logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Porşeya Antîk Maranya û Marangoz

Min gotina “Porşeya antîk” ji kovara Der Spiegel deyn kiriye. Ev bi mijara min re têkildar e. Ez ê îro li ser mijara eti

  • Dîrok: 13/09/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç


Min gotina “Porşeya antîk” ji kovara Der Spiegel deyn kiriye. Ev bi mijara min re têkildar e. Ez ê îro li ser mijara etimolojiya peyva “MARAN” rawestim. Em baş dizanin ku di piraniya warên zanyariya bi dîrok, ziman û çanda me re têkildar lêkolînên pêdivî pê hene, hê bi awayekî bingehîn pêknehatine. Li gel wê jî, dagirkeran bi zanistî gelek tişt ne tenê poşandine û veşartine, her wiha bi awayê neyê naskirin belovajî kirine. Etîmologên biyanî, xwerû ewropî jî peyvek berê di kîjan nivîsê de dîtine, ew peyv bê lêkolîn bi wî zimanî ve girêdane. Van rastiyên tên zanîn hişmendiya me gihandiye xaleke wisa ku dema yek rastiyê jî bêje, ew berteka di bin hişê me de hatiye çandin, nahêle ku em berê xwe bidin rastiyê. Ez ê îro li ser peyvên “maran, maranya, marangoz” û peyav erebî “necar” rawestim.


Peyva “necar” gelek zelal e, peyveke erebî ye. Bi kurtî tê wateya; birîn, jêkirin û teraştinê. Ev peyv dû re ketiye zimanê me. Bi kêmasî nîvê civaka me vê peyvê wek peyveke resen kurdî bikartînin. Ev peyv li eyaletên bakur, wek Dêrsim, Meletye û Serhadê nayê bikaranîn. Li vê herêmê jî bi giranî peyva “marangoz” tê bikaranîn.


Dema em li pirtûkên etîmolojiyan dinêrin dibînin ku peyva “Marangoz” ji grêkî derbazê tirkî bûye. Lê ne ji grêkî, ne jî ji tirkî derbazê kurdî bûye. Li gor daneyên berdest ev peyveke Hûrî ye û ji wê demê ve di kurdî de tê bikaranîn. Em werin şiroveya wê. Di ferhengê etîmolojiyên Tirkan de ev peyv wiha tê şirovekirin: “Di grêkî, îtalyanî de tê wateya kesên xanî û kozikên ji daran û teraştina daran çêdikin!” Bê vê şiroveyî ti peyv û danasîneke etîmolojîk yê din tune. Her wiha di etîmolojiya Girêkan de jî bi vî awayî ye, mijara peyva “maran (goz)” nehatiye vekirin.


Bingehê peyva Marangoz

Yek; hê jî li piraniya Serhedê ji tekerên erebeya ga re “maran” tê gotin. Têkiliya vê peyvê çiqas bi peyva “mar” (yê lîf daye, kilor girêdaye) û “ran” ranê erebe, (mînak; ranê min diêşe) re heye, bêguman mijara gengeşî û lêkolînê ye. Ez ê nekevim nav vê gengeşiyê, rastî be jî, dibe ku ev mîna formeke etimolojiya gel were têgîhîştin. Em berê xwe bidin çavkaniyên din.


Daneyên berdest, bi zelalî nîşanê me didin ku erebên hespan berê bi destê Someren bi çar maranan (tekeran) tê çêkirin. Ev di dema Hûriyan de jî hatiye bikaranîn, lewra erdnigariya ew lê dijiyan jî ji bo erebeyan destdayî bû. Di nivîsê mixî de zelal dibe ku Hûriyan ji erebên hespan yê bi du maranan  re “Maranya /Maranda /maranî” gotine. Di dema Mîtaniyan de jî ev peyva Marnaya tê bikaranîn. Piştî dostaniya Mîtanyan û Hîtîtan pêş dikeve hostayên ereba şer ya du maranî, yê bi navê “Kîkulî” diçe nav Hîtîtan û şerwanê wan ji bo bikaranîna ereba şer Maranî perwerde dike. Ev di nava nivîsên Hîtîtan de heye. Jixwe tê zanîn ku ev erebeyên şer tenê li ser du maranan e, yanê tenê bi du tekeran e. Ev peyva “maranya” cara yekem di nivîsên mixî yên bi hûrîkî, mîtanî de xuya dike (Î . M. Diakonov) Dû re di zimanê Hîtîtan de jî bi awayê “miranya/ maranya maranî” derdikeve pêş. Grêk hê hezar sal dû re vê peyvê bi awayê “miran /mîrana /armana” bikar tînin. Dibe ku Grêkan ji hîtîtî wergirtibin. Peyva “maran” di zimanê Mîtaniyan de jî di wateya teker de ye. “Maranya” tê wateya bi teker, girênek (ger / gerîne, girênek jî li ser du maranane.).


Gerhard Bott di berhema bi navê “Die Erfîndung der Götter” de wiha dinivîse: “Taybetiya Hurriyan ev e: Asîlzadeyên serdest xwediyê erebeyên şer bûn. Yên ew ji bo hesp û erebeyên şer perwerde dikirin Ariyên Indoewropî yê Mîtanî bûn. Dû re serweriya Hurriyan ket destê Mîtaniyan.”


Der Spiegel jî di nirxandineke xwe de wiha dinivîse: “Porşeya dema Antîk ereba şer ya bi du maran (teker) li Başûrrojhilatê Anadolyayê hate helberîn. Hostayê wê Kîkulî ders da Hîtitan”


Deme em peyva “marangoz” hinek ji hev verisînin, dibînin ku ev peyv ji du peyvan pêk hatiye. Yek, “maran” yanê teker, yek jî “goz” e. Nebe ev peyva “goz” ji geztin goztin, gozandinê hatibe? Yanê ji teraştinê? Em dizanin ku ev ne peyveke grêkî ye. Bi grêkî navê tekerê “troxos” e, yanê têkiliya xwe bi peyva “maran” re tune. Bêguman di grêkî de paşgîna “us / os” heye û peyva “oz” di heman demê de dişibe vê paşgîna grêkî. Lê ev tîpa “g” ji ku tê? A rastî di vir de veşarti ye.


Bi gotineke kurt ji kesên ew ereba şer ya li ser du maranan çêdikir re di dema Mîtaniyan de Marangoz dihat gotin. Her wiha em dizanin avahiyên ji daran berê li Mezopotamyayê hatine çêkirin. Yanê her peyvên bişibin peyvên grêkî ne peyvên grêkî ne. Heta yên latînî jî ne gişt latînî ne. Çawa zimanê me ji hin zimanan peyv wergirtine, wan jî wergirtine, “os, es ion, failatum faulun mafîilunê” xwe pêve kirine û ji xwe re kirinin mal. Bes em ji peyvên xwe direvin, peyvên erebî digirin. Hêvî dikim ku ji iro pêve peyva “marangoz” were bikaranîn û her wiha ji bo tekerê Trimbêl û kamyonan jî “Maran” were cihê xwe bigire.

13.09.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: 'Nazê Nêrgiza Hewşê'

ad

Rewşa zimanê kurdî li nav kurdên Stenbolê çawa ye?

ad

Polîtîkaya elektrîkê

ad

Li Egeyê Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan

ad

Lenîn û Li-Can

ad

Xelata ‘Rihê Sînemayê ya Salê’ dan Lîsa Çalan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname