Diyarname
Di warê reqsên gel, sînema, resim, muzîk û şano de 177 kes ji bo Konservatuara Bajêr a Aramê Tîgran hatin qebûlkirin. Bi giştî 363 kesî sedî lê dabû û di nav 177 kesên hatin qebûlkirin de 20 jê zarok in .
Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi vê xebatê kiribû û di encama neqandinê de di navbera temenê 15-30'î de 177 kes ji bo konservatuarê hatin qebûlkirin.
Di encamê de 18 kes ji bo reqsên gel, 40 kes ji bo sînema, 20 kes ji bo resim, 51 kes ji bo muzîk û 28 kes jî ji bo şanoyê hatin qebûlkirin.
Kesên ji bo konservatuarê hatine girtin pêşî mehekê dersa bi kurdî girtin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Ji bo beşdariya Konservatuara Aramê Tîgran serîlêdan didomin


