Cîhan Roj
Ji ber ku lêkolînên qadî nehatine kirin, ferhengên berhevkariyê û karên wisa, yên baş, ne bi rêk û pêk in, bêtir di qada medyayê de derbarê têgehan de tengasî dertên meydanê. Min wextê nûçeyeke Diyarnamê* xwend bi têgeha “nelirêtî” yê re ev rastî bi bîra min hat. Di nûçeyê de ew têgeh ji bo “yolsuzluk” a tirkî hatiye bikar anîn.
Di kurmancî de, qe nebe li devera me, têgeheke wisa jixwe dihat/tê bikaranîn: “Fêlbazî”
Ne bi xelet bim, “fêl” awayê xirabûyî yê peyva “faîl” e. Paşgira ‘baz’ wateya neyînî, ya nebaşiyê lê bar dike. Têgeh wateyeke wisa dide der ku, karê ne li rê pêşî tê sêwirîn, dû re tê kirin. Herwekî, “dekbaz” (ji bo derewên hatî sêwirîn, ne di mehneya derewçînde ye), “canbaz” yên ku di karê bazarê de bi temamî li dû berjewendiyên xwe ne bo wan tê bikar anîn.
Fêlbaz: Yê/ya ku karê fêlbaziyê dike.
Dekbaz: Yê/ya ku bi pîlan derewan disêwire, wisa bi ser dikeve ku kes bi rihetî nikaribe.
Canbaz: Yên ku di bazarkirinê de bi temamî berjewendiyên xwe diparêzin, di bazarê de hinekî bêînsaf tevdigerin ji bo wan tê bikaranîn.
Têgehek jî têgehek e!
19.11.2014
Nûçeya eleqedar: