Mem Mîrxan
Duh îdianameya Ergenekonê aşkera bû.
Di îdianameyê de gelek tiştên ku gelê kurd jî eleqedar dikin hene.
Di heman îdianameyê de
6 caran navê Osman Baydemir,
61 caran navê Ahmet Turk,
24 caran Sebahat Tuncel,
157 caran Abdullah Ocalan,
285 caran peyva kurd,
18 caran HADEP,
82 caran DTP,
588 caran PKK,
29 caran Dogan Erbaş,
160 caran Diyarbekir,
Û carekê DEP derbas dibe.
Di axaftina di navbera Dogan Erbaş û nûnerê Hêzên Taybet de tê gotin; ‘Têkiliya me bi Şemdin Sakik re hebû, gelekî baş bû. Bi kanala Yeşil me çek difirotinê. Ji ber ku Ocalan zor dayê revî çû xwe avêt hembêza KDP’ê’
Dîsa di berdewamê de dibêje ku “Dema Ocalan çavê xwe vekir yê ku got ‘tu bi xêr hatî memleketê xwe’ Pîlot Necatî bixwe ye. Haya me di serî de ji têkiliyên Pîlot Necatî heye. Me ji Ocalan re qasidên siyasî şandin, lê wî ew perîşan kirin û dîsa şandin. Melik Firat bi çêran qewirand.”
Her wiha kuştina General Bahtiyar Aydin jî digirin ser xwe, aşkera dibêjin ‘tu eleqeya PKK’ê bi kuştina general re tune ye”.
Qetlîama 12’ê îlonê ya 7 jê zarok bi giştî 10 kes hatibûn kuştin digirin ser xwe. Di dema teqînê de bi hev re bi dehan hevdîtin çêkirine. Û bûyer şîrove kirine.
Haya wan ji kuştina Musa Anter, Behçet Canturk jî heye. Her wiha wisa plan dikin ku dîsa weke cinayetên GEBZE’yê çeteyekî biafirînin.
Planên suîkastan ên li hemberî Ahmet Turk, Osman Baydemir û Sebahat Tuncel bi hemû kitekitên xwe tê de ne. Navê her sê siyasetmedaran ji ber sûîkastê di îdianameyê de derbas dibin.
Tiştê ku bala min kişand hevdîtina ku di navbera Dogan Erbaş û nûnerê hêzên taybet de ye. Li gorî îdianameyê têkiliya Heyeta Aştiyê ya Yekemîn a ku ji Ewropayê hat ku Haydar ERGUL, Dîlek KURT, Aysel DOGAN, Yusuf KIYAK, Alî Şukran AKTAŞ, Aygul BIDAV, Haci ÇELÎK û Îmam CANPOLAT tê de bûn li gorî peymana di navbera Dogu Perînçek, Velî Kuçuk û Dogan Erbaş de, pêk hatiye. Dîsa qaşo hatina Heyata Aştiyê ya Duyemîn, derketina gerîlayan ya derveyî sînor li gorî vê protokolê çêbûye.
Di berdewama îdiayan de tê gotin. Dogan Erbaş bi berpirsiyarê Hêzên Taybet (Ozel Kuvvetler) re peyiviye. Her wiha hemû kitekitên hevdîtinê di îdianameyê de cih digirin.
Ez naxwazim mêjiyê xwendavanên kurd tevlihev bikim. Lê bila qet derew bin an rast bin, divê berî ku rojnameyên Fetulah Gulen dest bavêjin vê mijarê û bi nûçeyên gemarî mêjiyê gelê kurd tevlihev bikin, siyasetmedar û berpirsiyarên siyaseta kurd yên navê wan di îdianameyê de derbas dibin Raya Giştî bi awayekî berfireh agahdar bikin.
mmirxan@hotmail.com
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîsa Mem Mirdxan me ji Azadiya Welat girt û sernavê wê me guhart.


