logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Kê, çima ÎBO birîndar kir?

Gelo diviya em vê qesta kuştinê (suîqest) çawa bixwînin? Kê, çima, ji ber çi qeta kuştina ÎBOyê şûmike yê kurd kir?

  • Dîrok: 16/03/2011
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz 

Dinya bi felaketa erdhej, tsunamî bi kurt û kurmancî bi “TOFANA JAPONYAYÊ” mijûl e. Niha jî behsa verijîna NUKLEERÊ tê kirin.
Vê bûyerê bi carekê de rojeva dinyayê, serhildanên li ROJHILATA NAVÎN ji bîra mirovahiyê birin û bi carekê de rojeva ajans, tv û rojnameyan hate guhartin.   
Pêr (14’ê adara 2011’ê) nûçeyeke lezgîn kete ser ajansan: Hunermend ÎBRAHÎM TATLISES bû hedefa êrîşeke çekdarî û bi fîşeka ji serê xwe xwarî, bi giranî birîndar bû…
Di Stenbola 2011’an de, ku her bihosta wê bi MOBESSE’yan pêçayî ye, li zikê Stenbolê, semta Şîşliyê, stranbêjeke naskirî, dema ji bernameya xwe “ÎBO SHOW”ê derdiket, dibe armanca êrîşeke çekdarî.
Gelo diviya em vê qesta kuştinê (suîqest) çawa bixwînin?
Kê, çima, ji ber çi qeta kuştina ÎBOyê şûmike yê kurd kir?
Erê, ÎBO kurdekî “sor e”, her çend bi heyîna xwe, nêzî sinifên jor, qata BURJUWAZIYA kej û spî dibû jî, ÎBOyê ji Rihayê tu carê nebû kurdekî SPÎ, an jî tirkekî SPÎ… Ew, her îsotxwarê rihayî, ÎBOYÊ kurdê “sor” bû.
 ÎBO, çi carê nebû “MODEL” di nav karê xwe de, tim, li rex milê îktîdarê, hewl da cihekî “TAYBET” ji xwe re çêke.
Belkî taybetiya ku sîfeta “ÎMPARATORê” sinifa awam, jê re hate dayîn, ji vê xweseriya wî ya “Kurdê Sor” hat. Taybetiya wî ya herî berçav jî XWEŞÎ û ZELALIYA dengê wî bû. Nexwe ÎBO, tenê ji bal îktidaran ve ji bo rehetkirina hestên “sinifa mehla jêrî” hate bikaranîn û heta bêjî, ÎKTÎDARAN ji “goşt, şîr û çermê” wî sûd wergirt. Heta bêjî, têra dilê xwe jê dot û bi salan wisa bir.
 ÎBO, îmajeke nû li hunera tirkî çêkir; heta mirov dikare bibêje, stranên kurdî yên pişt dîwaran giş wergerandin, heta mirov dişê bêje talan kirin û anîn, li ser sifreya ÎKTÎDARAN raxistin.
Parî mezin dibû û ÎBO’yê kurd ê îsotçî, bi dengê xwe ji bo guhdarên “talde û mehla jêrî” dibû semboleke nû. Kêfa hemû îktîdaran bi ÎBO’yekî wisa dihat.
Lê ÎBO xwe li vana negirt,  qewareya (hecm) xwe ya aborî mezin kir; helbet, qewareya aborî çend mezin bibe têkilî jî hin kûr, fireh, tarî û têkel hev dibin. Li rexekî mafya, li rexekî dewleta kûr, li rexekî gladyo… hema bêje her tişt… her tiştê tê bîra we…
Mezinbûna ÎBO’yekî wiha çi carê dewleta resen belkî aciz nedikir, lê tişta ku dewletê dê nikaribûya ragirta KURDBÛNA wî bû.
Erê, belkî çi têkeliya wî bi kurdîniyê nemabû, lê ew KURD bû. Belkî bi van hestan e, ÎBO rabû, berê xwe da Herêma Kurdistanê, li vê derê dest bi bazirganiyê kir.
Rûyekî naskirî ku Hewlêrê bike warê cazip ê aboriyê, heta deverekê dê madê DEWLETA TIRK tirş bikira. Ji bo wê jî diviya tiştekî wisa bikira ku hem qewareya vê bazirganiyê biketa ber kontrola wan, hem jî ÎMAJa Herêmê pê xirab bûya.
Kî li pişt vê bûyerê be jî, xuya ye, emrê wê ji hêzên gelek tarî hatiye.
Li vir, diyar dibe ku ÎBO’yek çend li rex dewletê û li bin paletiya wê de be jî, diviya heta deverekê piyê xwe dirêj bike.
Di vê bûyerê de, çend peyam hene.
Yek ji KURD’ên SPÎ re: Hûn çend digel dewletê bin jî, sînorekî we heye; hûn çend xizmeta/paletiya me bikin jî, tenê hûn paleyên me, gava îşê we qediya, “kurdê herî baş kurdê mirî ye!” (Nêrîna 75-80 salan a têjikên pan-turanîzmê)     
Du ji başûrê Kurdistanê re: Erê, em bi we re bazirganiyê dikin, gelek şîrket û fîrmayên me li welatê we ne, lê hûn dewleta kurd in, ji bo me bi talûke ne, diviya nebin cihê rakêşîna kurdên parçeyên dîtir. Qewareyeke me ya aborî bi we re heye, divê ev zêde pêşve neçe. Em çend bixwazin dê sînorê vê ew çend be!
…
ÎBO, niha têkoşîna “man û nemanê” dide. Li gorî çapemeniya Tirkiyeyê; berê şik û gumanan li ser Herêma Kurdistanê ye. Welew wan kiribe jî, aqilê vê pê-kuştinê, destek û fikra wê DERIYÊN TARÎ yên DEWLETA KÛR in.
ÎBO, tenê qurbanek e.
Kurd e. Gundiyek ji dera hanê ye, lê ligel ew çend şûmiyên xwe jî xwedî dengekî zîz û zelal e.
Xwedê şîfayên lezgîn bide!
 

omerdilsoz@yahoo.com


***

Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
-
Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

news
  • 20 08 2026

Ji gelek aliyan ve Dêrika Çiyayê Mazî

news
  • 17 08 2026

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan

news
  • 16 08 2026

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

news
  • 13 08 2026

NÎVGAV

news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Bernameya Documentaristê: 10 belgefîlmên balkêş

ad

Dengbêj Bavê Hewas mir

ad

Kevirê Sebrê

ad

Tiştên wisa tenê li Tirkiyeyê dibin!

ad

'Tiştên bi kêrî wêjeya me were ez werdigerînim'

ad

Ji Mûsa Şanak 3 helbest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname