber vê nexweşiyê kemoterapiyê dibîne û li gor gotina dixtoran 30 hefte ev kemoterapî dê bidome û hêvî ew e ku bi vê tumor kêm bibin û êşa di laşê wî de kêm bibe.
Hêviya me ew e ku Mamoste Mehmûd Onder gavek zûtir baş bibe û careke din derkeve pêşberî ekraran.
***
REKLAM:
Li ser 'Mîrîtiya Kurdan' dosyayek û gelek agahî