Diyarname
Tîma Batman Petrol Spor îro ligel tîma Super Lîgê Goztepeyê di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de lîst. Batman Petrol Sporê bi 3-1 Goztepe têk bir û derbasî Dora 4'emîn a Kûpayê bû.
Maç li Batmanê hat lîstin. Di deqîqeya 31'ê de Goztepe bi gola Aksel Ngando 1-0 derket pêş. Batman Petrolê di deqîqeya 44'an de bi Celal Aras bersiv da: 1-1. Di nîveka duyemîn de Emre Aydin (deqîqe 65) û piştî vê bi du deqîqeyan Muhammet Uyanik golek avêt û maç bû 3-1. Di deqîqeyên din de encam neguherî û bi vê Batman Petrol Spor bi ser ket.
Batman Petrol Spor di Lîga 3'yemin Koma 1'emîn de dilîze, Gozte di Lîga Super de.
Buhaya Batman Petrolê 2 mîlyon û 145 Euro ye, yê Gozte 34 mîlyon û 650 hezar Euro ye. Lê di fûtbolê de buha, cih carinan encaman diyar nake, mînaka din jî îro di vê maçê de derket holê.
Ji maçên de tîma kurdan Cizre Spor li Giresunê ligel Giresun Sporê lîst û bi 3-1 têk çû.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Amed bi ser ket Diyarbekir têk çû
- Maçên Kûpaya Ziraatê îro dest pê dikin
- Cizîr-Gever, Siirt-Batman, Diyarbekir-Eleziz dilîzin


