Amed
Li Amedê 1'emîn Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî ku ji aliyê TZPKurdî ve hate amadekirin dest pê kir.
Berdevkê TZPKurdî Qahir Bateyî, di konferansê de balkişand ser girîngiya ziman û wiha got: "Di perwerdehiyê de girîngiyek mezin a perwerdehiyê heye. Piraniya gelên bindest ji bo zimanên xwe biparêzin û bikin zimanê perwerdehiyê seferberî îlan kirine. Lazim e kurd jî bi rihê seferberiyê li zimanê xwe xwedî derkevin."
1'emîn Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî ku ji hêla TZPKurdî ve hate li dar xistin, li Salona Konferansê ya Şaredariya Baglarê dest pê kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, mebûsa DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, Şaredarê Yenîşehîrê Firat Anli, Şaredarê Kayapinarê Kulkuf Karatekîn, Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Serokê ÎHD'ya Amedê Muharrem Erbey, nûnerên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek saziyên civakî beşdar bûn. Konferansa ku moderatoriya wê Hasan Şik kir, Mulkiye Bîrtane û Sadik Varli jî wekî dîwanê kar kirin
'Lazim e seferberî bê îlan kirin'
Berdevkê TZPKurdî Qahir Bateyî axaftina destpêkirina konferansê kir. Bateyî berî axaftina xwe ji bo Husnu Ablay, Cîhan Denîz û hemû kesên di têkoşîna kurd de jiyana xwe ji dest dayîn her kes vexwend rêzgirtinê. Bateyî piştre bal kişand ser girîngiya ziman û wiha got: "Me ev konferans ji bo standardbûn û pêşveçûna kurdî li dar xist. Ji ber vê yekê em ji bo xwe vê konferansê wekî xebatek dîrokî dibînin. Hemû gelên li cîhanê yên bindest ji bo standina azadî û zimanê xwe û parastina van her tim têkoşîn dane. Ji bo vê yekê têkoşîna herî mezin hatiye dayîn. Girîngiyek mezin a ziman di perwerdehiyê de heye. Gelên bindest gelek caran ji bo parastina zimanê xwe serferberî îlan kirine. Lazim e kurd jî berî her tiştî bi rihê serferberiyê li zimanê xwe derdkevin."
'Lazim e kursên ziman bi hêztir bin'
Piştre Berdevkê Komîsyona Perwerdehiyê ya TZPKurdî Samî Tan, xebatên perwerdehiyê nirxand. Tan destnîşan kir ku konferansa pêk tînin hem ji bo dîroka azadiyê û hem ji bo TZPKurdî gavek mezin e û got: "Niha hejmara kesên dikevin dersên kurdî ji hezaran dibore. Em dikarin bêjin me ders da deh hezaran. Di encama van de me ev konferans li dar xist. Em dixwazin çi bikin di vê konferansê de. Em dikarin stratejiya xwe ya perwerdehî û hîndekariyê kişf bikin. Divê em li ser materyalên perwerdehiyê biryaran bigirin û li ser vê bingehê bernameya bikin. Pêwîst e em komele û saziyên xwe di warê ziman de bi hêztir bikin."
Baydemîr: Lazim e em kurdî bikin zimanê perwerde û aboriyê
Piştî Tan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî axaftinek kin kir û girîngiya ziman destnîşan kir. Baydemîr got ku daxwaza kurdan a herî mezin zimanê kurdî ye û wiha got: "Zimanê kurdî zimanek pir dewlemend e. Wezîfeya me jî parastina vî zimanî ye. Divê em kurdî bikin zimanê perwerdehî û aboriyê."
Baydemîr rexne li siyasetmedarên kurd girt û got: "Siyasetmedarên me navên kurdî lmi zarokên xwe dikin lê bi tirkî bang li wan dikin."
Konferansa bi axaftin û nîqaşan berdewam dike, dê sê rojan dom bike.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
***
Nûçeyên Têkildar:
- TZPKurdî 'Konferansa hîndekarî û perwerdehiya kurdî' lidar dixe