Diyarname
Dengbêj Ferhan Silêman Mûrad ku bi navê ‘Bavê Hewas’ dihat naskirin roja 23'yê adarê canê xwe ji dest da.
Bavê Hewas 90 salî bû, li mala xwe ya li Hesekê ji ber qeyrana dil canê xwe ji dest da. Cenazeyê Bavê Hewas li goristana bajarê Hesekê spartin axê.
Dengbêj Bavê Hewas yek ji damezirînerên Koma Şehîd Hogir bû ku di sala 2011`an hate damezirandin. Di sala 2012`yan de ew û koma xwe tevlî Navenda Xabûr ya Çand û Hunerê ya li Hesekê bûn û xebatên xwe li wir dom kirin.
Bavê Hewas heta niha beşdarî gelek bernameyên kanalên kurdî bûbû û klam digot.


