Can Dundar
Piştî gotina Serokwezîr "Bila kerem bike here çiyê", polîs bi ser mala Leyla Zana de girti; ev yek zordarî ye.
12 sal berê jî dozgerê DGM'ê kiribû bavêje ser mala mebûsa Partiya Faziletê Merve Kavakçi.
Wê çaxê jî ji çapemeniya navendî dengê çepikan hatibû, lê ez bi şid dij derketibûm, min nivîseke rexneyî li dijî "dozgerê nîvê şevê wekî bikeve dû eşqiyayan" nivîsibû û rexne kiribû.
Fazîletparêz hê li eniya mexdûrbûnê bûn. Cih de baz dabûn ber mala Kavakçi, gotibûn ku dozger bi tevgera, bi serdegirtina mala mebûsek ku mafê wê yê destnedanê heye, em li dinyayê rezîl kirine.
Rêveberê partiyê Bulent Arinç gotibû "Ev yek sazkineke komplowarî ya li dijî partiya me ye" û ji Serokê Meclisê xwestibû ku lêborînê bixwaze.
Arinç îro Cîgerê Serokwezîr e...
BDP li aliyê ku ji meclisê li benda lêborînê ye...
AKP jî -dev ji lêborîna li hemberî Leyla Zanaya mafê wê yê destnedanê heye berde- li pozîsyona ku fermanê dide de ye...
* * *
A rast ew ne dijî biserdegirtina mala mebûsekê ne.
Tiştê dij in, biserdegirtina mala wan e...
A rast ne dijî girtina partiyan in.
Piştî ku daraz xiskin şiklê ku nikaribin partiya wan bigirin, ji bo BDP bê girtin rê didin ber polîs û darazê û daxuyaniyan didin.
Wan jî peyam girt, dest bi biserdegirtina malan û tewqîfkirinan kir
* * *
Ger ew ne girtîbin; ne dijî darizandina girtiyan, ne jî dijî serdemeke dirêj a girtîbûna kesan in...
A rast ne dijî DGM'yan bûn; derdê wan ew bû ku nedikarîn DGM'yan qontorl bikin. Di dawiyê de DGM hatin girtin, ji dêvla wan, DGM'yên sivîl ên bi rayeya taybet yên di bin qontrola hikumetê de ava kirin.
Ne alîgirê serbixwebûna darazê bûn jî; ji ber ku daraz ne alîgerê wan bû ew aciz bûn.
Daraz teslîm bû; mesele hel bû.
* * *
Ew ne dijî mudexeleya leşkeran a li siyasetê bûn; ew dijî mudexeleya leşkeran a li dijî wan bûn.
Ger ne wisa ba, dema Serfermandarê Giştî yê Artêşê got, "Bi kurdî perwerdehî nabe" dê bigotana "Paşayê min hûn xwe tevî van karan nekin."
Tiştek wisa negotin.
A rast ne dijî çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya leşkerî ne.
Tiştên ku dij bûn, di dema şer de dê leşker bihêz bibin bûn.
Piştî Serfermandarî jî girtin bin qontrola xwe, vegeriya ser rêya çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya zordariyê.
Dema ji ber Dêrsimê lêborîn dixwestin derdê wan ew bû zorê li Kiliçdaroglu bikin bûn.
Ger bi rastî wan êşa Dêrsimê bikişanda, piştî komkujiya Qilabanê dê biçûna herêmê û dê lêborîn bixwesta.
Berevajî vê, Serfermandarî pîroz kirin.
* * *
Li dijî darizandina li hemberî helbesta ku wan xwendine ne, lê pirtûkek ku hê derneketiye piyaseyê ku wekî hêmana sûc tê dîtin ne xema wan e.
Ew ne dijî mezinbûn/bihêzbûna çapemeniyê ne, ji ber ku wan bi xwe ev hêz ava nekeribû dij bûn.
Di dawiyê de wan ew hêz şikenandin, dest bi sazkirina hêza xwe ya çepemenî kirin, wê çaxê êdî rehet bûn; mijar hat girtin.
* * *
Di dawiyê de, tiştên ku duh li dijî wan dihat kirin gilî dikirin, îro hemû tiştan bi reqîbên xwe dikin.
Dema li muxalefetê bûn her tiştê ku ji bo wê digotin "Em edaletê dixwazin" îro li hemberî wê cotstandardî pêk tînin.
"Partiya Mezinbûna Bi Edaletê..."
14.01.2012, Milliyet


