Diyarname
Bifikirin li meydanê top hene, topên dîrokî, berhemên muzeyê û yek radibe diçe serê xwe dixwe hundirê topê û têde dieliqe. Wê çawa be?
Na henek di vê nûçeyê de nîn e. Li qeraxa Beşîktaşa Stenbola Tirkiyeyê "Muzeya Behrvaniyê" heye. Hin topên kevn ji vê muzeyê li meydanê danîne. Û îro yek ji ciwanên çûne meydanê ji bo fotografê bikişîne ketiye nava topê. Encam: Di hundirê topê de eliqiye. Kesên derdorên piştî ku hewl dan û nekarîn jê derxin li Îtfaîyeya Stenbolê geriyan û îtfaîye hat ew xilas kir.