Diyarname
Kî got? Mebûse Gelecek Partîsî yê Stenbolê Dogan Demîr. Demîr îdîa kir ku mebûs bi qertê krediyê îdare dikin.
Rojnameya Kocaelî ligel Mebûs Demîrî hevpeyvîn kiriye. Li ser pirsa "Meaşê we têrê dike yan na?" Demîrî gotiye, "Gelek hevalên min hene deynên wan ên krediyê hene. Îkrama xwarin, çay, qehweyê, bi cihkirina mêvanan, heqê rê, hemû ji bêrîka me diçin. Navbera Enqere-Stenbolê herî hindik du sê caran em diçin û tên. Dawet, civîn, diyarî, kulîlk, çi zanim, têrê nake, gelek hevalên min hene deyn^ne wan hene."
Li Tirkiyeyê meaşê mebûsan 196 hezar û 775 TL ye. Li Tirkiyeyê heqdestê mehane yê herî kêm 22 hezar TL ye.


