Emê çav li birêveberiya dewleta Komara Almanyaya Federal bigerînin û di wê çarçoveyê de binêrin ka gelo kurd çiqasî dikarên vê modelê ji xwe re wekî mînak bigirin.
Destpêk
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 14’ê tîrmehê de Xweseriya Demokratîk îlan kir û vê îlanê di nava raya giştî de dengekî mezin da. Lê digel vê yekê jî hem kurd û hem jî kesên erênî û neyînî nêzîkî babetê dibin di warê naveroka modela xweseriyê de di gelek waran de ne xwedî fikrên zelal in. Di gelek waran de hê jî babetên ku divê nava wan were tijekirin hene. Ji bo xweseriyeke têkûz were birêvebirin, pêwîstî bi modeleke ku ji siyasetê heta babetên mîna, plansazî, xizmetguzarî, tenduristî, perwerdehî, ewlekarî û zagonî dihewîne heye.
Di vî warî de li seranserî cîhanê li gelek welatan modelelên cuda hene. Yek ji van welatan jî, dewleta Almanyayê ye ku ew jî bi pergaleke dewletî ya federalî tê birêvebirin.
Almanya dewletek e federal e. Sedemê birêveberiya bi federaltiyê jî tecrube û rû bi rûbûna dîroka Almanyayê. Di serî de Almanya, cîhanê ziyaneke mezin ji rejîma Hîtler dît. Bi armanca pêşîlêgirtina dubarebûna dîrokê, Almanyaya nû a piştî Şerê Cîhanê yê Duwemîn wekî welatekî federal hate damezrandin. Bi vê yekê re pêşiya ku kesek an partiyek bikaribe dîktatoriyeke nû pêk bîne hate girtin û sîstemeke wisa hate damezirandin ku hem hevkontrolkirina saziyên dewletê di heman radeyê de hebe û hem jî tu saziyên birêveberiya dewletê nikaribin pê li sînorên saziyên din ên dewletê bikin. Em di destpêka vê nivîsa kurt de çav li birêveberiya dewleta Komara Almanyaya Federal bigerînin û di wê çarçoveyê de binêrin ka gelo kurd çiqasî dikarên vê modelê ji xwe re wekî mînak bigirin:
Komara Almanya ya Federal
Komara Almanyaya Federal ji 16 eyaletan pêk tê û hejmara şêniyên wê jî bi giştî derdora 82 mîlyonan e. Li eyalete herî mezin a vî welatî Nordrhein-Westfalen bi giştî 18 mîlyon û li eyaleta herî biçûk Bremenê jî 700 hezar şênî dijîn. Her eyalet di nava xwe de muxtariyet, şaredarî û navçeyên eyaletan dihewîne.
Meclisa Federal (Bundestag) ku cihê biryarstandina di warê deranîna zagonan de ye, ji bilî zagonên ku kar û barên derveyî welêt û ewlekariyê (leşkerî) eleqedar dikin, nikare bêyî erêkirina nûnerên eyaletan ango Konseya Eyaletan (Bundesrat) erê bike, van zagonan bike di pratîkê de.
Saziyên birêveberiya dewletê
Li Almanyayê bi giştî pênc saziyên bingehîn ên sereke yên birêveberiya dewletê hene: Meclisa Federal (Bundestag),
Konseya Federal (Bundesrat),
Hikumet (Regierung),
Serokomar (Bundespräsident) û
Dadgeha Makezagonî (Verfassungsgericht).
Ev her pênc saziyên bingehîn ên birêveberiya dewletê hem di warê makezagonî de neçar in di gelek waran de bi hev re kar bikin û hem jî ji hêla din ve peywira wan a hevdûkontrolkirinê heye. Bi vê peywira karkirina bi hev re kontrola hev a dualî, yek ji van saziyan ne dikare sînorê xwe yê hikum derbas bike û ne jî dikare sînorê saziyeke din binpê bike. Bi vî awayî birêveçûna dewletê a demokratîk tê misogerkirin.
Eyalet
Her 16 Eyaletên (Bundesland) Almanyaya Federal xwedî parlamentên ku ji hêla gel ve têne hilbijartin in. Hikumetên eyaletan hene û her eyalet xwedî hikumet, wezîr û serokwezîr e. Mûçeyên karmendên dewletê yên li eyaletê dijîn ji hêla hikumeta eyaletê ve têne dayîn. Dîsa Ji mesrefên rêçikirinê heta mesrefên nexweşxaneyên girêdayî eyaletê, hikumeta eyaletê berpirsiyar e. Polîs, dadwerî, kar û barê dibistan û perwerdehiyê û gelek babetên nêzîka van girêdayî hikumetên eyaletan in.
Dîsa di nava eyaletan de ji bilî Wezîrê Karê Derve û Wezîrê Ewlekariyê hema bêje hemû wezîr di kabîneya hikumetan de hene. Sedemê neyîna postê her du wezîrên li jor binavkirî jî ew e ku ev her du kar tenê hikumeta navendî eleqedar dikin û lewra ew wezîr tenê di nava hikumeta navendî a fedaral de hene.
Konseya Federal
Konseya Federal (Bundesrat) saziya dewletê ya bingehîn a pergala federalîzmê li Almanyayê misoger dike. Endamên vê konseyê ji nûnerên hikumetên eyaletan pêk tên. Bi giştî 69 endamên vê konseyê hene. Hejmara şêniyên li eyaletan dijîn ji bo hejmara nûnerên eyaletan a di nava Konseya Federal de diyarker e. Lê belê ji bo di warê nûnertiya eyaletan a di nava Konseya Federal de, di warê hejmara nûneran de heheqî pêk neyê, di Makezoganê de hatiye destnîşankirin ku bi kêmasî ve her eyalet xwedî 3 dengan e. Dîsa eyaletên hejmara şêniyên wê zêdeyî 2 mîlyonan be 4, eyaletên hejmara şêniyên wê zêdeyî 6 mîlyonan be 5 û yên zêdeyî 7 mîlyonan jî li nava Konseya Federal xwedî 6 nûneran e. Mînak, eyaleta Nordrhein-Westfalên ku serjimariya wê 18 mîlyon e li nava Konseya Federal de 6 nûnerên wê hene.
Peywira Konseya Federal ji parastina berjewendiyên eyaletan li Almanyayê û Yekîtiya Ewropayê pêk tê. Piraniya zagonên ku Meclisa Federal derdixe, pêwîst e dû re ji hêla Konseya Federal ve jî werin erêkirin. Kirin û nekirina di pratîkê de ya van zagonan girêdayî dengdayîna Konseya Federal e. Her wiha makezagona vê konseyê ne tenê ji bo peywirên zagonên Meclisa Federal ku eyaletan dîrekt an îndîrekt eleqedar dike, bi peywir dike. Ji ber roj bi roj di nava Yekîtiya Ewropayê (YE) de dewletên endam peywirên navxweyî bêhtir didin ser milê YE, di warê zagon deranînên di vî warî de yên Hikumeta Federal jî pêwîstî bi dengstandina Konseya Federal heye. Ji bilî van peywir û fonksiyonên destnîşankirî, dîsa ev konsey dikare pêşnûmeyên zagonan ji bo Meclisa Federal amade bike û bide dengdanê. Zagonên ku eyaletan eleqedar jî nekin, Konseya Eyaletan dikare veto bike û ji aliyê din ve rola navbeynkariyê jî di meclisê de li ser milê xwe bide.
Darayiya Hikumeta Navendî, Eyalet û Şaredariyan
Fînansekirina Hikumeta Navendî, Eyalet û Şaredariyan ji bac û xercên din ên hemwelatiyan pêk tê. Bi van hatinên darayî birêveberî ji perwerdehiyê bigirin heta ewlekarî, xizmetguzarî û karmendên dewletê fînanse dike û bi rê ve dibe:
Hikûmeta Navendî: Hikumeta Navendî jî mîna Eyaletan ji sedî 40’î bêhtir ê hatinên baca mûçeyên karker û karmendan ji xwe re distîne. Baca eberjiyê û a sîgorteyê jî para Hikumeta Navendî ne. Hikumeta Navendî bi van hatinên darayî para dikeve li ser milê xwe ya sîgorteya teqawîtbûn, sîgirtaya nexweşiyê û ya betaliyê fînanse dike. Mesrefên ji bo ewlekarî (leşkerî) û siyaseta derve jî li ser milê Hikumeta Navendî ye. Dîsa pêşdebirina aboriyê û ragihandinê ya mîna rê jî bareke din e ku dewlet bi van bacan fînanse dike.
Eyalet: Eyalet bi taybetî bi bacê têne fînansekirin. Sedî 42,5’ê baca mûçeyê karker û karmendan dikeve kaseyên eyaletan de. Bacên wesayîtan û mîratê jî hatineke din a aborî ya eyaletan e. Dîsa hatina lotto û lîstikên din ên şansê jî yek ji stûnên darayî ya eyaletan e. Her wiha di çarçoveya eyaletên hatina wan a darayî xurt û nexurt de jî serbiserkirinek ango mêzîndayinek heye û eyaletên xurt ji hêla aborî ve xurt mecbûr in alîkariya darayî a yên ne xurt bikin. Eyalet bi van pereyan ji dibistanan bigirin heta babetên mîna çand, tenduristî, polîs, û zanîngehan fînanse dikin û bi rê ve dibin.
Şaredarî : Hatina Şaredariyan a darayî ji çavkaniyên cuda pêk tê. Di vî warî de hatina darayî a Şaredariyan, baca karsazî û dû re jî a emlakê ye. Ji bilî bacên biçûk ên mîna bacên lawiran û bacên vexwarinan, hatineke mezin a darayî ji baca mûçeyên karker û karmendên ku li wê şaredariyê dijî pêk tê. Sedî 15’ê van her du bacan jî dikeve kaseya şaredariyan. Ji aliyên din ve hatinên din ên şaredariyan ji buhayê çûyîna di mal de a muze, kanalîzyon, pêşengeh, mesrefa deranîna ewraqên hemwelatiyan û hwd. pêk tên. Ji ber ku ev hatinên darayî ên li jor gelek caran têra mesrefên şaredariyan nakin, alîkariyeke diyar a serbiserkirina mesrefan ji aliyê Hikumeta Navendî û Eyaletan ve jî ji Şaredariyan re tê rêkirin.
Navçeyên Eyaletan
Li Komara Almanyaya Federal ji bo gund û navçeyên biçûk xwedî heman fonksiyona birêveberiyê herêmî mîna yên bajarên mezin bin, di nava eyaletan de gelek Navçeyên Eyaletê (Landkreise) hene ku ew jî xwedî Parlamen û Hikumeta Herêmî ne. Ev Navçeyên Eyaletê ji çend gund û bajarên biçûk pêk tên û hejmara ka dê di nava Navçeya Eyaletê de çend gund û bajar hebin li Eyaletên Federal guhertî ye û pîvan di çarçoveya hejmara şêniyan de ye. Serokê vê birêveberî ango hikumeta Navçeya Eyaletê jî qeymeqam e. Qeymeqamê ku tê peywirdarkirin bi xwe jî endamê partiyeke siyasî ye û mîna parlamenterê hemû meclisan, ew jî tê hilbijartin. Bi gotineke din endamê partiyekî ji bo qeymeqamiyê ji hêla partiya wî ve tê destnîşankirin û ger partiya wî di hilbijartinê de wekî partiya yekem bi ser bikeve, ew dibe qeymeqam. Bêguman wekî adetî, partî dikarin bi partiyên din re koalisyonekî jî pêk bînin. Peywira ku muxtariyeta gundekî an bajarekî biçûk ê di nava Navçeya Eyaletê de di warê darayî an di warekê din de nikare pêk bîne, qeymeqamî neçar e di vî warî de bikeve di nava hewldanê de. Peywirên birêveberiya Navçeya Eyaletê pirengî ne û yên sereke wisa dikarin werin destnîşankirin: Ragihandin, çêkirina herêmên parastina xwezayî û paqijhiştina wan, rê, dibistanên pîşeyî, kar û barê tenduristî, ehliyeta wesayîtan, kar û barê agirkujiyê, parastina lawiran û hwd.
Perwedehî
Di fermiyetê de ji bilî zimanê almanî, zimanên denî (Dänisch) û frîzî (Friesisch) ku li eyaleta Schleswig Holsteinê û sorbî (Sorbisch) li eyaletên Brandenburg û Sachsenê û zimanê almanya jêrî (Niederdeustch) li Bakurê Almanyayê di fermiyetê de mîna zimanên fermî têne destnîşankirin. Lê belê di pratîkê de tenê nifşên pîr van zimanan dikarin bi kar bînin û ji wê yekê ew ziman jî li ber talûkeye mirinê de ne.
Ji aliyê din ve li Almanyayê dersên bi zimanê zikmakî ji bo biyaniyên li Almanyayê dijîn, ji salên 1970’yan ve di pratîkê de ne. Li piraniya eyaletên Almanyayê biryara dersên lêzêdeker yên zimanê “zikmakî” yên ji bo zarokên biyaniyan di salên 1970’an û 1980’an de hatin girtin. Dersên zimanê zikmakî yên ku li eyaletên ku di bin konrola dibistanên alman de têne dayîn ji hêla eyaletan ve têne fînansekirin û yên ne di bin kontrola dibistanên alman de têne birêvebirin jî, mûçeya mamosteyan, mesrefên materyalan û tiştên girêdayî wê ji hêla welatê ku zarok jê hatine ve têne dayîn lê belê dibistan bi xwe odeyên ji bo dersê pêwîst dike di xizmetê de û alîkariyeke madî ya bi sînor dide.
Li eyaletên Baden Wurtenberg, Berlin, Bremen, Hamburg, Saarland û Schleswig Holssteinê dersên “zikmakî” ji hêla balyozxaneyan ve têne organîzekirin û dayîn. Wekî mînak ji bo dersa zikmakî ya bi tirkî balyozxane mamosteyan ji Tirkiyeyê dide anîn û pirtûkên dersê jî ji Tirkiyeyê têne anîn.
Ji salên nodan û pê ve jî li çar eyaletên Almanyayê perwerdehiya dersên lêzedekirî yên kurdî jî bi awayekî fermî têne dayîn. Li eyaleta Bremenê ji sala 1993’yan ve, li Hamburgê ji 1994’an ve, li Niedersachsenê ji 1995’an ve û ji 1998’an ve jî li Nordrhein Westfalenê dersên lêzêdekirî ên kurdî bi awayekî lêzêdekirî ji hêla Wezaretên Perwerdehiyê yên eyaletên navderbasbûyî ve têne fînansekirin. Her wiha li dibistana Europaschule ya bajarokê Gladenbachê ku li eyaleta Hessenê ye, bi awayekî îstîsnayî li ser biryara Konferansa Mamosteyên wê Dibistanê ev bi salan e dersa kurdî ya lêzêdekirî dide şagirtên xwe yên kurd.
Encam
Wekî encam mirov di gelek hêlan de dikare çarçoveya pergala sîstema federalî a Almanyayê ku li jor bi awayekî ansîklopedîk hatine rêzkirin, ji bo Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê jî pêkan bibîne. Ji xwe di vî warî li gelek welatan pergalên federatîf ango bi navên din hene ku kurd dikarin ji wan sûdê werbigirin. Lê di vî warî de tişta herî girîng jî ew e ku her netew û her erdnîgarî xwedî dîrok û taybetmendiyên cuda ne û ji wê yekê wergertina sedî sed a modeleka welatên din ji bo welatekê din ne pêkan e. Lê mirov dikare ji modelên heyî ji xwe re di çarçoweya pêwîstiyên xwe de sûdê werbigire.
Aliyekî din ê spesîfîkî ê babetê jî ew e ka gelo kurd wê bi awayekî de-facto çawa bikaribin Xweseriya Demokratîk bixin pratîkê. Mînaka modela federalî ya Almanyayê ji bo niha ji rewşa serdest a kurdan guhertî ye. Ev model wekî pergala dewletê rûniştiye. Kurdan modela xwe bi awayekî yekalî îlan kiriye lê belê dewlet bi xwe li dijî vê yekê ye. Ji ber biryar ango îlankirin yekalî ye, pirsên di derbarê pratîzekirinê de diderkevin holê;
Berî her tiştî ev modela Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê KCD’ê ve hatiye îlankirin dê beyî fonksiyona fermî çawa bikaribe were birêvebirin. Ji bo birêveberina modeleke wisa ku herdem penceyên dewleta tirk dikare li ser be, gelo dê dahatûya wê di warê pratîkî de çawa were misogerkirin. Dîsa di warê pratîkî de ji ewlekariyê bigirin, heta tenduristî, xizmetguzarî, perwerdehî û zagonî bingehên ku pêwîst in cihên wan bi awayekî kêrhatî di nava pergala Xweseriya Demokratîk de werin dagirtin hene.
Modela federatîf a dewleta alman seranserî Almanyayê di nava xwe de dihewîne, lê belê ji ber dewleta tirk li dijî Xweseriya Demokratîk a ku KCD’ê îlan kiriye derdikeve, gelo dê sînorên vê pergalê ku der û kîjan herêm bin. Ev pirs, pirsên ku wê hê jî wextekî mezin ê kurdan bistînin.
Lê digel ku ji bo pêkanîn an praktîzekirine Xweseriya Demokratîk hê gelek kar û xebat pêwîst in jî, gelek pirs hê bêbersiv in jî û zehmetiyên birêvebirineke wisa bi awayekî de-facto jî hene, dîsa jî mirov dikare gelek mînakan ji pergala federatîf a Almanyayê werbigire.
Wekî perspektîfa dahatûyê jî bi taybetî di serdema ku Xweseriya Demokratîk ji de-factoyê derbasî fermiyeta dualî ya li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bibe, ev modela li Almanyayê serdest dikare di warê rola lêgerîna modelan de roleke sereke bilîze.
Çavkanî: Wikipedia.org, bpb.de, Bundesrat.de, Bundestag.de, Zekî Ozmen: Kurdên Almanyayê, Weşanên Ronahî,2010.
zekiozmen@hotmail.com