Diyarname
Teknîk dîrektorê navdar Jose Mourinho piştî 17 mehên li Tottenhamê îro hat qewirandin.
Teknîk Dîrektorê navdar Jose Mourinho di meha sermaweza 2019'an de li Tottenham Hotspur hatibû ser kar. Di van 17 mehan de ew ligel tîmê derket 86 maçan, di van de 44 caran bi ser ket, 19 caran wekhev ma û 23 caran jî têk çû. Par Tottenham ligel Mourinho di rêza 6'a de lîg temam kiribû. Îsal di hefteya 32'yan de bi 50 pûanan di rêza 7'an de ye.
Maça dawî ya Mourinho hefteya çûyî ligel Everton bû û maç bi 2-2 bi dawî bûbû.
Mourinho xwedî kariyerekî serketî ye, lê di Tottenhamê de ev tecrubeya wî fêde neda. Jose Mourinho di sala 1963'yan de hatiye dinê û ji aliyê otorîteyên fûtboyê ve yek ji teknîk dîrektorên serketî tê qebûlkirin.
Ji kariyera wî hin kêliyên serketî
- Di sala 2002'yan de dema li Portoyê bû 2 cara di lîgê de, carek di Lîga Şampiyonan de kûpa bir mal. Dîsa carek Kûpaya UEFA'yê, carek jî Kûpaya Portekîzê bi dest xist.
- Di sala 2004'an de hat Îngilistanê û ligel Chelsea dest bi kar kir. Li vir di 3 salan de 2 cara li Premier Lîgê bû şampiyon. Kûpaya Federasyonê carek û Kûpaya Lîgê jî 2 caran girt.
- Di sala 2008'an de çû Îtalyayê, bû berpirsê Înterê. Di sala pêşî de li Serie A'yê bû şampiyon. Dûre 2009-2010'an de Kûpaya Serie A, Kûpaya Îtalya û Kûpaya Lîga Şampiyonan bi dest xist. Wê salê FIFA'yê ew bi payeya "Teknîk Dîrektorê Herî Serketî yê Salê" xelat kir.
- Paşê bû berpirsê Rela Madrîdê. Di sala 2011-2012'yan de bi pûanên rekorî li La Lîgayê bû şampiyon.
- 2013'yan de vegeriya Chelsea. Li vir carek li Premier Lîgê bû şampiyon û Kûpaya Lîgê jî girt. Lê di sala 2015'an de dema kar baş nemeşiya ew hat qewirandin.
- 2016'an de çû Manchester Unitedê. Bala pêşî Kûpaya Lîga Ewropa ya UEFA'yê, FA Community Shield û Kûpaya Lîgê girt. Di sala 2018'an de dema ser hev de di maçan de têk çû xatir xwest.
- Mourinho di sala 2015'a de ji aliyê Federasyona Fûtbolê ya Portekîzê ve wekî "Antrenorê Serketî yê Sedsalê" hat hilbijartin. Li aliyê din klûbê eşkere kir ku heta dawiya salê dê Ryan Mason tîmê bi rê ve bibe. Lîstikvanê berê yê Tottenhamê Ryan Mason (29 salî) di sala 2018'an de dawî li lîstikvaniya xwe anî bû û par tîma jêrîn a Tottenhamê bi rê ve biribû.
Mason dê tîmê bi rê ve bibe