Diyarname
Mebûsê kurd ê berê Ahmet Turk ku ji bo bernameya Newrozê hatibû Viyanayê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Dixtor ragihand ku ji ber westiyabûneke giran nexweş ketiye û tişteke bê tirsîn nîn e.
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk û mebûsa DTP'ê Aysel Tuğulku ji aliyê Dadgeha Zagona Bingehîn ve 5 salan ji bo wan qedexeya siyasetê anî bû, ji bo bernameya Newrozê çûn Avusturyayê. Di 26'ê mehê de Turk û Tugluk beşdarî bernameya Newrozê ya li Graz û Viyanay3e bûn.
Turk îro dema dixwest here Marsiyaya Fransayê û li wir jî beşdarî bernameya Newrozê bibe serê sibê dixwest ji otela xwe derkeve lê ji nişke ve nexweş ket û ew rakirin klînîkekê.
Dixtoran got ku ji ber westiyabûneke giran û stresê ew nexweş ketiye û tişteke bê tirsîn nîn e. Dixtoran îro ji bo Turk biryara bêhnvedanê da û sibê piştî careke din wî qontrol bikin wê bikaribe derkeve rêwîtiya xwe. Hate gotin ku wê li dora nîvrokî Turk ji nexweşxaneyê derê.
Ji ber rewşa çêbûyî bernameya Newrozê ya li Fransayê hate betalkirin
**
NOT: Di saetên nîvro de Ahmet Turk ji nexweşxaneyê derket. Turk di dema derketinê de got ku tişteke tirsê nîn e, bi temamî ji westandinê çûbû, dixtoran got du rojan bêhna xwe bide.
(Ev not, di saetên nîvro de, piştî derketina Turk a ji nexweşxaneyê li vê nûçeyê hatiye zêdekirin)