Cemil Oguz
Li Tirkiyeyê partiyan bi awayekî fermî lîsteyên xwe yên berendaman hê nedaye YSK'ê, lê gelekan nav eşkere kirine jî. DEM Partî jî. Di nav lîsteya DEM Partî gelek rojnamegerên kurd hene. Em berê xwe bidin wan û wan binasin.
Li gor biryara YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê) 20'ê vê mehê hemû partiyên beşdarî hilbijartina şaredariyan dibin divê lîsteyên xwe yên dawî yên berendaman teslîm bikin. Heta niha partiyan gelek berendamên xwe eşkere kirine, hin jî hê dikin. Û 20'ê mehê bi awayekî fermî dê lîsteyê bidin YSK'ê.
Her ku mesele yek ji partiyên kurdan DEM Partî ye, wê bi hilbijartina ligel delegeyên xwe berendamên xwe diyar kirin. Di nav berendamên ku hatine eşkere kirin de gelek rojnamegerên kurd jî. Heta niha ji bo şaredariyan, ji bo mebûsî rojnameger bûbûn berendam, hatibûn hilbijartin lê yekem car e ew qas rojnameger di pêşhilbijartinê de têne hilbijartin û dibin berendam. Ev ên ketina nava lîsteyê ji cihên sedî sed wê bêne hilbijartin in. Me ew dan hev, kerem bikin:
- KADRÎ ESEN
Rojnameger Kadri Esen di sala 1989'an de li Farqînê hatiye dinê. Li Zanîngeha Firatê Beşa Ragihandinê xwendiye. Di sala 2014'an de li DÎHA'yê dest bi rojnamegerî kiriye. Herî dawî ew Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê bû.
Esen ji Farqîna Amedê bûye berendamê Hevserokatiya Şaredariyê.
- LEYLA AYAZ
Leyla Ayaz jî rojnameger e. Di Azadiya Welat de dest bi kar kiriye. Herî dawî ji bo Xwebûn û JINNEWS'ê dinivîsand.
Leyla Ayaz wekî berendama Hevserokatiya Şaredariya Baglara Amedê hat nîşandayîn.
- SAFIYE AKDAG
Piştî malbata Safiye Akdag ji mecbûrî bar kir metropolan Tirkiyeyê, ew jî li wê derê mezin bû. Li wir di partiyên kurdan de kar kir. Û dema vegeriya Amedê di Jin TV de xebitî, bername çêkirin.
Safiye Akdag wekî berendama Hevserokatiya Şaredariya Yenîşehîra Amedê hat nîşandayîn.
- SAFİYE ALAGAŞ
Rojnameger Sofya Alagaş ji Sêrtê ye. Sala 2007'an de di DÎHA'yê de dest bi kar kir. Paşê di JINHA'yê de karê xwe domand. Piştî 15 salên karên rojnamgeriyê roja 8'ê pûşpera 2022'yan hat girtin. Alagaş piştî salek girtîmayînê hat berdan. Herî dawî ew Xwediya Îmtiyazê ya JINNEWS'ê bû.
Safiye Alagaş wekî berendama Hevserokatiya Şaredariya Sêrtê hat nîşandayîn.
- NESHİLAN ŞEDAL
Neslihan Şedal sala 1988'an li Gevera Culemêrgê hatiye dinê. Li Zarîngeha Karatekin a Çankiriyê beşa sosyolojî xewndiye. Li Şaredariya Qelqeliya Wanê li ser xebatên jinan kar kiriye. Piştî kayûm hatin ser kar wê îstîfa kir. Şedal wekî aktîvîsteke TJA'yê kar kir, ev 7 sal bûn di nav xebatên Jinolojiyê de kar dikir û ev 3 sal in di nav Lijneya Weşanê ya kovara Jineolojî dixebitiya.
Neslihan Şedal wekî berendama Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat nîşandayîn.