Diyarname
Henry Kissenger zemanekî Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) bû. Her çiqas hatibû rexnekirin û niqaşkirin jî, wî Xelata Nobelê ya Aştiyê girtibû. Ew 100 salî bû û îro mir.
Kompaniya şêwirmendiya siyasî Kissinger Associvates agahiya mirina Kissinger eşkere kir. Kompaniyê got ku ew li mala xw eya li Connecticutê miriye.
Kissinger di dema Serokdewletiya Richard Nikson û Gerald Ford de ji rezbera 1973'yan heta rêbendana 1977'an Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê bû.
KISSINGER Û KURD
Dema li Başûr hikumeta Sedam peymana Xweseriya kurdan qebûl kir jî, dema Iraqê berê xwe da kurdan û ew Xweserî binpê û betal kir jî Kissinger li ser kar bû. Wî kurd "Bikar anî".
Kissingerî ji bo kurdan tiştek nekir, her berjewendeyên welatê xwe parast û li gor vê berjewendiyê tevgeriya.
Di çarçoveya berjewendiyên welatê xwe de ji destpêka salên 1970'yî ve her bi Çîna ku wekî neyar dixuya têkilî danî.
Wî piştgirî dabûn derbekarên li Şîlî, li Arjantîn û Endonezyayê. Li hemberî Yekîtiya Sovyetê kî heba piştgirî dida.
XELATA NOBELÊ YA 'ŞER'
Di sala 1973'Yan de Xelata Nobelê ya Aştiyê dan wî, lê pêre jî gelek nîqaş hatin. Rojnameya New York Timesê ev xelat bi vî awayî kir nûçe, "Xelata Nobelê ya Şer"..
PIRTÛKÊN WÎ
Kissinger di sala 1977'an de ji peywira wezîrî veqetiya lê dest ji hikumetan berneda. Bi navê Kissinger Associates kompaniyek vekir û bi vê aqil da serok û rêveberên DYA'yê.
Di hema demê de pirtûk nivîsîn, ji bîranîn heta fikrên xwe, di van pirtûkan de pêşkêşî raya giştî kirin. Wî bi giştî 22 pirtûk nivîsandin û çap kirin. Her ku pirtûkên wî derdikevin ji bo nasandin û axaftinan li cihan digeriyan. Di yek ji van gerên wî ku par li dar ket de ABC pirsek wisa jê kir, "Ger derfetên te hebana, te dixwest kîjan biryarê bi paş ve bikişînî?". Wî wisa bersiv dabû, "Di hemû jiyana xwe de ez li ser pirsên wisa fikirîm. Bi qasî ku ev pîşeya min bû di heman demê de bo min hobî bû. Pêşniyarên ku min kirin, wê demê tiştên herî baş ku ez bikim ev bûn."