Diyarname
Weşanxaneya Na bi navê “Seta Êzdiyatiyê” 5 pirtûkên li ser êzîdiyan derxistin ku ji aliyê nivîskar Kemal Tolan ve hatine nivîsandin. Set bi temamî ji 1500 rûpelî pêk tê û hemû bi kurdî ne.
Kemal Tolan ev demek dirêj e li ser êzîdîtî dixebite, lêkolînan dike û dinivîse. Û ev xebata wî niha bi 5 pirtûkan li ber destan e. Di pirtûkan de gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, urf û edetên êzîdî , zargotin, çîrokên ku şopên êzîdî di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine. Bi van pirtûkan ji gelek aliyan ve êzîdî têne ber çavên xwendevanan.
Yek ji taybetiya vê setê û ya muhîm jî ew e ku beşek mezin a vê xebatê ligel şahid û kesên êzdî, yên li qada xebatê, li bakur, başûr, rojhilat, rojava û Ewropayê hatiye berhevkirin û sazkirin. Bi vî awayî gihîştiye agahiyên rastir. Di van pirtûkan de bersiva pirsên wekê “Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê?”, “Êzdiyatiya Berî Dema Şêx Adî li Ser çend Çîna Bûye?”, “Di Kurdîstanê de Erdên Êzdiyan?”, “Mîrgehên Êzdiyên ên li bakur, başûr, rojava”, “Xwedan, Ocaxên û Sembolên Êzdiyan?”, “Rewşa Êzdiyan a îro?” û “Rewşa Êzdiyan a demografik?” tê dayîn.
Pirtûkên setê ev in:
1-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – I –
2-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – II
3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de
4-Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin
5-Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan