Emrah E*
Birîndarên serê sibê anîn ji yên duh rewşa wan baştir e. Ev der nexweşxaneya navçeyê ye lê wekî nexweşxaneyeke tam tije amûrên tenduristiyê dixebite. Heta ku em birîndaran bikaribin bigirin pirsgirêk nîn e. Piştî nîvro ji bo girtina 6 birîndaran em bi ambulansê dikevin rê. Her ku em nêzî sînor dibin pevçûn ji fikrekî, ji fîlmekî vediguhere rastiyê; pevçûn bi hemû rastiya xwe li p^şeberî me ye.
Dengê hawan, doçka û çekên giran kêm nabe. 20 metre wî alî Kobanî ye û hinek wî aliyê me di bin bombebaranê de ye.
Ji wî alî mirovên sivîl tên. Jinên ku extiyar û zarokên xwe kirine pişta xwe, mêr, zarok ji deriyê ku destûr tê dayîn bên bi lez derbasî vî alî dibin. Di rûyê wan de tirs û moralê xirabûyî heye. Jineke extiyar min hembêz dike û digirî. Peyv têrê nakin ku ez qala tirsa di çavên zarokan de û bêewlehiyê bînim ziman. Xebatkarên tenduristiyê û dixtorên Nexweşxaneya Dewletê ya Kobanî jî hene di nav gelê ku tê de. 2 dixtor û hin xebatkarên tenduristiyê biryar dane ku dê dest ji nexweşxaneyê ber nedin û li wir mane. Ji aliyekê ve bombe dibarin, ji aliyê din ve birîndar têne rakirin. Leşker yên ku hatine navên wan qeyd dike û bi mînîbusan dişîne navendê. 2 mebûsên HDP'ê ji bo girtina birîndaran û girtina cenazeyan bi rayedarên wê derê re diaxivin.
Ji ber guleyê hawanê ku çend caran li nêzî me dikevin em xwe diparêzin. Paşê ji ber ku ji bo ambulans û xebatkaran ne bi ewleye em li ciheke bi ewletir disekinin. Bi ambulansekê ji bo guhartina nobetê ez diçin nexweşxaneyê. Li ber nexweşxaneyê gelek qelebalix e, mirov hêrsbûyî ne. 62 birîndar û 9 cenaze hatine û agahiyên nexweş ji Kobanî tên. Yên digirin hene. Kêfa min tê ku di nav birîndaran de mirî tune ne. Hin agahiyên din jî tên, hêsir dikevin çavên me. Ji ber ku li her derê gel rabûye ser piyan û piştgiriyê dide berxwedanê moralê me baş dike. Em dikarin bi vî awayî bibêjin dê Kobanî têk neçe. Agahî tê ku DAIŞ'ên ketine taxa rojhilatê Kobanî hatine şikênandin, bi vê agahiyê em kêf dikin. Bajarê ku sê aliyê wê hatiye dorpêçkirin, aliyê wî yê bakur sînorê Tirkiyeyê ye. Armanca DAIŞ ew e ku vê eniyê jî bi dest bixe û bajar ji 4 aliyan ve dorpêç bike û komkujiyê pêk bîne. Birîndar wisa dibêjin, "DAIŞ'î pir in, em war dikujin, dikujin naqedin." Li hemberî hêza ku bi çekên giran bi ser wan de tên ber xwe dide Kobanî. Dem bi dem bi çalakiyên fedayî êrîşa neyaran têk dibe. Bi berdêlên mezin bajarê xwe diparêzin. Em li ber nexweşxaneyê li benda agahiyên ku bê ne.
Ji bajarên derdorên û ji bajarên dûr dixtorên nû tên. Em ligel hevalên ku çend roj in li vir in diaxivin. Bi hestên me yên derbe xwarine carinan em bi tiştên eletewş dikenin. Carinan li nexweşxaneyê em alîkariya dixtorên ku li nexweşên normal dinêrin dikin. Şev sar e û dengê bombeyan ku ev demeke nayê bihîstin car caran tê bihîstin. Dengê bombeyan dilê me diêşîne lê em fêm dikin ku Kobanî hê ber xwe dide. Dê ber xwe bide jî... Di dema ku em hemû razin jî...
*Dixtorekî ji bo alîkariya birîndaran çûye Pirsûsê tiştên ku dîtiye di qada civakî de parve kiriye (06.10.2014) Ji bo rewşa wê derê bê fêmkirin me ev notên dixtor wergerand.


