Diyarname
Documentarist heta niha 12 caran li dar ket û niha ji bo cara 13'yan xwe amade dikir. Lê vîrusa koronayê nehişt û wan jî biryar da ku wekî "Home Edition" niha li dar bixin.
Ev Home Edition a Documentaristê 6'ê mehê saet 14'an de bi çalakiyek dest pê dike: Tiyatro BeReZe bi navê "Canli Kitap" (Pirtûkê Zindî) dê versiyona cuda ya "Kırmızı Başlikli Kiz” (Keça Kumsor) pêşkêş bike.
Documenterista "Home Edition" îsal dê di navbera 6-16'ê mehê de li dar bikeve. Di festîvalê de ligel sînemager Alan Berlier dersa sînemayê li dar bixe. Ev ders 7'ê mehê ye û yên bixwazin divê xwe qeyd bikin. Her wiha dê hin gotibûjên din jî wekî online li dar bikevin.
Documentaristê 10 belgefîlm diyar kirine û ew her yek du rojan dê bê pere ji ser online re bêne nîşandayîn. Belgefîlmên hatine hilbijartin di festîvalên navneteweyî de cih girtine û hatine ecibandin. Ji wan "Salma" li Sundence û Berlînê, "Josephine Baker" li Beyrût û Brussels Jazzê, "No Land's Song" jî li gelek festîvalên cur bi cur hatiye nîşandayîn û ecibandin.
Vane ew 10 belgefîlm:
- Ailedeki Yabanci / Biyaniyê li nav malbatê (Intimate Stranger, 1991), Alan Berliner
- Encardia, Dans Eden Taş / Encardia, Kevirê Direqise (Encardia, the Dancing Stone, 2012), Angelos Kovotsos
- Kuzeyli Bir Can / Rihekî Bakurî (A Northern Soul, 2018), Sean McAllester
- Ormanin Arkasinda / Li pişt daristanê (Beyond the Forest, 1999), Gulya Mirzoeva, Jérôme Cler
- Salma (2013), Kim Longinotto
- Josephine Baker, Bir Uyaniş Hikâyesi / Josephine Baker, Çîroka Vejînekê (Josephine Baker, The Story of an Awakening, 2018), Ilana Navaro
- ITO: Bir Şehir Rahibinin Gunlugu / ITO: Rojnivîska Keşeyekî Bajarî (ITO: A Diary of an Urban Priest, 2008), Pirjo Honkasalo
- Ulkesiz Şarkilar / Stranên Bêwelat (No Land's Song, 2014), Ayat Najafi
- Garod (2012), Onur Gunay, Burcu Yildiz
- Kuyunun Ustundekî Goz / Çavê Li ser Bîrê (The Eye Above the Well, 1988), Johan van der Keuken
Ji bo agahiyên zêdetir:
- DOCUMENTARIST - HOME EDITION
**
Nûçeya Eleqedar:
- Documentarist wekî online li dar dikeve



