Edebiyata Berawirdî, wekî ku ji navê wê jî diyar e, li ser berawirdkirin/muqayesekirina berhemên edebî dixebite û bingeha têgeha berawirdiyê xwe digihîne sedsala 16mîn. Paşê heya sedsala 20emîn bi saya Geothe, Ruckert, Franz Bopp, Julim, C. Gustav Carus, François Villeman, Thomas Mann û Henrich Mann, ev bingeh her ku dihere zeximtir dibe û pê de pê de di nava edebiyatê de şax vedide.
Armanca Edebiyata Berawirdî ji nivîsên ku li ser vê mijarê hatine nivîsîn xwe dide der. Wexta em bala xwe didin van nivîsan, di warê armanca Edebiyata Berawirdî de du fikrên sereke derdikevin pêşberî me. Li gor fikra yekem armanca Edebiyata Berawirdî gêşkirin û pêşdabirina edebiyata neteweyî ye. Yek ji nûnerên vê fikrê Gürsel Aytaç e ku armanca Edebiyata Berawirdî wiha rave dike; ‘Edebiyata Berawirdî ji xemxuriya pêşdabirina edebiyata neteweyî derketiye. Bi gotineke din; Edebiyata Berawirdî dike ku em bi riya naskirin û kifşkirina edebiyata neteweyên din, edebiyata xwe ya neteweyî sererasttir û rêkûpêktir bikin.’ (1)
Lê fikra dîtir, dijberî vê fikrê ye û armanca Edebiyata Berawirdî wiha rave dike; “Herçiqas wek têgeh ‘berawirdî/muqayese’ xwe bispêre sedsala 16mîn jî, Edebiyata Berawirdî wek zanistekê di sedsala 19mîn de ku fikra netewdewletiyê li ser hikûm bû derdikeve.” (2) Ewên ku li ser fikra duyem in, bi çavekî ‘hûmanîst’ li dinyayê, civakê, edebiyatê nêrîne û netewperwerî/netewdewletî rexne kirine. Bi ya wan be wek hemû hokerên civakê divê edebiyat jî bi netew û dewletan dorsînor nebe û berê xwe bide asoyên fireh. Di vê pêwendiyê de Edebiyata Berawirdî jî -dijberî fikra yekem- wek jehrkuja netewperwerî û dewletparêziyê dîtine. Ji ber ku li gor wan aramanca Edebiyata Berawirdî rêyek e ku edebiyat ji ‘qalibên teng’ ên netewetiyê derkeve û ber bi ‘gerdûnî’yê ve gav bavêje.
Wekî armancdiyarkirinê di qayîdedanînê de jî du fikrên sereke yên ji hev cihê derketine; Li gor Ekola Fransiz, tenê berhemên aîdê du neteweyên ji hev cihê dikarin bibin mijara Edebiyata Berawirdî. Lê li gor Ekola Amerîkayê ku li dîjî Ekola Fransiz rabûye, ne hewce ye berhemên ku bên berawirdkirin aîdê du neteweyên ji hev cihê bin. Du berhemên ku aîdê heman neteweyê ne jî dikarin bên berawirdkirin. Tew du berhemên heman nivîskarî ku di demên cihê de hatine nivîsîn jî dikarin bibin mijara Edebiyata Berawirdî.(3)
Di armancdiyarkirin û qayîdedanînê de wekî hev nefikirin jî li ser pîvana Edebiyata Berawirdî li hev kirine û tenê pîvanek jê re danîne. Li gor hemû fikir û fraksiyonan yekane pîvana Edebiyata Berawirdî ew e ku taybetiyeke hevpar a wan berheman hebe da ku bibe mijara Edebiyata Berawirdî. Ev havparî dibe ji hêla tematolojîyê ve be, dibe ji hêla imagolojiyê ve be an jî dibe ku ji hêla naverok û binyata çîrokê ve be.
Di vê pêwendiyê de çîroka Jinek û Mêrek(4) a Mehmet Dicle û çîroka Mirî/Ölü(5) ya Leyla Erbîl ji gelek aliyan ve (tematolojî, naverok, binyat, imagolojî) dişibin hev.
Mebesta vê berawirdkirinê ne destnîşankirina wê yekê ye ku ka kê ji kê sûd wergirtiye û kîjan çîrok di din bandora kîjan çîrokê de maye. Ango bi qewlê Gürsel Aytaç ve, mebest ne ‘nêçirvaniya detnîşankirina bandorê’ ye. Armanc, wekî ku li jor jî hat izah kirin, rê li ber gêşkirin û pêşdaçûyina edebiyata neteweyî vekirin e.
Naverok
Jinek û Mêrek; Nîvê şevê ye. Helîm û Dilşaya jin û mêrê hev, li oda xwe ya razanê ne. Dilşa li ser doşekê, li ser piştê dirêjkirî ye. Helîm di odeyê de geh tê ber serê Dilşayê, geh dihere ber pencereyê, geh tê li ser cihê xwe rûdine. Helîm bênavber diaxive û Dilşa lê guhdar dike. Piraniya axaftinên Helîm ji mikûrhatin û dilmayînên wî yên ku di zewaca wan a çil salî de xwastiye ji Dilşayê re bibêje lê ji bo xatirê hinekan û tiştinan heta niha negotiye pêk tê. Ji axaftinên Helîm em pê dihesin ku qet ji jina xwe Dilşayê hez nekiriye, hinekî zordayîna dê û bavê wî û hinekî jî fêlbaziya xalê wî bûye serhevdeya vê zewaca ne bi dilê wî. Ji ber ku li gor salixdana Helîm, Dilşa jineke şerûd, netişt, nepaqij û ne xweşik e. Lewma piştî ku zewiciye di nav cihan de, gelek şevan xeyala jineke bi dilê xwe kiriye û tew demeke dirêj ketiye nava hewldanan ku hewiyê bîne ser Dilşayê lê paşê hêdî hêdî dev ji vê fikrê berdaye. Sebeba ku fikira xwe nebiriye serî ne hezkirina wî ya li hember Dilşayê bûye, him her ku çûye hînî wê bûye, him -ji ber ku Dilşa yeke bêkes e- dilê wî pê şewitiye û him jî xwastiye bi vî hawî xwe ceza bike. Wexta ku Helîm qala van tiştan dike nivîskar car caran bala me dibe ser Dilşayê ku hê jî li ser cihê xwe dirêjkirî ye. Bêyî ku gotinekê li Helîm vegerîne, bêtevger lê guhdar dike. Dema ku mêrik bi gotinan dilê xwe li Dilşayê rihet dike, destê wê radimûse û xatir jê dixwaze êdî destê sibehê ye. Kincên xwe li xwe dike, dihere ber deriyê odeya ku her şeş keçên wan lê radikevin. Li derî dixe, ji her şeş keçan yek deng dide. Helîm deng dişibîne keça xwe ya herî mezin. “Leylê rabe qîza min! Xwîşkên xwe jî şiyar bike.” dengê wî dilerize. Hevoka dawî bi zorê ji devê wî derdikeve. “Diya we mir.” dibêje û çîrok diqede.
Heta dawiyê jî xwîner nizane ku Dilşa miriye. Nivîskar bi zanebûn vê ji xwîner vedişêre. Wekî ku Helîm diaxive û Dilşa lê guhdar be tevna çîrokê dihûne. Ji nîvê şevê heta destê sibehê ku ji gotinên xwe poşman dibe û xatir ji Dilşayê dixwaze, cixare û gotinê sar nake, her qala şerûdiya wê û bermaliya wê ya xirab dike.
Mirî; Di çîroka mirî de jî mekan odeya razanê ya jin û mêrekî ye. Ne diyar e ka şev e an roj e lê vê carê yê mirî mêr e. Jinik jî mîna Helîmê çîroka Mehmet Dîcle geh li xwe mikur tê, geh gazinan li mêrê xwe yê mirî dike ku di zewaca wan a sih salî de ew carinan pir êşandiye û dilê wê hiştiye. Lê ji ber ku him qarekterê çîrokê jineke şên e him jî çîrok bi lênêhirtineke femînîst hatiye nivîsîn, tevî ku mirin bûyereke sotîner e, çîrok bi zimanekî îronîk ku pergala baviksalariyê rexne dike hatiye hûnandin. Jinik jî gotinê sar nake, bê navber diaxive û di ber re jî araqê vedixwe. Hevoksaziya ku carinan xira dibe, peyvên bê mane û derveyî mijarê, tiqetiqa kenê jinikê… wekî ku jinik hinekî serxweş e jî. Wekî çîrokên xwe yên din, Leyla Erbilê di vê çîrokê de jî zimanê nêreza red kiriye û bi wê şêwaza xwe ya resen nivîsiye. Wek çîroka Dicle ber bi dawiyê na, lê hema di serê çîrokê de em pê dihesin ku mêrik miriye. Di hevoka ewil de haya xwîner pê dixe ku mêrik miriye û paşê dest bi mikûrhatin, axaftin, gilî û gazinan dike. Ji aliyê din ve, qarekterê Erbilê jî –wek Helîm- pir caran xwastiye bi mêrine din re bibe lê pişt re dev ji vê fikrê berdaye. Ne ji ber hezkirina wê ya li gel mêrê xwe lê ji şerma xwe nekiriye. Jinikê her gotiye ‘ha îro ha sibeh ezê dev jê berdim û herim’ lê çavên xwe vekirine ku sih sal pê re bihurandiye. Çima neçûye ew jî nizane, qey ya wê jî ‘hînbûn’ bûye? Her çiqas gilî û gazinan li mêrê xwe bike jî carinan –mîna Helîm- qala kirên xwe jî dike ku car hatiye wê jî mêrê xwe êşandiye. Niha di ser meytê mêrekî re wek jineke bî di civateke baviksalar de li sibêroja xwe difikire ka wê karibe debara xwe bike an na, yan jî jiyaneke çawa li benda jineke ku di temenekî ciwan de bî mayî ye. Wexta ku li ser van difikire hê jî bi zimanekî rexneyî qala qederê dike û bi têgêhiştineke Freûdwarî li têgehên wekî ‘mêritî’, ‘jinitî’ û ‘zewacê’ dinêre; “xwedêyo te çi xwast ji amûrê min î mêraniyê yê rûken û zarşîrîn?..(r.53)”
Ji aliyekî ve zewaceke ne bi dilê wê, ji aliyekî ve êş û azara sih salan û ji aliyekî ve di civakeke baviksalar de wek jineke bî siberojeke nediyar. Ev hemû dibin sedem ku jinik bitengije, biqehire û hemû qehira xwe ji meytê mêrik derxe. Lewre li gor feraseta femînîzmê zewac di civakên baviksalar de keleha serdestiya mêran e ku femînîst pêwendiya di navbera jin û mêritiyê de dişibînin diyalektika Hegel a benî û efendî.
Berawirdiya Avadaniya Derveyî
| Jinek û Mêrek | Mirî |
Çeşn | Çîrok | Çîrok |
Sala Çapê | 2005 | 1968 |
Ziman | Kurdî | Tirkî |
Nivîskar | Mehmet Dicle | Leyla Erbil |
Weşanxane | Avesta | Türkiye İş Bankası |
Qonax | Nifşê Rewşen (Rewşen-name) | Nifşê ‘50 |
Ku em bala xwe didin avadaniya derveyî ya her du berheman, ya ku tavilê balê dikişîne sala derçûna berheman e. Mirî di sala 1968an de, Jinek û Mêrek di 2005an de çap bûne. Ango Jinek û Mêrek 37 salan piştî Mirî hatiye çap kirin. Divê bê zanîn ku ev dema dirêj a di navbeyna her du berheman de ne astengiyek e ji bo berawirdkirina wan. Lewre di berawirdkirinê de yekane pîvan ew e ku taybetiyeke wan a hevpar hebe. Ku ew hevparî hebe êdî ne hewce ye berhemên ku tên berawirkirin aîdê heman serdemê bin. Sermeselê; Tevî ku di navbera Republic/Dewlet a Platon (B.Z 427-347 ) û Utopia (S.S 15mîn) ya Thomes More de kêm-zêde 1700-1800 sal heye, dîsa jî bûne mijara xebateke berawirdî. Lewre taybetiya her du berheman a hevper ew e ku, him Dewlet a Platon û him jî Utopia ya More teswîra dewleteke xeyalî yê muazzem dikin û wek dîsîplînekê ‘berawirdî’ jî ji vê derê dest pê bike.
Herçiqas demdirêjiya di navbera berheman de nebe astengiya li ber berawirdkirinê jî ji bo nirxandin û dahûrandineke objektîftir di nirxandina berheman de divê şert û mercên serdema ku berhem hatine nivîsîn jî li ber çavan bê girtin. Lewre serdem û berhem di nava pêwendiyeke dualî de ne û serdema ku berhem hatiye nivîsîn krîterek e ji bo nirxandina wê berhemê. Di vê pêwendiyê de nirxandin û berawirdkirina paşxaneya dîrokî ya her du berheman û qonaxa nivîskarên ku berhemên wan tên berawirdkirin wek pêdiviyekê xwe li vê xebatê ferz dikin.
Leyla Erbîla nivîskara tirk ji ‘Nifşê 1950’ ye ku di edebiyata tirkan de qonaxeke pir girîng e û Mehmet Dicle ji ‘Nifşê Nodî, an jî Nifşê Rewşen-Rewşenameyê’ ku ev nifş jî ji bo edebiyata kurdî biqasî ‘Nifşê 1950’ xwedî girîngeke taybet e. (Da ku nivîs pir dirêj nebe, taybetiyên her du qonaxan û paşxaneya wan a dîrokî ewê di awayê nûjenkirî û berfirehkirî yê vê nivîsê de hebe.)
Piştî van daneyan em dikarin berê fanusê bidin avadaniya hundirî a berheman ku ji bo berawirdkirinekê pîvanên esil avadaniya hundirî ne.
Berawirdiya Avadaniya Hundirî
| Jinek û Mêrek | Mirî |
Bûyer û Sêwirandin | Piştî mirina Dilşayê, mikûrhatin û dilmayînên Helîmê mêrê wê. | Piştî mirina Asım, mikûrhatin û dilmayînên jina wî. |
Qarekter | Helîm û Dilşa (jin û mêrê hev) | Asım û jina wî (jin û mêrê hev) |
Mekan | Odeya Razanê | Odeya Razanê |
Vebêjêr û Lênêhirtin | Vebêjêr nivîskar e û bi Lênêhirtina Çavdêrî natiye nivîsîn | Vebêjêr qarektera jin bi xwe ye û Lênêhirtina Lehengî hatiye nivîsîn |
Şêwaza Vegotinê | Çavdêrî, teswîr, | Monolog, herhehiş |
Fîgûr | Wêneyê Helîm û Dilşayê, şewqa heyvê, kulîlka naylonî, qedehê avê, doşeg, perde, pencere, têlewîzyon, cixare, | Qedehê araqê, |
Zeman | Nîvê şevê-destê sibehê | Ne diyar e |
Bûyer û Sêwirandin;
Bûyer di her du çîrokan de yek e; piştî mirina hevserekî/ê, mikûrhatin û dilmayînên hevsarê/a din… Bûyer di her du çîrokan de sedî sed yek e. Jixwe sebebek jê jî hevpariya bûyera her du çîrokan e ku berê me da xebateke bi vî rengî. Di Jinek û Mêrek de, mêrik li ser meytê jina xwe daxive û di Mirî de jî jinik li ser meytê mêrê xwe diaxive. Bûyer tenê ev e û ewqas e, di her du çîrokan de. Bûyer sedî sed weke hev be jî dema em li sêwirandina çîrokan dinêrin cûdahiyeke mezin heye di navbera wan de. Sermeselê di Jinek û Mêrek de mikûrhatin û dilmayînên Helîm ên di derheq Dilşayê de, ewil wek sohbeteke di navbera jin û mêrekî de xuya dibe lê di dawiya çîrokê de em pê dihesin ku Helîm bi jina xwe ya mirî re daixive. Ango çîrok ji sohbetê derdikeve û vedigûhere derbirîneke yekalî. Bi vî hawî Dicle xwîner dixe nava bendewariyekê ku jinikê ha bersiva Helîm da, ha wê bide; “Dilşa bi qasî kevirekî bêdeng ma li hember van gotinan. (r.76)” (…) “Dilşa bêdeng ma dîsa, Helîm ber bi pacê ve çû, wekî ku nexwaze Dilşa rûyê wî bibine. (r.76)” (…) “Vê carê li rûyê jina xwe ya çil salan nêrî. (r.76)” (…) “ ‘ez tiştekî bibêm?’ wekî ku ji nîvê şeve ve yê diaxivî û li benda bersiva Dilşayê nedisekinî ne ew be.(r.77)” (…) “Tu nexeyidî ne?(r.77)” “Lê tu jî zanî ku ez mafdar im, yan na tu qet di bin gotina xwe de dimînî?(r.78)”
Lê di Mirî de, hê di serê çîrokê de em pê dihesin ku mêrik miriye; “Tu mir î! Tu mir î ha! Ezê çi bikim niha?.. Jina karmendekî mirî!..(r.53 ) Piştî ku vebêjêr mirina mêrik ji me re aşkere dike dest bi axaftinê dike û wek çîroka Dicle xwîner heta dawiyê naxe nava bendewariyê û di fînalê de li surprîzekê naqelibîne.
Qarekter; Di her du çîrokan de du qarekter hene, di her du çîrokan de yek jin û yek mêr e, di her du çîrokan de qarekter jin û mêrê hev in û di her du çîrokan de ji qarekteran yek mirî ye. Herçiqas di Jinek û Mêrek de şeş keçên Helîm û Dilşayê hebin jî ew li oda xwe ne û em wan nabînin. Tenê di nava axaftina Helîm de xwîner pê dihese ku şeş keçên wan hene û niha li oda din raketine; “Ber bi deriyê ku her şeş qîz lê raketibûn ve çû (r.82)” Ji ber ku hebûna keçikan bi tu awayî, tu bandorê li çîrokê nake em dikarin her şeş qîzên wan wek qarekterên xeyalî binirxînin û dikarin bibêjin ji serî heta dawiyê çîrok li ser du qarekteran diherike. Herçiqas yek caran ji bo ku dengê wî neçe oda din Helîm dengê xwe zêde bilind neke jî biqasî ku tevna çîrokê bigûherîne ne faktoreke ewqas mezin e. Lê di Mirî de hew du qarekter in (jinik û mêrik) û bi tenê ne.
Helîmê qarekterê mêr ê çîroka Jinek û Mêrek qarekterekî ji rêzê yê civakê ye. Bi her hawê xwe mêrekî kurd î klasîk e. Jina wî Dilşayê ku em bi devê Helîm nas dikin, jineke bêkes e, li ber destê xal û xalojina xwe rabûye. Wek xizmatkara wan be, hew karê xwe pê dane kirin û tu xwedîtî lê nekirine. Her wiha jineke şerûd, nexweşik û gemarî ye. “Dema ku mêvanek li me diqewimî her tim dilê min di devê min de bû. Min digot ya Reb vê carê tu min rûreş nekî. Lê te her carê min rûreş dikir bi nejiniya xwe. Ne tu fêrî xwarineke xweş bûyî ne te mala me têr paqij kir. (r.79)” Helîm ji bêhna wê ya gemarî aciz e. “Ê te jî bêhnek te hebû, di serî de dilê min tevlihev dikir, wekî ya heywanekî nekedîkirî.(r.79)” Di derheq her şeş keçên wan de yekane tiştê ku em dizanin ew jî ji şerûdî û gemariyê ve li diya xwe çûne; “Qîzên te jî dest bi kîjan karî kirin êvaran tevî porê perçiqî, cilên çiriyayî bi ser min de hatin. Xwe nexeyidîne, ne neheq im ku dibêm li te çûne. (r.78)” Her wiha ew jî wek diya xwe nexweşik in jî. “…ezê her şeş qîzan çi bikim? (…) dibe ku tu nizanî lê êdî mêr dibên jineke bedew û dimirin. Êdî her kes li dû cinetên vê dine ne. (r.77)”
Qarekterê jin a di çîroka Mirî de jî, ku vebêjêrê çîrokê ye, jineke xwende ye lê naxibite û çavê wê li destê mêrik e; “…ezê kirasekî di rengê kifikiya lîmonê de bidim dûrîtin, porê xwe jî paş ra girê dim wê guhê min xuya bikin, ka ezê karibim bi Mehaneya Miriyan debarê bikim? Koleksiyona wî ya pûlan bifiroşim, mîna çavê xwe lê dinêrî. (…) wê mehê çend baqnotan bidin termê wî? (r.54)” Vebêjêr mesaja ku ‘mêr di civakên baviksalar de deriyê debarê ne’ dide û bi zimanekî henekî û lênêhirtineke femînîst vê rewşê rexne dike; “Tu bûyî xwediyê min, destê te di her kir û karê min de bû, XWEDÎ… Haaaahhahahhahh! Ez jî bûm xwediya te, Kahkahkah! (r.56)”
Mêrê wê Asım ku em bi devê jinikê nas dikin, karmendekî di halê xwe de ye lê dawiya dawî mêr e di civakeke baviksalar de û feodaliteya civakê niziliye binhişê wî jî. “Sih sal in te mîna dînan, bi dek û dolaban ez xapandim. Te lepikên min tijî kurmikên zirxîtik kirin, pêlavên min bi dizîka li ber tavê zûwa kirin, te gul tanî ji min re ku min bêhn kira kurm jê derdiket. Te xwê dikir ava min û qûm direşand ser cihê min.(r.59)” Û dîsa wek nîşaneyeke feodaliteyê hemû karê xwe bi jinikê daye kirin; “Te sih salan ew midûrên xwe yên mirdar û mêvanên xwe yên payebilind î qure bi min dan ezimandin, qertên ku te yê ji heval û hogirên xwe re bişanda te bi min dan nivîsandin. (r.59)”
Mekan; Ramazan Korkmaz(6) mekanan wek ‘mekanên girtî, teng’ û ‘mekanên vekirî, fireh’ disinifîne. Him di Jinek û Mêrek de him jî di Mirî de mekan odeya razanê ye ku li gor Ramazan Korkmaz odeya razanê ji wan mekanên girtî, teng e.
Figûr;
Di Jinek û Mêrek de avadaniya fîgûratîf bi piranî ji heyberan (nesne) pêk tê; wêneyê Helîm û Dilşayê, şewqa heyvê, kulîlka naylonî, qedehê avê, doşeg, perde, pencere, têlewîzyon, cixare… Lê Dicle ji lawiran (kund), ji dengan (dengê azanê, dengê kund, dengê darabeyên dikanan), ji bêhnê (bêhna nane germ) û ji mirovan (Helîm, Dilşa, şeş keçên wan) jî sûd wergirtiye. Herçiqas ji hêla fîgûran ve çîrok dewlemend be jî fîgûra ku herî zêde balê dikişîne cixare ye. Nivîskar sê-çar caran bala xwîner dibe ser cixareyê ku Helîm di ber axaftina xwe re tim cixareyê dikişîne. Lê Mirî ji hêla fîgûran ve biqasî Jinek û Mêrek ne dewlemend e. Di Mirî de wek mirov Asımê mirî û jinika vebêjêr, wek heyber jî qedehê araqê heye û fîgûrê sereke jî qedeha araqê ye. Erbil jî çend caran bala xwîner dibe ser qedeha araqê ku jinik di ber axaftina xwe re tim araqê vedixwe.
Zeman; Qesta ji zemên, maweya ku çîrok diqewime ye. Jinek û Mêrek piştî nîvê şevê dest pê dike û destê sibê bi banga azanê diqede. Li gor vê demdiyarkirinê meriv dikare bibêje çîrok di nava 4-5 saetan de diqewime. Di Mirî de tevî ku tu nîşaneyên demdiyarkirinê tune (banga azanê, şewqa heyvê hwd.) li gor şêwaza ku hatiye nivîsîn û li gor sêwirandinê em dikarin bibêjin Mirî jî herî zêde di 4-5 saetan de diqewime. Ji ber ku him yek ji taybetiyên herkehiş/monologê ew e ku dema çîrokê ji kêlîkan pêk tê û him jî sêwirandina çîrokê vê şîroveyê li min ferz dike. Dibe ku ji 4-5 saetan jî kêmtir be lê jê ne zêdetir e.
Vebêjêr û Lênêhirtin;
Di berhemeke edebî de vebêjêr ew kes e ku bûyerê pêşkeşî xwîner dike. Ango kesê ku di derheq mekan, zeman û qarekteran de xwîner agahdar dike vebêjêr e.
Lênêhirtin jî wexta ku vebêjêr pêşkeşiya xwe dike, cihê ku lê disekine ye. Ango sekin û helwesta vebêjêr a li hember metnê ye lênêhirtin.
Di Jinek û Mêrek de vebêjêr nivîskar bi xwe ye û bi lênêhirtina çavdêrî çîrokê vedibêje; “Te ev jî anî serê min!” Helîm bi awirên lomekar û tije keser li rûyê qurmiçî yê Dilşayê dinêrî. (…) Biskeke porê spî yê Dilşayê bi ser rûyê wê de hatibû.
“Lê ev ne daxwaza min bû, tu jî dizanî. Bi tenê bêsiûdiya me bû.” Heyv hêdî hêdî ji ser wêneyê Helîm û Dilşayê yê bi dîwêr ve dikişiya. Ew jî qasekî bêdang ma weke jina xwe.
Di Mirî de, vebêjêr qarekterê jin e û bi Lênêhitina Lehengî vedibêje; “Tu mir î! Tu mir î ha! Ezê çi bikim niha?.. Jina karmendekî mirî!.. Hê ter û ciwan im, xweşik im jî, ma hêsan e?.. Yaro! (…) Mêro! Rêhevalo! (divê çeneya wî jî bê girêdan.) Ewqas jin û mêrên li hev ne xweş hebûn, hebûn ewqas mê û mêr, mê û mê, mêr û mêr… Suheyl û Mahmure sermeselê, Nurhana dotmîr û Mahmûdê mêrê wê yê serjinik, Rahim û Rahime. Te ji wan yek biribûya ji vê dinyaya me ya ku te bacanên reş î xweşik î birqoyî afirandine, yezdano. (…) Te çi xwast ji amûrê min î mêraniyê yê rûken û zarşîrîn?..”
Şêwaza Vegotinê û Ziman
Taybetiya herî berbiçav ya ku her du çîrokan ji hev vediqetîne şêwaza wan e. Jinek û Mêrek bi şêwaza çavdêriyê lê Mirî bi şêwaza monologî/herkehişî hatiye nivîsîn. Bi vê taybetiyê ve girêdayî di Jinek û Mêrek de teswîrên dûvdirêj bejin didin; “Tu deng nehat ji Dilşaya li ser doşekê ser piştê dirêjkirî bû. Heyva ku di qiraxê perdeyê re dida nav odeya xizan nîvê rûyê wê jî weke qevda kulîlkên naylonên di kawanosa li ser têlewîzyonê ronî kir. Biskeke porê spî yê Dilşayê bi ser rûyê wê de hatibû. (r.75)” (…) “Heyv hêdî hêdî ji ser wêneyê Helîm û Dilşayê yê bi diwêr ve dikişiya.(r.75)” “Helîm ber bi paceyê ve çû wekî ku nexwaze Dilşa rûyê wî bibine.(r.76)” “Helîm perde da alî ji ser pacê. Rûyê Dilşayê bi giştî ronî bû vê carê. Ji bilî kûrahiyên çiqran ku dişibîn newalên tarî yên bi xof.(r.76)” Lê di Mirî de teswîr qet tune. Ev teswîrên xurt ên Dicle kiriye ku atmosfera Jinek û Mêrek ji ya Mirî baştir be. Lê ji hêla din ve ji ber ku Erbilê jî pişta xwe spartiye femînîzmê paşxaneya felsefîk a di Mirî de jî ji ya Jinek û Mêrek xurttir e. Lewre vê felsefeyê bandor him li zimanê wê kiriye ku zimanê nêreza red kiriye, bi çavekî rexneyî li jinitî, mêritî û zewacê nêhiriye û hewl daye ku hin tabu û qlîşeyên civakê bişikêne û tiştinan bi civakê jî bide qebûl kirin; “Ya neguherbar çi ye? Çi ye ev têkîlî? Em dibin çiyê hev, kîjan girêk e ev? Heye ku ne jina te bûma lê ya yekî din bûma û wê gavê minê tu bi wî mêrî bixapanda? Ne wisa ye? Kî zane niha, niha me kîjan jin û mêrê xwe yê esil xapandine.(r.57-58)” (…) “Wîîî!.. dihesidî, dihesidî tu ji min, ê te rokê bigota lê berî ku tu bimirî ‘meke ji te hez dikim, pîroz e û mahrem e zewac, ji bilî min bi kesekî re meke, têm bin lingê te’ çima te rokê negot. (r.58)”
Encam; Armanca Edebiyata Berawirdî, pêşdabirin û geşkirina edebiyata neteweyî ye. Lewre xwendin û nirxandina berhemên biyanî dike ku em bi çavekî din û careke din li berhemên xwe binêrin û kêmasiyên xwe sererast bikin. Ango bi saya ‘yê dîtir’ bi lênêhirtineke din li berhemên edebiyata neteweyî tê nêhirtin. Him ‘xwemalî’ him jî ‘ya dîtir’ bi riya metnê baştir tê kişfkirin. Ev jî dibe sedema nirxandinên berfireh û piralî û peydabûna derî û pencereyên dîtir ên li edebiyata neteweyî.
Ji vê mebest ne ‘nêçirvaniyê destnîşankirina bandorê’ ye ku bandorjêgirtin an jî sûdjêwergirtin jî ne cihê şermê ye. Lewre di rewşa îro de edebiyata postmodern bi riya interteksalitê/metinlararasılık heta radeyekê vê derfetê dide. A giring ew e ku nivîskêr –heke bandor an jî feyzjêgirtinek hebe- mohra xwe li çîrokê daye an na.
Di vê pêwendiyê de, tevî ku ji gelek aliyan ve bişibin hev jî Jinek û Mêrek û Mirî du çîrokên ji hev xweser û resen in ku di qada xwe de her du çîrok jî du çîrokên serkeftî ne. Sermeselê; bûyer weke hev bin jî sêwirandina wan a xweser ji hev pir cuda ye. Mekan heman mekan be jî cûdahiya berbiçav a avadaniya figûratîf bûye diyarkereke mohra reseniyê. Dîsa hêjmara qarekteran û têkiliya di nava wan de weke hev be jî vê carê qarekter bi reseniya xwe derketine pêş. Lewma em karin bibêjin, wek xaleke hevpar tevî ku mekan heman mekana girtî û teng e, ne qerekterên Jinek û Mêrek dişibin qarekterên çîroka Mirî, ne atmsosfera wan dişibe hev, ne jî fîgûrên wan. Her wiha şêwaz, vebêjêr, ziman û lênêhirtina çîrokan jî ji wan reseniyan e ku her du çîrokan dike du çîrokên xweser. Belkî jî encama wan cudahiyan û wê xweseriyê ye me digihîne vê qeneata ‘Atmosfera Dicle ji ya Erbilê xurttir e lê felsefeya di paşxaneya Mirî de jî ji ya Jinek û Mêrek xurttir e. Ew paşxaneya felsefîk jî bêhtir malzeme dide ku çîrok bê dahûrandin û bê nirxandin.’
Şêwaza Erbilê –monolog/herkehiş- li gor mekan û mijarê bêhtir li çîrokê hatiye. Ji ber ku şêwaza herkehiş ji bo mijareke ku monologê li nivîskêr ferz dike û ji bo mekaneke teng bi dest nakeve. Dicle bi herkehiş nenivîsiye lê wî jî bi şêwaza xwe ya resen ev valahî dagirtiye. Nivîsandina çîrokeke ku tenê ji monologan pêk tê, jê re qelemeke xurt û şêwazeke resen divê. Lewre mekaneke teng ku liv û tevgerê dorsînor dike, bêtevgeriya ku piştî demekê bi xwîner re dibe sebeba acizî ye tenê bi şêwazake resen tê berterafkirin. (…)
(Hewl didim ku guh bidim gazin û pêşniyarên heval û hezkiriyên ku dibêjin ‘nivîs pir dirêj in’ û ev du nivîsên dawî ne biqasî ku ji min tê kurt dikim. Lewma dûmahîka vê nivîsê jî wê di awayê nûjenkirî û berfirehkirî de hebe.)
1. Gürsel Aytaç, Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi, 2001, Kültür Bakanlığı Yayınları, r. 21
2. Paul Van Tieghem, Mukayeseli Edebiyat, Wergêr; Yusuf Şerif Kılıçel, 1973, ( PDF)
3. Gürsel Aytaç, b.n.b
4. Mehmed Dicle, Asûs, Weşanên Avesta, 2013, Çapa 2.
5. Leylâ Erbil, Gecede, Türkiye İş Bankası Yayınları, 2014, Çapa 8.