Amed
Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) vê carê jî "Konferansa hîndekarî û perwerdehiya kurdî" li dar dixe.
TZPKurdî ev du sal in bi xebatên xwe yên cur bi cur li ser kurdî disekine, vê carê jî konferanseke li dar dixe. Ji bo vê yekê li Amedê, li navenda Giştî ya Kurdî-Derê civîneke çapemeniyê hate li dar xistir.
Endamê Lijneya Rêveberiya KURDÎ-DER'ê Hasan Şik der barê konferansê de agahî da rojnamegeran û got: "TZPKurdî piştî xebata ji du salan zêdetir yekemîn konferansa xwe ya perwerdehiyê li dar dixe. Ev konferans encama xebatên perwerdehiya du salan e. Ev ji du salan zêdetir e ku TZPKurdî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî têdikoşe. Lingekî bingehîn ê xebatên TZPKurdî jî xebatên perwerdehiyê ye. Piştî perwerdehiya du salan ev konferans wekî hewcedariyekê derketiye holê."
Şik, da zanîn ku ji 15 salan e zêdetir e ku xebatên hîndekariya kurdî têne domandin û wiha berdewam kir: "Tevî ku ev ji du salan zêdetir e TZPKurdî perwerdehiyê dide, dîsa berî wê di serî de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û gelek sazî û kesan xebatên perwerdehiyê dane meşandin jî, perwerdehiyeke bêpergal bû. Yanî modêleke perwerdehiyê tune bû. Me nikaribû em behsa modêleke perwerdehiya kurdî bikin. Lê belê niha dem hatiye ku modêleke me jî ya perwerdehiyê hebe. Lewre em dixwazin ku bi konferansê modêleke xwe ya perwerdehiyê derxin holê. Bi vê modêlê armanca me standartkirina perwerdehiya kurdî ye. Ji bo mînak; em ê li gor çend astan perwerdehiyê bidin, em ê ji bo kê perwerdehiyê bidin, her wiha materyalên me dê çi bin, li gorî kîjan astê kîjan materyal dê bên bikaranîn û hwd. Bi vî rengî em dixwazin di perwerdehiya kurdî de yekgirtinekê pêk bînin û modêleke ava bikin. Ev konferans dê bibe destpêkeke dîrokî ji bo ziman û çanda kurdî. Ji niha ve em vê gava dîrokî li zimanê kurdî û gelê kurd pîroz dikin."
Konferans, wê di navbera 4-6'ê tîrmehê de li Salona Konferansê ya Şaredariya Baglarê bê lidarxistin.
Û bernameya konferansê:
4'ê tîrmehê:
Destpêk (10:00)
1- Axaftina destpêkirinê, agahiyên teknîkî û avakirina koman- Mevlut Aykoç (10:00-10:30)
KOMÊN XEBATÊ
1- Stratejiya hînkirina kurdî
a) Em ê ziman ji bo çi hînî kê bikin?
b) Em ê ziman çawa hîn bikin?
c) Kurdî divê di çend astan de bê fêrkirin?
d) Gihandina mamosteyan
2- Mufredat, plan û materyalên dersê
a) Li gorî astan plan û mufredat
b) Rewşa heyî ya materyalan çi ye?
c) Ji bo xebatên me pêdivî bi kîjan materyalan heye?
3-Rêxistinkirina komîsyona perwerdehiyê
a)Ji bo hînkirina ziman a baştir komîsyoneke çawa?
b)Rê û rêbazên xebatên komîsyonê divê çi bin?
c)Komîsyon divê kîjan karan bide ber xwe?
2- Axaftina berdevkê TZPKurdî-Qahir Bateyî (10:30- 10:45)
3- Axaftina Berdevkê Komîsyona Perwerdehiyê - Samî Tan (10:45-11:15)
Navber (11:15- 11:30)
PÊŞKÊŞÎ (11:30)
1-Di perwerdehiya kurdî de mînaka Swêdê - H. Diljen (11:30- 12:15)
Navber (12:15-12:30)
2-Rewş û taybetiyên zimanê kurdî - Samî Tan (12:30- 13:15)
3-Formasyona pedagojîk - Adar Jiyan ( 13:15- 14:00)
Navbera firavînê (14:00- 15:00)
4-Rê û rêbazên hînkirina zimên - Sadik Varli (15:00- 15: 45)
5-Di perwerdehiya ziman de zarok - Ronahî Onen (15:45- 16:30)
Navber (16:30-16:45)
6-Materyalên dersê - Şerîf Derînce (16:45- 17:30)
7-Planên dersê û mufredat -Mevlut Aykoç (17:30- 18:15)
5'ê tîrmehê
A- Nîqaşên li ser xebatên perwerdehiyê û vegotina tecrûbeyan
1-Der barê xebatan de agahiyên ji herêman (10:00-11:00)
Navber (11:00-11:15)
2-Nîqaş û vegotina tecrûbeyan -I (11:15-12:15)
Navber (12:15-12:30)
3-Nîqaş û vegotina tecrûbeyan -II (12:30-14:00)
Navbera firavînê (14:00)
Jêrenot : Piştî nîvro dê komên xebatê biryarnameyên xwe amade bikin.
6'ê tîrmehê
A- Pêşkêşkirin û nirxandina biryarnameyan
1-Biryarnameya Koma Stratejiya Hînkirina Kurdî (10:00-11:00)
Navber (11:00-11:15)
2-Mufredat, plan û materyalên dersê (11:15-12:45)
a) Pêşkêşkirin û nirxandina biryarnameyê
b) Xurtkirina Komîsyona Amadekirina Materyalan
Navber (12:45-13:00)
3-Rêxistinkirina komîsyona perwerdehiyê (13:00-14:30)
a) Pêşkêşkirin û nirxandina biryarnameyê
b) Xurtkirina Komîsyona Perwerdehiyê Navbera firavînê (14:30-15:30)
Pêşniyaz, biryar û plansazî (15:30-17:00)
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.