Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara
Tu di maleke oldar de mezin bûyî, te perwerdeya dînî wergirtiye, ji bo çi tu ne wisa derketî û te ev rê berdewam nekir?
Erê rast e. Min perwerdeyeke dînî ji pênc salîya xwe de wergirtiye. Ez berê hinekî behsa malbata xwe bikim. Wek min di bersiveke berê de jî gotibû, kalkê bavê min, yanî Sofî Hesso, sofiyekî tundrew û tîzmeşreb bû. Dema ku mêvanek bihata mala wî, pirsa wî a yekem: ma tu nimêj dikî yan na? Eger bigota erê, digot ser seran, ser çavan derbas be kerem bike. Îkrama wî pir dikir û ew li ba xwe dikir xew. Lê eger bigota na, ez nimêj nakim, digote wî: Mêvan mêvanê xwedê ne, de xwarina xwe zû bixwe û derkeve. Piştî ku derketa jî, şûna nigê, yanî şopa wî dixeritand û heriya wê şopê diavêt. Digot lewitî û nicis bûye. Kalkê min Şêx Salih, yanî kurê wî, Sêxê Terîqeta Neqşebendî bû, şair bû jî, bi kurdî hin qesîdeyên wî yên delal hene. Şêx Ehmedê Xiznewî ku kalkê şehîd Şêx Maşûq e, ew kire Xelîfeyê xwe û gotê: Mele Salih here Erebpînarê (Kobanîyê), xelkê wê cahil in û şerî`etê nizanin. Here îrşada wan bike. Emrê şêx e, di cih de berê xwe di gel jin û zarokên hûr dide Kobanî. Wê demê hîn Frensa dagîrkera Sûriyê bû. Kalkê min hat û Mechan Axa qetek mezin ji erdê xwe diyarî wî kir. Wî jî mizgeftek ava kir û malek û parçe baxekî tirî mirîdan jêre lihev anî. Qublenameya kalkê min wê demê hebû. Diçû ku datanî û qubleya (qibleya) xwe pê nas dikir û nimêj dikir. Milîsekî ku ajanê Frensayê bû, wî dibîne û diçe ba efserê frensî, dibêjê: Şêxek ji welatê şerqî (li Kobanî ji Cizîrê û Amûdê û Qamişlo re weha dibêjin) hatiye û cihazekî ecêb pê re ye. Efser kalkê min dawetî ba xwe dike û pirsa wî cihazê ecêb jê dike, kalkê min Qublenameyê derdixe û şanî efserê frensî dike. efser dikene, lêborînê dixwaze û dev jê berdide. Dema klakê min diçû gundekî, xwarin nedixwar, digot hûn nezan in, mirîşkên we tev li hev dibin, mirîşka cîranan tê mala we û hêka xwe datîne, hûn jî li cîranan venagerînin, ew jî herma e. Bavê min jî oldarekî hişk bû. Bi taybetî ji bo mesela nimêjê gelekî dişidand. Ku berê xwe dida Helebê, bus disekinand û nimêja xwe dikir. Ew di şerîetê de, dikare di busê de jî nimêj bike. Lê wî wisa nedikir. Xelkên di busê de tev aciz dikirin. Ez biçûk bûm û pêre çend caran çûne Helebê, min gelekî şerm dikir. Jinên malbata me, mecbûr bûn ebayên reş li xwe bikin û xwe ji xelkê veşêrin. Ku mêvanek dihate mala me, jinan nema zanîbû çawa xwe veşêrin. Bavê min jî gelekî dişidand. Pir caran bi ser rebena diya min de radibû ku çima te zû xwe veneşartiye. Îboyek hebû ji mirîdan, digotinê Îboyê qederan (wî keç û xort bi hev didane naskirin û ew dizewicandin loma ev nav lê bûbû), ew gelekî henekçî bû, ku dihate mala me digot: : Seyda ne hewciye hûn ji jinan re bibêjin xwe veşêrin, ezê xwe veşêrim. kirasê xwe hildida,, li serê xwe digerand û derbas dibû, em pir dikeniyan, bavê min jî bi vê bizava wî dikeniya. Di şîna kalkê min ê Amûdê de, mele Ebdulletîfê Omerkî ku bavê diya min e, ez bi bavê xwe re çûme Amûdê. Sala 1976an bû. Em di civata şîngeriyê`(tezîyê) de rûniştîbûn, gava me dît waye kesekî bi bedlekî spî, solên spî porê spî derbas bû. Tev ji ber wî rabûn. Min ew nas nedikir, hema rûnişt rûnenişt min dît bavê min berê xwe dayê û gotê: Cegerxwîn tu nimêj dikî nakî! Ew Cegerxwîn bû, keniya û got : Li min binêre mele Beşîr! Ma halê min halê nimêjê ye. Pir qerebalix çêbû lê nayê bîra min çi hate gotin, ez wê hingê deh salî bûm. Hêviya bavê min di min de gelekî xurt bû ku ez jî şopa wî bajom û bibim mele. Ji biçûkî de ez fêrî hedîsên pêximber, quranê, dersên şerîetê, zimanê erebî dikirim. Ez bi xwe re dibirim mizgeftê, û dihişt ez hedîsên ku min ji ber kirine ji xelkê re bixwînim. Cara yekem ez şeş salî bûm ku rabûm li pêşiya cemaetê sekinîm û min hedîsek xwend (ew hedîs hîn tê bîra min. Ew ku dibêje.Islam li ser pênc stûnan ava bûye) . paşê ku bûme xort , got de îcar xutbeyan jî bide, erebiya te xurt e û nutqa te baş e. Min dilê bavê xwe nedihişt. Heta ku ew mir jî, nizanibû ku ez nimêj nakim. Ez rabûm min dest pê kir û bûme xetîbê (Camiya Seydan). Pir ne bi dilê min bû, lê min dikir. Pişt re min dest pê kir bûme imam jî. Bi sedan li pişt min nimêj dikirin. Dema nêzîkiya min ji PKK re çêbû, me bi dizî dest bi xwendian kitêbên Marksîzmê kir. Îmana min çelqiya. Baweriya min bi dîn nema. Hêdî hêdî ez ji dîn dûr ketim, lê dîsa jî min xutbe dixwendin. Carekê ez lil ser menberê bûm, berî dest pê bikim, min ji xwe re cimaeta hatiya nimêjê jimartin, bêtirî sêsed kesî bû. Min di dilê xwe de got: waaaay ev çiye, ez çima gunehê van kesan dixim stûyê xwe û vê durûttiyê dikim? Nabe, divê ez ji vê rewşê xelas bibim. Min rabû ji bavê xwe re got:: ez nema karim xutban bibêjim. Got çima lawo? Min got: ez di sûkê re, di kolanan re dimeşim, bi panteron û gumlekên milkurt im , ev jî qet ne minasibû xetîb û imamekî ne. Bêyî wan jî nikarim bimeşim. Bi zor û heft belan min ew qanih kir.
Niha ku van tiştan tînim bîra xwe, ezê oldar tême berçavê xwe. Min munaqeşêyên giran bi xelkên bêbawer re dikirin. Li dibistanê, bi hevalên xwe re diketim cidalan, û dilê min gelekî bi kesên ku nimêj nedikir dişewitî. Niha dilê min bi min jî dişewite.
Heta niha li tu deran nivîsên te hatine sansurkirin?
Mixabin ne nivîsên min lê ez tême sansurkirin. Yanî çawa! Havîna sala 2000 ez hatime Almanya. Di wê salê de, Dilbixwîn Dara û Husên Hebeş rojnameya Avesta derdixistin. ji hijmara çaran de ez jî bûme editor. Ev yek cihê nerazîbûna hin kesan bû. De berî wê jî Hesen Irandost û Baranê kameraman roja sêşemê 10 meha Oktoberê hatin ji bo Medya Tv yê bernameyek bi min re çêkirin. Programeke Hesen Îrandost bi nave (Helbest û wêje ) hebû wê tê de biweşanda! Di wê hevpeyvînê de, min dikira ji dilê safî behsa projeya rojnameya Avestayê bikira. Hesen got nabe, sansur li ser Dilbixwîn heye! Min ew yek daqurtand. Telefon her ji dostên min ên li Medya tv dihatin û digotin dev ji Avestayê berde. Hesêbke Avesta şev û roj pesnê Seddam Husên û Kenan Evren dida! Piştî şeş rojan, dostekî min î herî nêzîk telefon vekir got: te zû kiriye tu bûyî edîtorê Avestayê! Min jî got: Çi ji min dixwazin. Got dev ji Avesta berde ji bo ku hevpeyvîna te biweşînin. Min got ka bihêle heta sibe. Bû sibe (17-10-2000) dîsa telefon kir û got: ka te çawa kir? Min got eger ji bo bernameyê be, bila neweşînin, ez di Avesta de dimînim. Û ez di rojnameyê de mam û min bazar li ser azadiya xwe qebûl nekir. Mana min di Avesta de şaş be yan rast be ew ne mesele ye, lê ya kirêt ew bû ku wî dostê min qebûl kir bibe berdevkê hin kesên dehbe û bazirganiya azadiya ramanê kir. Ji xwe ku bername nehate weşandin jî kete stûyê Hekîm Sefqan ku di rêveberiyê de bû. Lê yekî jî ji camêrên wê derê, ji tirsan re newêrîbûn bibêjin pist. Hema yekî jî negot hûn çima wisa dikin, û Jan Dost û Dilbixwîn bi hev ve girêdidin! Kesî devê xwe venekir ku bibêje, na nabe. Ev yek şaş e. Dema ez ji Avestayê veqetiyam jî, ez bi qenaeta xwe û bêyî zexta tu kesî veqetiyam. Nelihevkirina me ji bo weşandina helbestên erebî bû, ji bo weşandina wergerên bi erebî ji wêjeyê re bû. Min ev yek qebûl nedikir, hîn jî nakim. Husên Hebeş helwesta min şaş fêm kir û ravekir. Ji wî we bû ku ez li dijî wî bi xwe me. Lê min ne di cih de didît ku em di rojnameyeke mîna Avestayê de rabin belaş xizmeta wêje û zimanê erebî bikin. Ez hîn jî dibêjim ku heta radeyekê zimanê lêkolînê ne kurdî be , xem nake, lê wêje, edebiyat! Bi tu awayî qebûl nabe ku bi zimanekî ne kurdî be. Ev newesandina bernameya bi min re, sansura mezin ay ekem bû ku rastî min dihat. Carekê jî, min daxuyaniyek derbarî strana Can Can ya ku Gulistan distirê, nivîsî bû. Ew stran gotinên min bûn û li ser daxwaza Gulistan xanimê hatibûn nivîsandin. Paşê ku kaseta wê derket, min dît vaye li ser qabê nivîsandine: Gotinên şivan Perwer!!! Ez dîn bûm, lê min got herhal şaşiyeke heye. Paşê min nas kir ku mesele ne şaşiye, bi israr wisa bûye. Min rabû daxuyaniyeke biçûk nivîsî û şande rojnameya Welatê me (berî ku bibe Azadiya Welat). Ku ne şaş bim wê demê Mezher Gunbat moderatorê wê bû, wî ew daxuyanî ne weşand. Sansur kir, lê bi behaneya ku ev tişt û polemîk nebaş in!! ku stran werin dizîn baş e , lê nebaş e ku tu doza heqê xwe bikî. Çi mentiq e? Careke din jî min helbestek li ser pismamê xwe yê şehîd Halim (navê kod Dewrêş) nivîsî bû û şandibû ji Welatê me re, dîsa M. Gunbat ew neweşand, got ku peyva Uludereya xayin (Uludere cihê ku pismamê min lê şehîd ket, bi xayintiya hevalê xwe, û ew nav di helbestê de hatiye) nebaş e!!!! Vê dawiyê jî, hevalekî nivîskar ji Amedê (M.M) nivîsek li ser Aram ji min xwest û got ezê bişînim Azadiya Welat. Min jî got de ma ezê çi binivîsim, paşê hin bîranînên Aram Dîkran hatin bîra min, min got de ev ê baş be. Min nivîsa xwe a kurt nivîsî û di 8ê vê Tebaxê de jêre rêkir. Piştî bi rojekê mailek ji min re şand têde dibêje:
Lijneya Weşanê ya Azadiya Welat gotiye ji ber hinek daxwiyaniyên wî (yanî ên Jan Dost) em nivîsa wî naweşînin.. li vir xaleke giring tê ber çavan, ew jî ev e: sasnsur ne li ser nivîsan e, lê ser xwediyên nivîsan e. Yanî nivîsa min çi dibe bila bibe, dixwazî bila tezeke doktorayê li ser fikra netewî li ba Xanî be, ew hîç e eger fikrên min ne mîna fikrên wan bin. Yan jî bila nivîs zêde xirab û bêsewiye be, lê xwediyê wê defjenê wan be, wê were weşandin. Xwendevan dikare li malpera Diyarnameyê vegere û nivîsê bixwîne , ka çi yê xirab têde heye? Ev kes (yanî lijneya Azadiya Welat) Joseph Goebbelz ê wezîrê propagandayê di dema Hitler de tînin bîra min. Wî kontrol li ser her beşê ragihandinê danîbû, û fermana idama kesê ku dezgeyeke biyanî ya radyoyê guhdarî bike, dabû. Guhê her kesî şima kiribû, tenê propagandaya nazîstan diherikand guhên xelkê. Devê her kesî gem kiribû, tenê bangkirina bi jiyana Fuhrer Hitler ne qedexe bû. Vê bîr û baweriyê Almanya gihande ku? Goebbelz bi xwe giha ku? Şeş zarokên xwe bi jehrê kuştin. xwe û jina xwe jî! Ev mantiq, mantiqê: tu ne wek min î, tu dijmin î, mixabin bûye bingeha dan û stendinê di nav partiyên me de, nivîskarên me de, dezgehên me ên ragihandinê de û di hemû movikên jiyana me de. Ku lijneya rêveber a Azadiya Welat, gotibûya: nivîsa Jan qels e, tijî çewtî ne, ne hêjayî weşandinê ye, li ba min normal bû. Lê dema dibêjin ji ber fikrên wî, nivîsa wî jî li ba me nayê weşandin, ezê li ber rabim. Me nikaribû bi kêfa xwe li Sûrî berhemên xwe biweşandana. Wê demê, nivîsên me qedexe bûn, ne em. Wan ne digot hûn wisa ne, em nivîsên we naweşînin, wan li nivîsê bi xwe dinerî, eger ne li gor pîvanên wan bûya, nediweşandin, xwediyê wê jî kî dibe bila bibe. Li cem van camêrên me, xwediyê nivîsê pêwist e. Ebdullah Goran, pêşengê helbesta kurdî ya nûjen e, demekê bi ingilîzan re xebitiye, bûye spîkerê radyoya Elsherq El Edna li Filistînê, lê çî me û wê têkeliya wî! Berhemên wî ji bo me mane. Wisa jî Hejarê lêkolîner û şair, bi dehan helbest li dijî Mam Celal nivîsîne û kesekî heta hestiyan bi rehmetiyê Mela Mistefa Barzanî ve girêdayî bû, lê ew fikrên wî ji bo min hîç in, tiştê giring ew mîrasê mezin ê ku li dû wî ma. Wergera şerefnameyê, ferhenga Henbane Borîne, çêştî micêwir, Dîwana Kurdistan û gelek berhemên din jî. Niha ku li Silêmaniyê rabin û kitêbên Hejar qedexe bikin, ji bo ku di çend helbestan de rexne li ser Mam Celal nivîsîne, ezê dîsa li ber wan rabim. Ehmedê Xanî bi xwe, ma ne serokê dema xwe rexne kir, got ew kor e ber xwe nabîne û têra xwe rexne li kurdan û hakimên kurdan kir. Çima em ranabin wî qedexe nakin, çima em wî kesayetiya herî mezin di dîroka wêjeya xwe de dibînin!! Ez dikarim wisa xeyal bikim: Komara demokratîk ya Kurdistanê avabûye, yek ji wê lijneyê bûye wezîrê çandê, yan ragihandinê. Akademîsyenekî kurd jî heye, kitêbek mezin li ser dîroka Kurdistanê nivîsiye, lê ew akademisyen, xwediyê du sê heb gotar e , di wan de hin rexne li serokê komarê kirine. Wezîrê me, nabêje ev kitêb hêjaye, divê were weşandin, lê berê xwe dide, (numera qafê) wî kesê akademisyen. Û berhema wî qedexe dike!! Wey bavo, kabûse ev. Ez welatekî wisa û azadiya wî welatî jî naxwazim.
Dema ku nivîsên te têne sansurkirin, tu helwesteke çawa distînî?
Vaye ez ê helwesta xwe bibêjim. Ez vê yekê û vî mantiqê çewt protesto dikim. Ji bo vê jî ez nema dinivîsînim. Bi çi awayî be, munasebet çi be, nivîsa bi kurdî giha dawiya xwe. Heta mercên nivîsandinê baş nebin û hurmeta fikra kesên din neyê kirin, ezê bi tu şêweyê ne kin ne dirêj di internetê de, her weha di kovar û rojnameyên kaxetî de jî nenivîsim. Em li dijî faşîzmê ne, em wisa perwerde bûne, di nav partiyê de jî me xwe wisa his dikir wek têkoşerên dijî faşîzmê. Îcar îro em werin li faşîstên wêjeyê û rojnamevaniyê bilikumin!! Li Goebbelzên biçûk rast werin!! Qet nayê pejirandin. Ew kesên ku van biryaran didin, dûrî xeta partiyê bi xwe ne jî, mebesta min xeta nû, xeta hinekî liberal, ya hinekî bi ser her aliyê jiyanê de û li ser her fikrê vekirî ye. Kesên ku bi vî rengî difikirin, dijminê wêjeyê ne, dijminê fikra azad in. Û bi vî awayî, yanî bi rêveberiya vê lijneya (welatparêz), ez Azadiya Welat û rojnameyeke turkeşiyan wek hev dibînim.
Ez wisa me, yanî dixwazim tiştan vekirî bibêjim. Eger nerîna min şaş be, dikarim jê vegerim jî. Mesela em qala TRT 6 ê bikin, min şerê li himberî wê, berî ku dest pê bike, ne di cih de didît. Ka hela bihêlin, em lê binêrin, ji serî de ji me re perdeyan li ber me û aqilê me daneynin. Bihêlin her yek bi xwe bigihîje encamekê. Ji ber me ve nefikirin. Aqilê me jî di serê me de ye, me hîn ew neşandiye tatîlê. Li ser Kurd1 ê jî eynî wisa. Ez li Roj tv bûm, niqaş vebû. Yanî êrîşeke ne normal dibû. Hîn ew venebûbû. Min digot yahoo bisekinin, hela bera dest bi weşanên xwe bike, binêrin, ku li dijî kurdan e werin em tev de şerê wê bikin. Lê Kurd1, televiyona kurdan e û xebatê ji ziman û çand û huner û wêjeya kurdan re dike. Çima we ewqasî şerê wê kir? Ka ew bû çi? Hûn ji Kendal Nezan aciz in û jê nefretê dikin, bi kêfa xwe ne, lê nebin dijminê xebateke wisa ku di dawî de ji bo kurdan bi xwe ye. Ez kêmaniyeke Kurd1 ê bibînim, dikarim bi dostanî rexne bikim ji bo ku pêş bikeve, ne hilweşînim. Hilweşandin karekî pir hêsan e, hema avakirin zor e.
Dixwazî zarokên te riya te bişopînin?
Rêya ku min daye ser, dûr û dirêj û kenarên wê bi stirî û bi lezzet in jî. Ez ji herdu keçikên xwe re (Mey û Perî) nexşeriyan danaynim. Ew jiyana xwe çawa plan dikin bi kêfa xwe ne. Lê ez bala xwe didim Mey ku keça min î nehsalî ye, ew jî eynî weke min, xembar, romantîk, mişka kitêban e. Ji xwe dest bi nivîsandina helbestên kurdî û almanî jî kiriye. Bi rastî dilê min pê dişewite gava dibînim bi heyecan diçe ser maseya xwe û dibêje: ez dikim helbestekê binivîsim. Ez tême bîra xwe, dema wek wê neh deh salî bûm. Ez jî eynî wisa bûm. Xuyaye ev yek jî wiraset (genetîk) e. Mîratê di xwînê de ye. Ew yek tercîh û hilbijartina wê ye. Ez kitêban jêre tînim. Dixwazim mejiyê wê vekirî be. Lê dawî eger xwest rêya min bajo ezê nebim kelem li pêşiya wê. Ez rêya xwe xerab nabînim. Tevî zorî û dijwariyên wê jî, pê şanaz im û serbilind im. Keça min î biçûk Perî, a reqs û tenbûrê ye, a jiyanê ye. Kêfa min tê. Ez dizanim ewê di pêşerojê de rihettir bijî.
Xewna te ya herî mezin di nivîskariyê de çi ye?
Xewna min î herî mezin di nivîskariyê de, ew e ku ez karibim berhemin gelekî baş û layiqî zimanê kurdî û layiqî vê serdema me biafirînim, her weha karibim ji nivîskariya xwe bijîm da ku muhtacî karekî ku ez jê nerazîbim nebim. Mixabin heta niha ev herdu armanc jî sedî sed pêk nehatine, ji xwe a ku ez dibêjim xwezî ez ji berhemên xwe bijîm, di nêzîk de nikare were pêkanîn.
Tu difikirî ku rojekê dev ji nivîskariyê berdî?
Ez her tim difikirîm ku dev ji nivîsandinê berdim. Bêtir jî dema ku rastî wan astengiyên zor yên min niha qala wan kir, dibim. Lê nivîsandin bûye penceşêr û kanser û li hemû bedena min geriyaye. Ez nema jê xelas dibim. Par ez ciddî fikirîm ku nivîsandinê li dû xwe bihêlim, min ji Cemîl Oguz (berpirsê malpera Diyarnameyê) re mailek şand û got vaye daxuyaniya min, ka biweşîne û ez hew dinivîsînim. Ji min û ji wî, min biryara xwe rawestand. Nivîskarî barekî giran e, kes nîne alî min bike ku vî barî deynim û xwe rihet bikim. Min jiyana xwe û zarokên xwe xistiye bêistiqrariyê. Ne ew tu tehmê ji min dibînin û ne ez. Hela tu şertên ku têde dinivîsînim deyne aliyekî. Ez li salonê dinivîsînim. Heta niha odeya min a nivîsandinê nîne. Yek caran, mesela romanekê dinivîsim, yan kitêbeke nû. Li ber computerê me, zarok bi hev dikevin, hevjîna min jî dide nav wan, ez jî radibim govendê. Ne nivîs dimîne, ne xeyal dimîne û ez nizanim ka li ku rawestiyabûm. Wê demê ez dibêjim: Nebixêr ji vî senetî re. xwezî ez bekçiyê deriyê nizanim kê bûma û ne nivîskar bûma.
Mesele di wan fikrên pir ên di serê mirov de ye. Mîratê ne diqedin ne jî sar dibin. Ez mecbûr im binivîsim. Her carê ez dibêjim qediya, tiştek li ba min nema. Lê romanek, romanekê dikişîne, lêkolînek ji lêkolîna berî xwe dizê, nivîsek ji bêrîka nivîsa din derdikeve. Labîrenta cinaye (bi izna Hesenê Metê be) û mirov di nav de ye. Lê ez her û her xeyal dikim, ku rewş wisa bimîne, dibe ku dev jê berdim. Ez ciddî difikirim.
Em bêjin te dev ji nivîskariyê berda, wê tu çi karî bikî?
Ma kê gotiye nivîskarî kar e!! Yanî kar, ew karê ku mirov qezenceke maddî jê bike, qezencek baş yanî. Peyva nivîskar bi xwe ne di cihê xwe de ye. Nivîser yan nivîsar yan jî nivîsevan watedartir e. Dema paşeka (KAR) dikeve ser peyvekê, wê têgehê dide, ku ew peyv pîşeyê wî kesî ye, jê dijî. Mîna Hesinkar, ji xwe hesinkar ne li mala xwe sebra xwe bi hesinan tîne û belaş belaş kûra xwe vêdixîne. Eger wisa be, wê jinên hesinkaran, mêrên xwe di kûrên sincirî wer bikin, wê jinên nalbendan, nigê mêrên xwe nal bikin. Divabû pirs wisa bûya: Ma tu dixwazî nivîs bibe karê te? Min ê bersiv bida û bigota: Erê, ez dixwazim bibim Nivîskar! Niha ez ne niviskar im. Orhan Pamuk nivîskar e, Gunter Grass nivîskar e, Refîq Şamî nivîskar e, lê ez û hempîşeyên xwe, rebenê xwedê ne. Hewl didin ku nivîsê bikin karê xwe.
Keça Jan Dost Mey çîrokan dixwîne
Tu çû yî Roj Tv, piştre we li hev nekir, tu ji wir çûyî televîzyona Zenûbya... ev yek dibe sedema ku tu bi bêistîqrariyê werî rexnekirin. Tu çi dibêjî?
Piştî ez ji Avestayê veqetiyam, li Medya Tv yê sansur ji ser min rabû. Ji xebatkarên wê derê, Ejder Şêxo telefon ji min re vekir got were beşdarî bernameyekê bibe. Dilê min tunebû. Min nedixwest ez di cih de herim, heta tê bîra min, min gotê: Ejder kerameta min heye, ez ji Tv yê û şêweyê nêzîkbûna wê ya ji min re aciz im. Ew yekî henekçî ye, got: De dev ji keramet merametê berde lo. Dawî ez çûm bûme mêvanê bernameya Seyidxan (Asoyên Hunerê). Pişt re ez bûme mêvanê gelek bernameyan. (ku yek dibe mêvanê bernameyekê, eynî dibe mîna meha Remezanê, li her meh û demsalên salê digere, yan jî dibe wek Hille û niqrîyeke mezin ku dan têde dikelînin û ji malekê diçe maleke din). Heta bû meha 11’an sala 2002 an. Min resmî li wir dest bi kar kir. Bûme spîkerê beşê erebî. Karek bû min kir, ez qet ne poşman im ku min ew kar kiriye. Tevî ku ji wî karî nerazî bûm jî, tevî ku problemin mezin di navbera min û hevjîna min de (ku li dijî karê min bû) derketin jî, lê min karê xwe bi sozdarî dikir. Ez ji gelek aliyan de nerihet bûm, ji ber ku sansur hebû. Carekê li Şamê meşeke kurdên Sûriyê çêbû. Di meşê de hin partiyên rojava beşdar bûn. Min jî wek rojnamevanekî, nûçeya meşê amade kir. Min telefona bi serokê partiyekê re (Fuad Elîko) plan kir û dê min di nav nûçeyan re telefonî wî li cihê bûyerê, qada çalakiyê bikira. Rojnamevanî wisa dibêje. Her tişt bi rêk û pêk çû. Berî derbasî studyoya nûçeyan bibim, du hevalên min (E. Şêxo û H. Yûsif) xeber gihandin rêveberiyê. Tuncay di rêveberiyê de bû. Ez birim ba xwe û got: Me telefonî şam kiriye, wan gotine: Tu çalakî tunene!! Ez gelekî hêrs bûm, min qerebalix li kafeteryayê kir û dengê min gelekî bilind bû. Min qet bawer nedikir ku sansur dikare li ser nûçeyeke wisa biçûk jî hebe. Ez wê yekê fam dikim, ku saziyeke ragihandinê naxwaze dijmintiya dewletekê bike, lê a ku fam nakim, çima Tuncay wisa got? Bila bigota: Heval, rast e, lê em di vê demê de naxwazin Sûriyeyê bikin dijminê xwe! Bêguman ezê tê bigihiştama û min ê qebûl bikira. Bi wî awayî roj derbas dibûn heta roja ketina pûtê Seddam li Bexdayê. Min nivîsek nivîsî. Di wir de min hin rexne li şêweyên nûçeyan kirin. Wergera kurdiya wê nivîsa min (ku bi erebî bû) piştî demekê giha rêveberiya Tv yê. Ji rêveberiyê roja 1 ê hezirana 2003 an, Sebrî û Ferda wek mehkemeyekê ji min re li dar xistin. Ez di wê mehkemeyê de bi tuhmeta xayintiyê hatim darizandin. Wan gote min ku tu koleyî, tu xayinê herî mezin î û nizanim çi jî. Min qet dengê xwe nekir. Tenê min got: Ji bilî van tiştan, hûn dixwazin çi bibêjin? Wan got: Tiştên xwe rake û here mala xwe. Bi vî awayî ez ji kar hatim avêtin. Yanî ne min bi kêfa xwe dev ji Medya Tv yê berda. Wan bera min dan. Ziyaneke maddî a baş jî li min bû. Hinan gote min, tu dikarî gilî bikî. Lê min got: Ev ne ji exlaqên min e. Çawa be, ew saziyeke kurdî ye, nabe ku ez mehkemeyan vekim. Piştî bi çend salan av hinekî zelal bû. Ez çûm min bi rêya Aynûr Bozkurt bernameya ji bo zarokan amade kir. Di wê demê de, min projeyeke wêjeyî pêşkêş kir. Navê wê Şevnem bû. Min testek jî li studyoyên Wuppertalê (VIKO) amade kir. Kaset ji rêveberiya televizonê re şand. Lê qet bersiv nedan. Ne erê ne jî na. Min berpirsê weşanê dît û jê pirsî: Ka çi bi projeya min hat? Got ne gihaye me. Li wir li vir min pirsî, min dît mesele bincilikî dibe. Min dev jê berda. Xwedê kirî kopiyek ji wê projeyê li ser CD yê li ba min hebû. Min ew bi xwe re bire Stenbolê û bi yekî re ji Zagros tv re şand. Kesî ji wir jî bersiv neda, wek her carê. Pişt re min bihîst, ku Zagros tv yê projeya min ecibandine, ji xortekî kurd re ku çûbû Hewlêrê (Mizgîn Gemo) gotibûn: tu bikaribî xwe bighîne Jan Dost û bibêje, bila têkiliyan li ser vê numera televizyonê bi me re deyne. Da ku em peymanê binivîsin. Wî jî hatibû li Swêdê ji hevalê min Mihemmed Efîf Elhuseynî, xwediyê kovara Hecelnameyê re gotibû. Qaşo ew adresa min dizane û wê xeberê bide min. Lê wî gotibû, na ji Jan re nebêje. Wê ew li ba wan rûyê me reş bike û me (bihetikîne)!! De bûbûn çend sal ku min û wî me kovar bi hev re derdixist! Kesekî nêzîkî min bû. Bi dilê pak min pêre têkilî danîbû û min ji dil jê hez dikir. Gelek caran hevalekî min ez ji wî ditirsandim û digot: Lê ewle nebe wê bi te vede. Lê min bi ya xwe dikir û digot: Ma wê çi bike ji min? Em kovarê derdixin. Pir pir em dev ji hev berdin. Mizgîn Gemo di serdaneke xwe ya Almanyayê de, hate Bochumê. Me hevdû dît û wî ji min re got: Jan bibûre, min kêmaniyek di heqê te de kiriye. Ez mat mam, min henek kir û gotê: Tiştek nabe, vaye ez û zarokên xwe selamet in. Te çi kiribe ne xem e. Wî çîrok ji min re got. Ez cemidîm. Çawa dikare wisa bibe û çima? Min jî ne rakir û ne danî, tenê min emailek ji M. Efîf re şand û gotê: Ji kerema xwe navê min ji nav edîtorên Hecelnameyê derîne. Lê wî ne navê min derand, ne jî bersiva min da. Min name ji birayê wî Ebdulletîf, ji pismamê wî M. Nûr û ji xanima wî re jî şand ku bila navê min hew di nav edîtoran de binivîsîne. (yekî got ku ew ji Hêro Xanimê, li ser navê edîtoran pere werdigre. Ez rastiya vê nizanim!). Dawî nebû, min daxuyaniyek bi erebî weşand û têde her tişt, lê bi kurtî, zelal kir. Ancax wê çaxê navê min rakir. Heta niha jî ez qet fêm nakim, ew çi xedir bû li min kir? Ji hevalên herî nêzîk, derbên wisa giran! Ji bo çi? Sala par, meha heftan hevalê min Nezîr Palo ji Brukselê telefonî min kir û got: Vaye televizyoneke opozisyona Sûriyê vedibe, were tu jî tê de kar bike. Televizyon ya kê ye, ne ya kê ye? Got ya Ebdul Helîm Xeddam, cîgirê berê yê serokê Sûriyayê ye. Bi rastî ez heyirîm. Herim lê nerim? Wê demê ez di karekî herî zor û dijwar de bûm. Ezê niha qal bikim. Min gelekî rakir û danî. Pir ponijîm, min û hevjîna xwe dîsa şer kir. Wê digot: Neçe, ev kar ne minasibî te ye. Ez bi dostan şêwirîm. Min û Helîm Yûsif gelekî ev mesele munaqeşe kir. Ji wî jî dihat xwestin ku kar bike. Me çawa diquliband, aliyên negativ zêdetir bûn. Min di gola erênayê de, çar mehan avjenî kir. Tariq Hemo, nivîskar û xebatkarê Roj Tv yê, ez di halekî xirab de dîtibûm. Wî rewşa minî karê zor bi çavên xwe dîtin. Di rêwîtiyeke bi hev re de, di tirêna ICE a ku diçe Brukselê, camêr got: De kar bike, ji mecbûrî her tişt dibe. Berî wê, Ejder Şêxo telefonî min kiribî û gotibû: Niha ku kar li Roj Tv bidin te tuyê bikî? Min got: Çawa nakim! Ez li karekî digerim. Roj Tv jî televizyona me kurdan e. Ji bo min şeref e li wir kar bikim. Û min gotê bes moletekê bide min ku ez bifikirim. Piştî rojekê min gotê: Erê dixebitim, bes ez meaşekî wisa dixwazim. Got: Giran e, kesek ji me vî meaşî nagre. Min jî got: Ez dikim dev ji mal û zarokan berdim. Kirêya rê diçe, virde wir de. Û dawî jî min gotê ka hûn jî bifikirin bê hûnê çi bidin min. Ez vê vekirî dibêjim. Yanî kar kar e û divê her tişt bi zelalî be. Pişt re, nema li min vegeriya! Îcar min da dû, tu bersiv jê nehat. Wisaye şêweyên têkiliyên di nav me de. Em hevdu di nîvê rê de dihêlin û nema di xwe re dibînin li hev bipirsin. Yanî ev yek çawa tê ravekirin? Karek di navbera me de heye, ma ne divê bi guftûgoyê em herdu teref (xwedêgiravî) bigihin encamekê!! Lê nebû.
Ji bo meseleya Zenûbya rexneyên giran hatin. Ji rexneyan wêdetir, dijûn û sixêf bûn, wek ba û baranê dihatin. Mesela: Yekî ji min re ev email rêkiribû, wek ku hatiye ez datînim, ne mecbûrê redektekirina wê me: „Tif ji tere me serê xwe da tu mesin didit. heke tu ji bo pera di tva Xadam da kar diki merov kare ji bo para li kerxanê ji kar biki xuyaye perda ruwê te qetyaye ev gotnana bo te têrnakin heviya min ewi tu di kerxanak mestir da kareki ji xo ra bibini. Sherefedin“
Min gotinên kesên ku ez rexne dikirim, dibihîstin. Rû bi rû ji min re nedigotin. Ji nav wan kesên ku fikra xwe zelal û eşkere ji min bi xwe re gotin: Hoşeng Broka bû. Kêfa min jêre hat. Yanî ne ji pişt ve lê di rûyê min de rexne kirin. Herweha Qado Şêrîn di malpera AVESTAyê de gotarek nivîsî bû, rexne li kesên ku di TRT 6 û Zenûbya de kar dikirin, kiribû. Qado yekî saf e, durûtiyê nizane. Min bersiva wî neda, ji ber bêmentiqîyê. Ez vê eşkere dibîjim, bi qasî di Zenûbya de behsa pirsa kurdî li rojyayê Kurdistanê bû, li Medya tv nebûbû.Wek her kesî wî jî mesele bi pereyan ve girêda bû. Dema ez rojê pênc seetan dimeşiyam û min karê belavkirina reklaman dikir û di encamê de her deh nenûkên lingê min reş bûn û pekiyan, dema min li goristanê paqijî dikir û gor bi gor dimeşiyam û min zîç û zelqên tilûran û gûyê seg û pisîkan radikir û bi dîtina wan sedê goran diketim rewşeke psîkolojîk a xirab, dema min karê paqijiyê dikir û ji kolanan gûyê kûçikan berev dikir, dema min tuwalet paqij dikirin û sênîk dişûştin, dema duwazde seetan li ber standê zeytûnan dimam û ku êvarê dihatim mal dibû ay aya min, dema ez (bi vê zeîfiya xwe) bûme hembalê kertonên şûşeyan û rojê heşt seetan ji seet dehê êvarê heta şeşê sibê dixebitîm û min rojê nêzîkî deh ton (yanî deh hezar kîlogram) şûşe radikir û datanî, di mehekê de min deh kîlo ji xwe kêm kirin. Û ku li kolanê dimeşiyam, hingî ku nava min zirav bûbû panteronê min ji min dişemitî, pişta min kete ber min û (uzurlî) bûm, dema ez di nav van karan de bûm kesî nepirsî û negot: Waaax, tu nivîskarê me yê (mezin) î, ma wa dibe! Ev kar ne layiqî te ne! Ez vê bîranîna biçûk bibêjim: Li Kobanî dikaneke min hebû, min idara xwe pê dikir, duxtorê hestiyan Dr. Kurdo Ebdî rojekê, gote min: Mamoste ev kar ne layiqî te ye, tu nivîskar î çi yê te û dikanên jinan! Min gotê: Duxtor ka mehê 4 hezar lîreyên sûrî bide min, ezê li mal rûnim û xwe ji nivîsandinê re vala bikim. Bi rastî wî duxtorî kêmanî nedikir, kitêbên min ku derdiketin, li hevalên xwe yên duxtor belav dikir û bi zorê pere ji wan distendin, alî min dikir. Min nedixwest van tiştan bibêjim û naxwazim jî karên ku min kiriye (wek xebata li vir û wir, yan mesela çûna TRT 6ê) bi vî awayî meşrûiyetekê bidimê, yan jî dilê kesan bi xwe bişewitînim. Piştgiriya kesekî jî naxwazim. Ji xwe kesek nabe piştgir jî (em piştgiriya miriyan dikin û hew), lê dixwazim bi kêmanî, xwendevanên min, xwendevanên pirtûk û romanên min, van tiştan nas bikin. Ez ji bo wan dinivîsînim. Û berî her kesî ew muxatebê min in û dîtina wan ji min re pêwisttir e ji ya kesên ku li ser min bazara welatparêziyê dikin. Ew xwendevan razî bin, dunya hemû ya min e.
A li vir, fersend e ku bangekê bişînim, ji her kesê eleqedar re: Ez nivîskarekî kurd im, dixwazim ji nivîskariyê re vala bibim, û çi karekî din nekim. Dixwazim ji vî gelê xwe re, ji ziman û wêje û dîroka kurdan re heta nefesa dawî bixebitim, ez derewan li we nakim, werin kerem bikin, idareya mala min, bi meaşekî minasib bikin. Ez ji mal dernakevim, bi şev û bi roj ezê bixebitim. Ka kî xwe dide ber, ez amade me. Ji hukûmeta herêma Kurdistanê bigir, heta saziyên me ên li ewropayê û şaredarên me ên DTP ê jî! Ji zengînên kurdan û heta hunermendên ku dikarin bi pereyên konsereke xwe, fînansa jiyana min a salekê bikin. Kî xwe dide paş, wê piştî vê banga min xuya bibe. Mam Celal carekê ji şairê cezairî Ebû Bekir Zemmal re 30 hezar Dollar şand, ji bo ku kirêya xaniyê xwe bide!! Wî xwestibû gurçika xwe û diya xwe bifiroşe da ku kirêya xaniyê xwe peyda bike. Ev çi kirêya wisa buhaye li Cezayirê!! Camêr di Villayê de ye ne di xaniyê kirê de ye bavo!! Sî hezar têra kirêya xaniyê min û pênc salan dike. Ma ez jî rabim deverek laşê xwe bifroşim, ku hayê van camêran ji min hebe û rehmek biniqute dilê wan!. Ez vê yekê ji bo hemkar û hempîşeyên xwe ên nivîskar hemûyan dibêjim. Hemû reben in, nikarin kitêbeke xwe çap bikin û piraniya wan jî karên ne layiq û ne bi dilê xwe dikin. Min zanîbûya jiyan wisa ye, nedizewicîm û min zarok çênedikirin. Ebdella Peşêw, di nivîseke xwe de bi munasebeta 90 saliya Qanatê Kurdo (îsal bûye sedsalî) nivîsek nivîsî bû, têde dibêje: Ez bi Qanatê Kurdo şêwirîme, ka bizewicim yan na!! Wî gotiye min: Hebdela, neke tu bizewicî ha! Siyasetmedar, ronakbîr, şair, divê jinê neyne û tu zarokan li xwe neke bela. Xwe bi yek carî ji gelê xwe re vala bike û bixebite!
Em hey qala alîkariyê dikin û vaye min bang jî şand de ka ezê li vir du sê mînakan ji dîroka me ya sedsala nozdan bînim ku ronahiyê davêje ser vê mijara me. Min berê jî yek jê di nivîsekê de anîbû ziman.
Mînaka yekem: Têkiliya August Jaba, konsulusê Rûsyayê û Mela Mehmûdê Bayezîdî ye. Jaba li Erzerûmê konsulus bû, Bayezîdî nas kiribû û ji bo Akademiya Zanistê ya rûsî, nivîs ji melayê kurd dixwestin. Jaba dizanîbû ku nivîsandin ne karekî wek qeşartina mozan e, yan çerezkirina dendikan e. Zanîbû ku valahî divê, mejiyê rihet divê, loma jî padaş û xelat didan mela Mehmûd û himberî wan jî nivîs jê distendin. De binêrin ka çi faydeyek mezin ji wê hevnasîna han û wê aslîkariyê ji bo me ma!!
Mînaka din, hevaltî û hevnasîna kurdnasê alman û Cewad Qazîyê kurd li Mehabadê, di dawiya salên sedsala nozdan û destpêka sedsala bîstan de. Wê hevnasînê jî, mîraseyekî mezin ê kurdan ji windabûnê parast. Kurdnasê alman, qusûr ji aliyê xwe de nexistê, mamosteyê xwe ê ciwan û hevkarê xwe Cewad Qazî heta bi Berlînê anî û jêre rêya zanistê vekir. Hevkarî wisa ye ha! Mînaka sêyem jî danerê ferhenga kurdî farisî Bedayiulluxe, Elî Ekber Kurdistanî û hakimê ne kurd yê Sine ku piştî herifîna mîrnuşîniya erdelaniyan hat. Bi alîkariya wî mîrê qacarî Ferhad Mîrza, Elî Ekber yekemîn ferhenga kurdî farisî nivîsî, kitêba tarîxê ya hêja Hedîqeê Nasiyriyye nivîsî. Elî Ekber dibêje ku ne bi alîkariya ji min re hatibû kirin ba, min nikarîbû ew berhem biafirandana. Di van hersê mînakan de, tim yê ku alîkariya kesekî zîrek ê kurd kiriye, yekî bi xwe ne kurd e, lê qedrê qelemê dizane. Hema Xaniyê mezin, xwediyê Mem û Zînê, di nav kurdan de çi gilî û gazin kirine? Çiqasî dilê xwe û me bi xwe şewitandiye û gotiye kes guh nade min û hunera min? Ma ne ew e yê ku gotiye: Ger tu hikmetê hemûyî bi solekê bidî, kes nakire! Lê Jabayê polonî, Oskar Mann ê alman û Ferhad mîrzayê faris, hikmet bi zêran dikirîn. Li başûr, li gor ku dibihîzim, pereyekî ne xirab ji bo wêje, zanîn û çanda kurdî tê veqetandin, lê mixabin (dîsa li gor ez dibihîzim, û min hinek dîtiye jî) ev karê giring di destê hin kesên ku ketin ber bayê gendeliya mezin de ye. Ew jî divê ji holê rabe ku ew projeyên mezin bikevin rêyeke durust.
Li vê derê her tişt heye, tu bi her awahî azadî jî, tu bi kêmaniya çi dihesî?
Dema min berê xwe da Almanyayê û pişta xwe da Sûriyayê, min zanîbû ku min pişta xwe daye tirsê û berê xwe daye wêrekiyê. Min qenc dizanîbû ku ji gola genî ya bindestiyê berê xwe didim peravên zêrîn ên azadiyê. Mixabin şert û mercên jiyanê hinekî li vir zor in, bîna min gelekî teng dibe. Li hawîrdora xwe li dostekî ji dil dost be digerim lê nabînim. Pê dihisim ku giyanê min tî bûye. Zuha bûye. Xwe tazî hest dikim. Ev der jî, bi vê sirgûna ku min ji xwe re hilbijartiye, qonaxeke din e ji qonaxên şewata giyanan.
Çend tiştên taybetî
(Di navbera me de be) tu qet aşiq bû ye?
(Hele wa wa !! lê çito!) Li Kobanî eger tu pirsekê ji yekî bikî û ew jî li pirsa te ecêb bimîne, vê bersiva buhurî dide. Ma çawa na! Ez neh deh salî bûm, sinifa sisêyan. Mamosteyeke min a gelekî ciwan hebû navê wê Cemîla bû. Cemîla yanî xweşik. Ew jî wek navê xwe bû. Ez dilketibûmê. Aşiqekî rastîn aşiq bûm. Ji bo wê min nedixwest ji mektebê bimînim. Nexweşbama jî diçûm. Ez zarok bûm. Tu nabêjî ew jî dil ketiye mamostayekî! Carê qutîkek kibrît (çixat, darikên pêxistian cixareyan) bi min re ji hezkiriyê xwe re dişand. Carekê min got ka hela çi di vê kibrîtê de heye, min vekir, çi bibînim, hemû nivîsên hebîbî mebîbî ne (yanî tev evîndarî ye). Ez aciz bûm û min biryar da ku ez jî ji mamosteya xwe re tiştekî rêbikim. Min carekê jêre kartpostalek bir. Min fedî dikir bidimê. Li cihê xwe rûniştî bûm û min li kerta xwe dinerî û li wê dinerî. Wê texmîn kir ku rewşa min ne normal e, ji ber textereşê hat û dît ez li kertê dinêrim. Ji min xwest. Dilê min bû çûkekî serjêkirî ku diperpite. Kert jî wêneyê xort û keçekê bû hev maç dikirin. Dema mamoste Cemîla ew kert dît, sîleyeke bi tîn li rûyê min da. Wê demê min nas kir ku sîleyên herî bi tîn û mezin ji hezkiriyên mirov tên.
Di malê de, di navbera te û xanima te de pevçûn bêhtir li ser çi derdikeve?
Ez bi xulqeta xwe, wek min di bersiveke berê de jî got, bêhnteng im. Di mal de dehqatî bêhntengiya xwe ya derve me. Ji xwe li derve gelekî li min xuya nake. Hema ji nivîsên min xuyaye. Îcarê ez û jina xwe, li ser her tiştî bi hev dikevin. Jin bi tebîetê xwe pitepitê dikin. Hin mêr hene tehmûl dikin, dadiqurtînin û derbas dikin. Ez ne wisa me. Ji vî tebîetê xwe jî aciz im. Yanî ji zarotiya xwe de wisa me. Carekê diya min ez şandim dikanê got: Lawo here du kîlo bacan bikire. De ez zarok im û zaravayê me yê mal û yê kolanê ne wek hev e, zaravayê mal ê Amûdê ye, ê kolanê jî zaravayê Kobanî ye ku em pê bi dost û hevalên xwe re diaxivîn. Bacan jî li Kobanî yanî bacanê reş in. Ez jî çûm min du kîlo bacanê reş anîn. Diya min got: Keroooo ne ev, ne ev, ên sor bîn. Min hew dît, ez tûrê bacanan diqetînim û bacan bi bacan li bin guhê dîwaran dixim. Xwedê kirî bêhna xanima min fereh e, yan na ji min tehmûl nabe di malê de.
Jan Dost, li kêleka nivîskariyê bavekî çawa ye?
Divê ev pirs ji Mey û Perî bibe. Biwêjeke ereban heye dibêje: Her keçek bavê xwe diecibîne. Ez xwe bavekî baş dibînim. Henûn im. Ku keçeke min nexweş bikeve, ez wê şevê xewê nas nakim. Bi wan re pir dilîzim, xwe dikim zarokekî mîna wan û di odeya wan de, bi hirçik mirçikê wan re dilîzim, dikenim digrîm, rola heywanan dilîzim, wan dikenînim. Yanî bi wî rengî. Lê li aliyekî jî ez zordariyê bi kar tînim. Tenê gefdan, hêrs dibim dengê xwe bi ser wan de radikim wan ditirsînim û carnan sîleyên biçûk, wek gulan li wan didim û hew.
Eger mirim min li Kobanî veşêrin
Xelkê Kobanî gazinan dike û dibêje: Jan Dost li Kobanî ji dayîk bûye û li wir mezin bû
ye lê xwe ji Amûdê dibîne. Çi dibêjî?
Dîsa ev mesele!! Ma neqediya! Min lêborîna xwe ji Kobanî xwest û em li hev vegeriyan! Ev mesele jî dûr û dîrêj e. Ka ez bibêjim, niha xwendevan êdî aciz bûye û dibînin ku hevpeyvîn ji usûlê derketiye. Li Kobanî carekê di rêya hevalê min Bavê Şoreş re, Şivan Perwer bi min re axivî, stranek li ser Kobanî xwest, got ez dikim stranekê bibêjim divê navê bajarên Kurdistanê hemûyan tê de be. Min got erê. Kêfa min gelekî hat! Dawî min nenivîsî û li şûna wê min nivîseke biçûk di quncikê xwe ê Welatê Me de bi sernavê: Ez û Şivan Perwer û Kobanî, weşand. Di wê nivîsa bombe de, min gotibû bibûre kek Şivan ma ezê qala çiyê Kobanî bikim? Û min gilî û gazinên bajêr kiribû. Dunya li serê min hilweşandin. Yekî telefonek vekir û got: Tu dikarî binivîsî, em jî dikarin destên te qut bikin û ez hetikîm. Yanî destqutkirin, dikare bibe bersiva nivîsandinê li ba me. Min rexneya bajêr gelekî normal dît û fikrên xwe ji dost û hevalên wê derê re rave kirin. Min gote wan: Heyran, Seyyab pêşengê helbesta erebî ya nûjen e, `Ereb bi serê wî sond dixun. Ew di helbesta xwe de dibêje: Bexdad kerxaneyeke mezin e. Navê helbesta wî jî Elmebxa, yanî kerxane ye!! Xwediyê Komedya Îlahî Dante, di serê kitêba xwe de nivîsî bû: Dante, yê li Florensayê jidayik bûye, lê bi sinçên xwe ne ji Florensayê ye. Dîsa jî florensî jê hez dikin. Lê kesek qayil nebû û mesele bi eslê min î ji Amûdê ve girêdan. Amûd bi xwe ne ew bajarê ku ez xwe pê bibînim û ne tu bajarekî din jî. Eslê min ji Amûdê ye, çima inkar bikim. Lê li ba min Amûdê û Kobanî yek qumaş in. Ferqa wan di tiştekî de nîne, tenê zarave ferq dike, hema bîr û bawerî, mantelîtêt û şêweyên jiyanê yek in. Ez xwe ji Amûdê nabînim, lê ku hevpeyvînek çêdibe, qala esl û nesban dibe, ez wê rastiyê dibêjim. Devera jidayikbûnê jî ne ewqasî girîng e, niha çiqase kurd û biyaniyên din, li van welatan ji dayik dibin! Gelek in. Lê tim jî cihê ku bav û diya wan jê hatine, wek welatê xwe yê eslî dibînin. Ev ne problem e. Lê ez bi dengê bilind dibêjim: ez kesekî ji Kobanî me, bav û diya min ji Amûdê hatine. Li Kobanî ji dayik bûme, lê mezin bûme, lê aşiq bûme, axa wê, ez hemêz kirime, ez xwedî kirime. Hema ez xwe bi bajaran ve girê nadim. Ne axhebîn im. Yan jî axperwer im. Ji xwe wesyeta min jî ew e ku bimrim, min li Kobanî veşêrin. Ancax ew ax karibe min di mirina min de tehmûl bike.
Pir bêriya çi dikî?
Bêriya dostekî dikim, ku rastî dost be, dema şaş bim, ji min re bibêje: Dosto te şaş kir û bimîne dostê min. Bi şahiyên min şa bibe, ne biqehire û bi derdên min xemgîn bibe. Dunya çiqas rûyê xwe biguhere, ew hîç xwe neguhere. Heta jê bê, gazinê min li ber min bike. Min kêmaniyek di heqê wî de kiribe, li min bibûre. Xwe nexeyidîne. Lê ka ew? Li kuye? Ehmedê Xanî, ku bavê min ê rûhî ye dibêje, ez jî her pêre dibêjim:
Yarî ne hesaniye, cefa ye
meqsûdê ji yarîyê wefa ye
Axir tu eger nekî wefayê
ewwel mede ber xwe wê cefayê.
***
Ji malpera Avestakurd hatiye girtin.
Ji bo beşa yekem a vê hevpeyvînê: Hevpeyvîna bi Jan Dost re