logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’

Serçavî û maka –orjîna- vê gotinê her çend bi patenta pêşî/mezinên me kurdan be jî, lê her çi be, dîsa ji bilî me kes na

  • Dîrok: 04/12/2010
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz

Serçavî û maka –orjîna- vê gotinê her çend bi patenta pêşî/mezinên me kurdan be jî, lê her çi be, dîsa ji bilî me kes nabêje dewê min tirş e. 
 A me kurdan, nizanim ji bêşansiyê ye, an ji nezaniyê, lê belê tim “giyayê hewşa me tal, dewê me jî tirş e” ji bilî me çi gel û netewe, heta komikên êlên li daristanên amazonan jî, çi carê ew qas ji bo yên aydê xwe “tirş û tal”nabin.
Helbet, bi awayekî civakî gava ev “tal û tirşê” bêne nirxandin, giş mimkûn e bi “rewş û hoyê” bêne pînekirin û hepsê “hincet” û “realîtiyê” dê bi hevsarê şert û mercan bête girêdan û dîsa ev nexweşiya “tal û tirşiyê” dê bi pate/cawekê bête ber rûpêçê.
Bo nimûne; siyaseta xelkê li welatê me “şirîn” a me bi xwe “tirş e”, zimanê xelkê li ser devê me “şekir” yê me “talîşk e”, em li ber nîrê desthilatiya biyaniyan “xweşikê salê”, li gel meşa dost û hevalên xwe jî “dûpişkê çolê” ne.
Her ji çi be nizanim, em ji bo xelkê kol û koç, ji bo navxwe jî bi şax û qiloç in.
Bêhna me ji bo me “genî” tê û bêhna genî ya devê xelkê li ber me “misk û ember e.”
A me kurdan bêlome be, nexweşiya tal û tirşiyê ye; çavên me li hev bar nabin û me nevê em bibînin dost û mirovê me rabe pê jorî û gavekê li pêşiya me be...
Ev û bi sedan nexweşiyên me hene...
Divê em demildest bi awayekî cesûr û dilstûrî rûbirûyê van “rastiyên xwe yên tal û tirş” bibin û wekî pilingekî bi ser de biçin.
Çi nexweşî ji xwedêdanê nînin, em vana hemûyan fêr bûne, dermanê wan jî her di destê me de bi xwe ye; ji bo wê jî werin em ji vê gavê de biryarekê bistînin: Dilê xwe vekin.
Li çi?
Li her tiştî...
Dilê xwe vekin; wan hizrên tal û tirş ji mejiyê xwe birêjin û dinyayê li ber çavên xwe fireh bikin.
Serê vê girêkê jî, di destê we de ye: Perên xwe vekin, ji qalikê xwe derkevin, li firehî û paniya dinyayê binêrin û xwe berdinê.
Berî her tiştî pêşhukim û gotegotên we girêdidin, hemûyan ji mejiyên xwe bavêjin derê, wê zerdava tirş û tal verêşin û  xwe bo famkirin, serwextbûn û têkiliyên berfireh hazir bikin.
Ji mezinbûnê netirsin.
Ji firehbûnê netirsin.
Ji pervekirinê netirsin.
Ji hembêzkirinê netirsin...
Tirss...tirs....tirss.... hemû ji ber van tirsan e, ji xwe “nefret” dikin, ji yên ji xwe “bêzar” dibin, ji toxmê xwe “aciz” dibin û dibin kurmê tirş û tal ê dara xwe...
Kurdino, gotina min ji bo we/me ye; Vê girara tifaqê tirş nekin û berhingarî hevdu nebin dîsa!... Bila tirsa me ne ji hebûna fikirkirina me, ji nebûna fikirkirina me be. Çimkî mirovê xwedan fikir, her dem dikare şivanî û serkêşiya civaka xwe bike, lê yê nezan, li gel kê be tenê dê bibe “peya” û “paleyê” (bin)zikê xwe.
Ez  qolinc û janên guherîna civakê dibînim û ji ber hindê jî hêvîdar im ku êdî “giya li vê hewşê şirîn, dew li vê meşkê xweş be!”
Bi hêviyên xweş!...

omerdilsoz@yahoo.com

 

***

Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

news
  • 29 09 2026

Zozanî û Hilgêr

news
  • 28 09 2026

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Maradona hat!

ad

Ji bo serketina Kûpaya Dinyayê prîmeke gelek mezin eşkere kirin

ad

Medreseya Sor teslîmê Weqfa Hayratê kirin!

ad

Messi rey 7'inan xelatey 'Goga Zêrîne' girot

ad

Mebûsê kurd Çiçek: Dixwazin dersa kurdî ya hilbijêrkî betal bikin

ad

Vaye ew helbest "Nesrînê"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname