Diyarname
Wezareta Pêşmergeya a Herêma Kurdistanê got ku di şerê li hemberî DAIŞ'ê de heta niha 727 pêşmergeyên wan şehîd ketine, 3564 jê birîndar bûne û her wiha ji 34 pêşmergeyan jî agahî nehatiye girtin.
Wezaretê ji roja 10.06.2014'an ve û heta niha li ser rewşa pêşmergeyan agahî da. Wezaretê piştî hejmar pêşkêş kir got: "Têkoşîna tê dayîn têkoşîna hevpar a hêzên kurdistanî ye. Şehîd, birîndar û winda tenê ne yê aliyek yan partiyek yê hemû kurd û Kurdistanê ne."