Ferîd Demîrel
Tiştê ku di 16'ê kewçêra 2017'an de li Kerkûkê qewimî, ne tiştekî asayî bû. Hîna hin tiştên ne zelal hene lê dîroka kurdan careke din bi awayekî gelekî xirab xwe dubare, sêbare kir.
Li Kerkûkê kê çi kir, çawa kir, paşê li Şengalê, Mexmûrê, Germiyanê û deverên din çi bûn, di nava demê de dibe derkevin holê. Ev li hêlekê. Lê encama ku derketiye holê careke din mijara siyaseta rêveberiyê ya Başûr tîne pêşiya me. Siyaseta bi salane li Başûrê welêt dihat meşandin wê wisa berdewam bike yan na? Ne tenê siyaset, leşkerî, dîplomatîk, parlamento, aborî û warên din wê wekî berê bên meşandin an wê êdî guhertin tê de çêbibin?
Li başûr siyaset, aborî, leşkerî, rêveberî û warên din ne li gorî pîvanên navneteweyî, ne li gorî wê hiqûqê dihat meşandin ku li qada navneteweyî dihat bikar anîn. Tenê yek pîvan hebû; siyaset jî, aborî jî, leşkerî, rêveberî, rewşenbirî û hemû qad li gorî malbatî dimeşiyan. Ji ber wê em dikarin ji bo sîstema rêveberiya Başûrê welêt bibêjin ku sîstema Monarşiyê bû. Malbata Barzanî û Malbata Talabanî (û malbatên ji wan biçûktir) her yek ji wan rêveberiyek wan, siyasetek wan, aboriyek wan, parlamentoyek wan, artêşek wan, wezîrên wan, îstîxbaratên wan hebû. Her endamekî van malbatan jî xwedî siyaset, aborî, artêş û tiştên din bûn. Li sîstema rêveberiya serdema navîn binêrin hûnê rêveberiya sîstema Başûr bibînin. Heke ne wisa bû ya çima me yê bigota Pêşmergeyên bi ser Bafil Talabanî û nizanim yên bi ser filankesî de Kerkûk firotin. Yan jî me yê bigota Pêşmergeyên filan fermandarî li filan deverê filan kar dikirin. Ma ne divê artêşek hebûya? Piştî vê karesatê gelo dibe êdî siyaseta malbatî yanî monarşî têk biçe? Hê ji bo bersiva vê pirsê zû ye.