FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Ev navê berhema helbestan ya Mizgîn Ronak e. Ronak dîleke şer e, hê di girtîgeha Gebzeyê de ye. Ew ne tenê bi hestên jinane, bi ragihandina hêviyên azadiyê jî dinivîse. Jina Kurd ne tenê bi rola xwe ya di nava şer de em bi cihanê dan nasîn û bi şêraniya xwe (wek şêr) ziravika dijmin qetandiye, wê çawa çand û zimanê Kurdî ji kûrahiya dîrokê girt û gihand vê roja me, wisa jî bi çîrok, roman, şano û helbestên xwe zimanê Kurdî di vê pêvajoya modernîzmê de dixemilîne û dikemilîne.
Mizgîn Ronak bi giyana hest di helbesta li ber devê birînê de wiha dihelbestîne: „Hubra pênûsê ziwa dibe / Gotina li ser lêvê dixeyide /Dê kî gulan şiyar bike? /Hespê ku em li bendêne nehat dê kî devê vê birînê veke?“
Mizgîn sala 1973 li Ameda bajarê dilan tê dinê, 1991 de tevê refên gerîlayan dibe, lê sala 1992´an li Amedê di kemîneke bêbext de tê girtin. Zîndan namîne lê digerînin, Amed, Êlih, Sêwaz, Mêrdîn, Elbistan, Çewlîk û di sala 2013 an de jî sirgûnê girtîgeha Gebzeyê dikin. Lê vîna wê ya berxwedanê û hestên wê yên bi giyana helbestê wê zindî digirin. Di nava wan bêderfetiyan de berê bi navê „Sêv jî me dikujin“ pirtûka xwe ya helbestan dide weşandin. Li pey wê jî berê xwe dide xebata romanê û romana xwe ya yekem ya bi navê "Em Bûn Baran" dide çapkirin.
Berhema wê ya bi navê "Dilava" ji 308 rûpelî pêk tê. Bi giranî helbestên kurt in, lê di warê wateye de her yek romanekê di naveroka xwe de dihewîne. Mînak: Helbesta bi navê "EMPATÎ" Bi giştî: „Bi çivîkan re bûm heval / Bi bayan û kaniyan re /Ji neşikandina dilê tu tiştî hezkirin / Neşikandin tu şaxek biharê / Bûn awêne ji rûyên hev re / Beziyan çûn / Kes negihîşt leza wan.“
Ma ji vê şeşîneyê xweştir û bi watetir çi dikane arama azadî û bêrîkirinê venivisîne? Ma ev helbesta nav „Destberdan“ ne hêjayê çend çîrok û romanan e, werin em bi hev re vê helbestê biçêştînin: „Çi bû ya ku şikand /Qirîstala newala dilê me? / Çi bû ya ku me / bi pey behna gulê xist /Çiyayê ku em tim lê bûn / Çawa destê me berda?“
Kêliya mirov bikane dengê dilê helbestvan rabihîse, helbestvan mirovan nawestîne, bi du gotinên bêhna gerdûnê dagirtî hestên xwe radigîhîne, mînak: "Hêviya xwe bide min / Lê bideyn / janên xwe bide min/ Lê ne bideyn... Rû: 49"
Dema hêviyên jinekê li pey keştiya ji benderê dûrketî di arama pêlên avê de têkçû, tenê gotinên êşê li pey dimînin. Helbestvana hêja vê momenta bi jana dil dagirtî wisa radigîhîne: "Mija rûyê jinên ku /Ezîzên ber dilên xwe wenda kirine / her derî girt ber xwe, /Gotin wek kuliyan li hev bariyan / Pêl li hembêza hev ketin /Lingan xwediyên xwe / ber bi paşerojê ve kişandin, ber bi keştiyên çûyî ve... Rû. 78"
Helbestvan kîsikê bîra xwe ne tenê bi xweşlihevanîna peyvan dadigire, bi zanyariya wêje û çandî jî dixemilîne. Helbestvan Mizgîn vê aliyê xwe bi helbesta "şîfre" wiha raberî me dike: "Hin hevok me bernadin / Em her li nava wan hepiskirîne / Bedenên me li wan kilîtkirî... /Ew kilît şîfre ne / Em ne Kriptolog in / Lê şîfreyên me / Ne kêmên yên Mona Lîsayê ne... Rû: 142"
Dost û hêviya şevên bi tenê, hevparara razê tenêtiyê heyva li ezman bi geşiya xwe li rûyê mirovan diçilvile. Dema ew jî mirovan tenê bihêle, bêbextiya şevên tarî dil diguvişe. Helbestvana dilar û aram dagirtî li ber vê birînê wiha dinale: "… Îşev hîv derneket / Kevokên me mirin /Bruska di hişê min de avêt / Agir bi malê xist!..Rû 157"
Bêguman saziya Xoybûnê di dîroka me de pêpilikeke hejîna netewî ye. Helbestvana me vê wiha tîne bîra me: "Rastê Gulek hatim / Min pirsî riya te bixêr? / Got diçim Xoybûnê / Ji bo ku bibim „xwe“ Rû : 202"
Helbestên wê ji destpêkê hetanê dawiyê tev de wate dagirtîne. Mirov dikane li ser her warê jiyanê çarekek tê de bibîne. Di jiyana nivisîn û nirxandinan de çevkaniyeke herî hêja ye. Divê di mala her kesê ku dikane bi Kurdî bixwîne, ev berhema helbestan hebe. Daku têbigihîje ka çêja helbestê çi ye.
Nasnama berhemê:
Dilavî (Li ber devê birînê)
Helbestvan Mizgîn Ronak
Berg bi qelema reş nigarkêşiyeke gelek ruçikên jinên bi êş li ser zemînê spî
Weşan: Weşanên Ar Stenbol 2014, berhem bi giştî 308 rûpel e.
15.06.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


