Mem Mîrxan
Berî her tiştî divê ez bidim zanîn ku M.M’yê di hevpeyivîna Jan Dost de derbas dibe ez im.
Belê min ji Jan Dost nivîs xwest.
Ji ber mirina hozanê mezin Aram ez gelek xemgîn bûbûm.
Wekî mirîşka gêj ez li dora xwe digeriyam.
Tam di wê keliyê de ez bi kesên ku di msn’ya min de bûm re jî dipeyivîm.
Min xemgîniya xwe bi wan re jî parve dikir.
Mînak ez bi Murat Batgî re jî peyivîm. Min hestên wî jî pirsîn. Camêr bi nivîskî jî ji min re şandin.
Jan Dost jî şand.
Di rojêk wiha de mirov dixwaze hemû kes hawar bike.
Cilan ji xwe bişeqitîne.
Mirovên wiha mezin li ser psîkolojiya mirov jî tesîr dikin.
Mirov xwe deydar hîs dike.
Qet nebe mirov dibêje ez ji bo wî nivîsa herî baş binivisînim.
Min got ez ji çend nivîskar û hunermendan jî bipirsim ka ew vê mirina bê wext çawa şirove dikin. Ku dîtinên balkêş derkevin ezê wan di nivîsa xwe de bikar bînim.
Ji bo kurtedemekê be jî, kaniya jiyanê li ba min miçiqî, hiş û aqil ji serê min çû.
Di wê keliyê de tiştek nedihat bîran min.
Lê nivîsa ku Jan Dost ji min re şandî ji têbiniyekê dirêjtir bû.
Min jî min got heyf e ez vê nivîsê kurt bikim. Bila li ser navê Jan Dost bê weşandin.
Ez bi hevalên li rojnameyên re peyivîm û min ji wan re şand.
Gotin bila be emê binêrin.
Lê hevalê ku min nivîs jê re şandî piştî demekê li min vegeriya û got : “Lijneya weşanê ya rojnameyê ji ber hinek daxwiyaniyên wî (yanî ên Jan Dost) em nivîsa wî naweşînin.”
Min jî ji wî hevalî re got ku ezê vê yekê wekî pîvanek rojnamegeriyê ya mafê bersivê ezê bi Jan Dost re parve bikim. Û min jê re jî got.
Tevî ku ez 9 sal in di Azadiya Welat de dinivisînim disa jî min ev yek bi duristî pêk anî. Dibe ku min dilê hevalên xwe yê rojanmeyê jî hiştibe.
Ku ev nivîs bihata weşandin wê qiyamet bibûya? Na.
Lê ne mafê min e, ne jî mafê yekî din e ku xwe di şûna lijna azad a rojnameyêke û wê biryarê bide.
Nivîsek pir giranbuya bû? Yên ku di Diyarnameyê* de bixwînin wê bibînin. Wekî wê nivîsê bi sedan nivîs tê berdestê lijneya weşanê û naweşînin. Li gor pîvanên rojnamegeriyê ku navê nivîskarekî navdar li binê nivîsên bi vî rengî be mirov dikare biweşîne.
Lê di derekê de ez tevlî Jan Dost dibim xwezî hevalên me bigota ji ber naveroka wê ya qels em naweşînin.
Di van 9 salên ku ez ji bo Azadiya Welat dinivisînim de du caran nivîsa min jî nehat weşandin.
Ji ber ku nivîsa min nehat weşandin ez jî bi ber ketim.
Lê di rojnameya Azadiya Welat de nivîsandin ji bo min rûmeta herî mezin e.
Kesekî wekî min hejar rahiştiye pênûsê û li cihê yekî wekî Apê Musa nivîsan dinivisîne.
Lê tevî mafê rexnekirinê mirov nikare wekî Jan Dost baxtê xwe jî bavêje: “Ev kes (yanî lijneya Azadiya Welat) Joseph Goebbelz ê wezîrê propagandayê di dema Hitler de tînin bîra min. Wî kontrol li ser her beşê ragihandinê danîbû, û fermana idama kesê ku dezgeyeke biyanî ya radyoyê guhdarî bike, dabû. Guhê her kesî şima kiribû, tenê propagandaya nazîstan diherikand guhên xelkê. Devê her kesî gem kiribû, tenê bangkirina bi jiyana Fuhrer Hitler ne qedexe bû. Vê bîr û baweriyê Almanya gihande ku? Goebbelz bi xwe giha ku? Şeş zarokên xwe bi jehrê kuştin. xwe û jina xwe jî! Ev mantiq, mantiqê: tu ne wek min î, tu dijmin î, mixabin bûye bingeha dan û stendinê di nav partiyên me de, nivîskarên me de, dezgehên me ên ragihandinê de û di hemû movikên jiyana me de.”
Ev raste rast bêbextî ye, bêwijdanî ye...
Rojameyek wekî Azadiya Welat ku sedî sed bi fedakarî tê meşandin, bi dehan şehîd li dû xwe hiştine, bişibîne Wezîre Hitler ê Propagandayê, ev ji bêwijdaniyê jî wêdetir bê ehlaqî ye.
Tevî ku min hemû pirtûkên Jan Dost standine jî nizanim ji ber çi ye heta niha min tu pitûkek wî nexwendibû. Carê min çend rûpel ji romana Mijabad xwend û wisa ma. Duh çawa bû nizanim min Mem û Zîn a ku Jan Dost veguheztiye kurdiya îroyîn ji pirtûkxaneyê derxist û di şevekê de bideng xwend. Û ez gelek kêfxweş bûm. Li bendê bûm birêz Jan têkeve înternetê û ez ji bo xebata wî ya hêja spasiya xwe bikim.
Min ev dîtina xwe ya kêfxweşyê bi gelek hevalên din re jî par ve kir. Ku ji bo edebiyata kurdî xebatek çiqas giranbuha hatiye kirin. Min ev dîtina xwe herî dawî bi nivîskarekî din yê hêja re jî par ve kir. Min got: “Keko dema mirov Mem û Zînê ya bi kurdiya îroyîn dixwîne wekî ku giyanê mirov paqij be, bandorê li mirov dike”. Hêja nivîskar got: “Haya te ji hevpeyivîna wî ya dawiyê heye?”
Min got: “Na”
Ez çi bixwînim. Bila min nivîsek bi vî rengî tu carî nexwendiba.
Bila destê min bişikiyana çiqas bi dilekî pak be jî min nivîs jê nexwestana.
Bila lanet li wê keliyê bê ku ez ketim înternetê ku ez tê de rastî Jan Dost hatim.
Pêşniyara min ew e ku bila ew jî wekî min wê pirtûka pîroz bideng bixwîne belkî bandorekê li wî jî bike.
Belkî wijdana wî jî paqij bike.
***
*Jan Dost: Şevek bi Aramê Dîkran re
Nivîsên eleqedar:
- Hevpeyvîna Jan Dost û “rastiyên” wî
- Hevpeyvîna ligel Jan Dost, beşa dawî
***
***
Hin nivîsên Mem Mîrxan ku di Diyarnameyê hatine weşandin:
- Rewşa hewayê qirêj e
- Amed, xewna min a herî şîrîn
- Bêndera xîretê
- Krîterên DTP'ê û rastiya Jiyanê
- Duh dost bi sî û du diranan keniyan ji dil
- Di Ergenekonê de navên kurdan