Mem Mîrxan
Berî ku ez Amedê nas bikim min efsaneya wê nas kir.
Hem jî ne carekê û du caran.
Sedan carî min ew çîrok ji bavê xwe guhdarî kir.
Kê ku bêhemdî jî bigota Diyarbekir, gotbihuşt digot: “Hûn çîroka Diyarbekirê û fetha wê dizanin?”
Û dest pê dikir.
Di dema artêşa îslamê de bajar tê dorpêçkirin. Lê serdarê bajêr deriyan digire. Wekî hûn jî dizanin çar deriyên Qela Diyarbekir hene. Derê Çiyê (Derê Xarpêtê, Derê Rihayê, Derê Mêrdînê û Derê Nû) bi rojan leşkerê artêşa Xalid Bîn Welîd li dora Amedê diçin û tên nikarin di hundirê Qela Amedê kevin. Xalid Bîn Welîd aqilmendên xwe dicivîne, didin ser hev, didin ber hev çareyekê nabînin. Rojekê yek, kûçikekî li der dibîne. Û hema baz dide ba Hezretî Xalid.
Dibêje: “Xêra Xwedê li ser te be, fermandarê min. Min îro kûçikek li der dît. Bivê nevê ew kûçik ji hundirê vê qeleyê derketiye. Bi destûra we be ezê kûçikê bişopînin. Ger ku min encamek bi dest xist ezê cenabê we agahdar bikim.
Belê ew camêr ji sibê heta êvarê ji dûr ve kûçikê dişopîne. Û dinihêre ku kûçik çû nêzî Deriyê Çiyê xwe di qulikekê re kir û çû hundirê qelê.
Leşkerê Artêşa Îslamê hema diçe hizûra Hezretî Xalid û dibêje: Min rêyek dît. Ez dizanim emê çawa têkevin vê Qeleyê. Belê çare tê dîtin. Qumandar pêlewanên xwe yê herî xurt di wê qulikê re derbasî hundir dike û pêlewan diçin nobedarên ber derî dikujin û deriyan vedikin û bi vî awayî Amedê fetih dikin.”
Belê, berî ku ez Amedê nas bikim min çîroka wê naskiribû. Helbet çûna Amedê ji bo min xeyala herî mezin bû.
Bi sedan caran di xewna xwe de ez diçûm Amedê, li ser sûrên wê digeriyam û bi taybetî beyî ku ez di deriyê vekirî re derbasî nava sûran bibim ez di wê qulika ku kûçik tê re derbas bû re diketim hundir. Li ber Mizgefta Mezin min bi zerikek sifir a zincîr pê ve girêdayî av vedixwar û min hespê xwe li Xana Hesen Paşa girê dida. Ji bo xwe ji Nişoyê File bilûrek distand û tevî cotek çaroxan ez vedigeriyam malê.
Xewna min jî wekî çîroka bavê min bû. Min tim heman çîrok didît.
Piştî gelek salan ku êdî çîroka Sîniya Sifir jî li çîrokên bavê min zêde bû. Di payizek zipî zer de min Amed nas kir.
Lê ez çi bêjim ew deriyên ku bi şev û bi roj nobedar li ber bûn vekirîbûn. Li nêzî Deriyê Çiyê di sala 1935’an de bi destûra waliyê wê demê ku goya bajar ba nagire dîwarên sûran hatibû hilweşandin û neqebek mezin li derê çiyê hatibû vekirin. Bi vê mudaxaleyê helbet neqeba herî mezin di dîroka gelê kurd de hatibû vekirin.
Li Xana Hesen Paşa ne hesp mabûn, na nalbend, ne jî nalekî hespan. Dikana Nişoyê Bilurvan bûbû dikana dendikfiroşiyê.
Û niha li bajêr 4 bajarên din zêde bûne.
Çarşiya Şewitiya ku bavê min sêniya me ya ku deh serî mirov bi rehetî dikaribû li ser xwarin bixwarana ji vê derê standibû.
Digot: “Min ev sînî bi panotekê stand. Em ji bo tirpanê çûbûn deşta Wêranşarê. Piştî ku em vegeriyan min ev sinî ji Çarşiya Şewitî stand. Belê niha jî hîn qelaçî û hostayên alavên sifir û bafûn çêker hene. Lê ew jî wekî sîniya me ya sifirin ji qelayê de ketine, kevnare bûne, bêhna kûrê yê ji wan tê.
Ez hîn wê xewna xwe dibînim.
Xalid Bîn Welid wekî ku li dor sûrên Amedê kon vegirtibe ji min re tê.
Hay zemane ku kûçik derbasî hundirê sûran bibe.
***
Hin nivîsên Mem Mîrxan ku di Diyarnameyê hatine weşandin:
- Bêndera xîretê
- Krîterên DTP'ê û rastiya Jiyanê
- Duh dost bi sî û du diranan keniyan ji dil
- Di Ergenekonê de navên kurdan
-