BONN
Piştgiriya ji bo gelê rojavayê Kurdistanê, bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Lîstikvanên fûtbolê ên kurd ên li Ewropayê, ji bo piştgiriya Rojava maçek organîzekirin. Di vê çarçoveyê de wê sibê êvarê li bajarê Almanya Bonnê maçek bê lîstin û pereyên jê bêne bi dest xistin dê ji bo pêdiviyên bingehîn ên rojane, ji bo Rojava bên şandin. Der barê mijarê de rayedarên KurdSport.eu bang li kurd û dostên wan ên li bajarên derdorê dijîn kirin ku werin li maçê temaşe bikin.
Yekîtiya Sportkarên Kurd li Ewropayê (KurdSport.eu) ku berî niha bi demeke kurt ava bû, bi armanca xwedîderketina li kurd û gelên din ên li Rojava rastî komkujiyê tên, maçeke fûtbolê organîze kirin. Maça futbolê wê di navbera tîma tevlîhev a ji lîstikvanê fûtbolê yên Kurdistanî yên di klubên cûua yên Almanyayê de dilîzin û tîma Bonn Dêrsimspor a di lîga herêmê ya Bonnê de têdikoşe, were lîstin. Hemû hatineyên vê maça taybet wê ji bo gelê Rojava bêne şandin.
JI KURTSPORT.EU BANGA JI BO KURDISTANIYAN
Rayedarên KurdSport.eu yên maçê organîze dikin bal kişandin ser wateya manewî ya maçê û anî ziman ku ew dixwazin hem berxwedana Rojava silav bikin hem jî hatineyên wê kêm be jî ji bo tedarîkkirina pêdiviyên rojane yên gelê li wê derê, bişînin. Rayedaran bi vê armancê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li derdora bajarê Bonnê dijîn kirin ku ji bo temaşekirinê beşdarî maçê bibin.
Maç wê sibê êvarê saet di 19.00 de, li stadyûma li navnîşana Hohe Str. Tannenbusch 53119 / Bonn, were lîstin.