Diyarname
Di kongreya BDP'ê de dîwanê li ser navê partiyê peyama piştgiriyê ji bo Roj TV xwend. Her wiha Xweseriya Demokratîk ji hat qebûlkirin.
Serokê dîwanê Osman Ozçelik got em ji vê derê silavê ji xebatkarên dengê gelê kurd Roj TV re dişînin, em piştgiriya Roj TV ku niha li Danîmarkayê doza wê didome dikin û dibêjin: Roj wê bê wê Roj were Amedê, wê were Enqereyê.
Rêziknameya BDP'ê guherî
Yek ji nûbûnên kongreyê jî ew e ku hin xalên reziknameyên BDP'ê guherîn. Yek ji van jî xala 1'ê ye. Li gor vê xalê dibêje: Em bingeha biratiyê di Xweseriya Demokratîk de dibinin. Bi vê yekê BDP'ê bi awayekî fermî Xweseriya Demokratîk qebûl kir, xweserî xist rêziknameya xwe.
Yek ji xalên ku hat qebûlkirin jî her hevserok du kongreyên asayî de dikare bibe serok.
Agahiyên din gavek din....
--
Nûçeyên eleqedar
- Demirtaş bang kir: Kurdî hîn bibin (Kongreya BDP'ê -3)
- Kongreya BDP'ê 2: Di kongreyê de kurdî li pêş
- Kongreya BDP'ê dest pê kir - 1


